Serlêdanên Akademiya Îsmaîl Beşîkçiyî destpê kirine

Serlêdanên Akademiya Îsmaîl Beşîkçiyî destpê kirine

.

A+A-

Bername wê di navbera 29ê Gulanê û 26ê Hezîrana 2021an de li dar bikeve ku wê xwendekarên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê bên qebûlkirin.

Serlêdanên Akademîya Îsmaîl Beşîkcî-Bihar 3yê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî destpêkirine.

Di vê serdemê de wê Akademî bi mijara “hilberîna zanyariyan derbarê wan ên ku mafê gotinê ji wan hatî stendin” pêk were

Di bernameyê de wê Sharo Garip, Ersin Vedat Elgur, Handan Çaglayan, Ruken Şengul û Ahmet Murat Saraç dersan bidin ku Tofan Sunbul koordînatorê vê bernameyê ye.

Bername wê di navbera 29ê Gulanê û 26ê Hezîrana 2021an de li dar bikeve ku wê xwendekarên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê bên qebûlkirin. 

Bernameya Akademiyê  her roja şemiyê saet 14:00-17:00an li ser Zoomê bi awayekî online were kirin.

Kesên bixwazin heta 23yê Gulanê dikarin serî lê bidin û encamên serlêdanan wê 24ê Gulanê aşkere bibe.  

Ji bo bernameyê wê hejmareke diyarkirî ya xwendekaran bê qebûlkirin û ji beşdaran tê xwestin ku bi rêk û pêk beşdarî dersan bibin. Di dawiyê bernameyê de wê ji bo xwendekarên ku ji pênc hefteyan beşdarî çaran bûne belgeya beşdarîyê were dayîn.

Ji bo gahiyên zêdetir û forma serlêdanê bitikîne

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin