Li Efrînê çekdarên Nûredîn Zengî talana gundekî kir û malbatên xwe lê bicih kir!

Li Efrînê çekdarên Nûredîn Zengî talana gundekî kir û malbatên xwe lê bicih kir!

Tê gotin ku 150 çekdarên grûpa Nûredîn Zenkî, ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştevanîkirin, ketine gundekî Efrînê û ji bilî dizî û talanê, 40 malbatên xwe jî li wî gundî bicîh kirine!

A+A-

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê belav kiriye, 150 çekdarên grûpa Nûredîn Zenkî ketine gundê Kêla yê ser bi navçeya Bilbilê ya Efrînê û dest bi dizî û talana malên gundiyan kirine, pere, zêr û kelûpelên gundiyan dizîne.

Li gorî agahiyên wê rêxistinê, malbatên 40 çekdarên wê grûpê jî li gundê Kêla hatine bicîhkirin.

Ji destpêka îsal ve şer û pevçûn di navbera grûpa Nûredîn Zenkî ya alîgira Tirkiyê û Desteya Tehrîr Şam (Nusraya berê) de li navbera Heleb û Idlibê de derketibû, di encama wî şerî de grûpa Nûredîn Zenkî hatibû hilweşandin, beşek ji çekdarên wê reviyabûn Efrînê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin