Girtiyê nexweş Abdûllah Tûran tehliye bûye

Girtiyê nexweş Abdûllah Tûran tehliye bûye

.

A+A-

Abdûllah Tûran, girtiyê nexweş tehliye bûye û ji Girtîgeha Tîpa Ryê ya Hejmar 2yê ya Metrîsê wê bibin nexweşxaneyê.

Abdûllah Tûran, girtiyê ku felc e û nexweşê dil e, tehliye bûye. Tûran ji Girtîgeha Tîpa Ryê ya Hejmar 2yê ya Metrîsê wê bi ambulansê bibin nexweşxaneyê.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Vedat Ece, parêzerê Tûranî serî li Dozgeriya Înfazkirinê ya Bakirkoyê daye û Dozgeriyê daxwaza azadkirina Tûranî qebûl kiriye.

Mehmet Zahît Tûran, bavê Abdûllah Tûranî gotiye ku ji girtîgehê lê girayane û jê re gotine kurê wî tehliye bûye û bila werin wî bibin. Mehmet Zahît Tûranî diyar kiriye ku ew ê kurê xwe bi ambulansê bibin Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê.

Nehatibû ameliyatkirin

Saziya Tipa Edlî (ATK) di rapora xwe de gotibû ku Abdûllah Tûran “nikare li girtîgehê bimîne” lê Tûran nehatibû tehliyekirin. Tûran di 24ê Çiriya Paşiyê de nexweş ketibû û ew biribûn Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê. Lê piştî kontrolkirinê ew şandibûn girtîgehê. Tûran heman şevê dîsa nerehet bûbû û dîsa ew biribûn nexweşxaneyê. Lê bi heman awayî ev bi şûn de vegerandibûn girtîgehê. Tûna piştî wê xistibûn hicreya karantînekirinê. Lê rewşa wî xirab bûbû û ew di 11yê Kanûna Pêşiyê de careke din biribûn nexweşxaneyê. Li vir piştî kontrolkirinê dermanên enfeksiyonê dabûne Tûranî û ew şandibûn girtîgehê.

Midûriyeta Emniyetê gotibû “ji bo civakê kesekî talûke ye”

Parêzer Eceyî ji bo azadkirina Tûranî serî li Dozgeriya Înfazkirinê ya Bakirkoyê dabû. Dozgeriyê ji Midûriyeta Emniyetê ya Amedê pirsî bu ku ka Tûran “ji bo civakê kesekî talûke ye yan na”. Midûriyetê de 7ê Nîsanê de bersiv dabû Dozgeriyê û gotibû ku “heke were tehliyekirin wê dîsa tevlî nava refên rêxistinê bibe, wê bi wan kesan re têkiliyê deyne ku têkiliya wan bi rêxistinê re heye û li ser navê dibe sûcan bike.” Li ser vê bersivê dozgeriyê daxwaza tehliyekirina Tûranî qebûl nekiribû. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin