Serok Barzanî: Leyla Qasim ji bo hemî jinên Kurd sembola berxwedanê ye

Serok Barzanî: Leyla Qasim ji bo hemî jinên Kurd sembola berxwedanê ye

.

A+A-

 Serok Barzanî îro 12ê Gulanê di 47 saliya bidarvekirina Leyla Qasim de peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” peyamek belav kir.

Serok Barzanê di peyama xwe de got: “Leyla Qasim sembola azadîxwazî û fedekariya keça kurd e. Ew ji bo gelê xwe de mirina bi serbilindî hilbijart, lê amade nebû jiyana bindestiyê qebûl bike û dest ji bîr û baweriyên xwe berde û xwe neçemand.”

Herwiha Serok Barzanî dibêje: “Di 47 saliya bidarvekirina Leyla Qasim û hevalên wê ji aliyê rêjîma berê ya Iraqê de, bi hezaran silav li giyanê pak ê şehîd Leyla û hemû şehîdên riya azadiyê.”

Leyla Qasim berî 47 salan û di roja 12.05.1974ê de ji aliyê rejîma Beis ve hat bidarvekirin. Keça kurd a çalak û jîr Leyla Qasim sala 1952yê li Xaneqînê ji dayîk bûbû û yek ji wan keçan e ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgeriyê tê nasîn.

Leyla Qasim Hesen sala 1952an li gundê Bamîlê yê ser bi bajarê Xaneqînê ve di malbateke Kurdperwer a hejar jidayik bû û sala 1958an çû ber xwendinê û qonaxa seretayî û navendî li Xaneqînê bidawî kir.

Leyla Qasim di sala 1971an de beşa Civaknasiyê li Kolîja Wêjeyî ya Zankoya Bexdayê xwend û di heman sale de jî di Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de li Bexdayê dest bi xebatê kir.

Zulm û zora rêjîma Beis a Iraqê li ser gelê Kurd, bîr û hizra azadîxwezî û têkoşînê ji bo bidestanîna mafê netewî yê gelê Kurd di dilê Leyla Qasim de dirust kir.

Di Adara 1974an de û piştî destpêkirina êrîşên hikûmeta Iraqê li ser Kurdistanê, Leyla Qasim û 4 hevalên xwe li Bexdayê hatin girtin.

Leyla Qasim nimûneya keça Kurd a çeleng û çavnetirs bû, eşkence û azara hovane ya celadên Beis nekarîn Leyla ji helwestên wê yên netewî vegerîne.

Leyla Qasim bi cilê Kurdî û xwendina sirûda netewî Ey Reqîb diçe ber kêndira bidarvekirin. Leyla di dawî çirkeyên jiyana xwe de ji celadên Beis re dibêje: “Piştî bidarvekirina min, bi hezaran Kurd hişyar dibin. Gelek xweşhal û serbilind im ku giyanê xwe fîdayî riya rizgariya Kurdistanê dikim.”

Leyla Qasim dibêje: “Bi vî çilê kurdî, dibim bûka Kurdistanê.”

Roja 12ê Gulana 1974an Leyla Qasim û 4 hevalên xwe Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman tên bidarvekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin