Wêneyek ji Şernexê bû yekem

Wêneyek ji Şernexê bû yekem

Club of Black and White Photography wêneyê Seyda Goyan ê ku li navçeya Qilaban a Şirnexê kişandî wek baştirîn wêneyê meha Kanûna 2018an hilbijart.

A+A-

47 hezar wênekêşên profesyonel endamê malpera Club of Black and White Photographyê ne û lijneyekê wê heye. Her meh bi hezaran wêne ji aliyê wênekêşên şareza ve li malperê têne barkirin û ji aliyê lijneyê ve têne hilbijartin.

 

Lijneya Rêvebir a Club of Black and White Photographyê her meh wêneyê baştirîn hildibijere.

 

Wêneyê ku Seyda Goyan li gundê Dêrahînê ya ser bi navçeya Qilaban ve kişandiye ji aliyê Lijneya Rêvebir a Club of Black and White Photographyê wek baştirîn wêneyê  meha Kanûna 2018an hat hilbijartin.

 

Wênekêşê Kurd Seyda Goya derbarê wêneyê xwe de got: “Ev dayîk ji gundê Dêrahînê ye,  wê gazî neviya xwe dikir got `were wêneyê xwe bibe ez nekarim bênim ji te re` û di wê keliyê de min jî wêneyê wê girt.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin