Washington Post | Amerîka 7500 mûşekên zîrek difiroşe Erebîstana Siûdî

Washington Post | Amerîka 7500 mûşekên zîrek difiroşe Erebîstana Siûdî

.

A+A-

Bi agahdarkirina fermî ya Kongresê ji aliyê Îdareya Koşka Spî ya Amerîkayê, 7500 mûşekên zîrek difiroşe Erebîstana Siûdî.

Li gor rojnameya Washington Postê, peymana firotina wan mûşekan bi qasî 478 milyon dolaran e.

Herwiha tê pêşbînîkirin, ev biryar li Kongresê rastî nerazîbûnê bê, ji ber hejmarek kongresman li dijî pirbûna çekên Erebîstana Siûdî ne.

Kongresmanên ku li dijî pirçekbûna Erebistanê ne, di wê baweriyê de ne ku Erebîstana Siûdî mafên mirova binpê dike û li Yemenê roleke xirab lîstiye.

Mûşekên zîrek ji cûreya Paveway IV in û di armanc û arastekirinê de gelek bi hûrgilî ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin