
Li Hewlêrê du pêşangeh tên vekirin
Li bajarê Hewlêrê, du pêşangehên bazirganî û pîşesazî bi çavdêrîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat vekirin.
A+A-
BasNews
Li bajarê Hewlêrê, du pêşangehên bazirganî û pîşesazî bi çavdêrîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat vekirin.
Îro li Hewlêrê du pêşangeh tên vekirin. Merasima vekirina wan pêşangehan saet 11:00 dest pê kir
Yek ji wan pêşangehan, ya kereste û tiştên çêkirina avahî û xanîyan, elektirîkê ye. Pêşangeha din jî ya tiştên xurekê ye.
Pêşangehên han di bin çavdêrîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de û li cihê pêşangehên navdewletî li nav parka Samî Ebdulrehman ya Hewlêrê hatîye vekirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin