Pirtûka 'Kurdistan Tarihi' hate qedexekirin

Pirtûka 'Kurdistan Tarihi' hate qedexekirin

Pirtûka bi navê "Kurdistan Tarîhî" (Dîroka Kurdistanê) Ku di destpêka salên 2000'î de ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatibû derxistin û wê çaxê doz lê hatibû vekirin carek din doz lê hat vekirin û hat qedexekirin.

A+A-

Pirtûk ji aliyê komek akademîsyenên Rusyayê ve hatiye ve hatibû amadekirin û Avestayê ew wergerandibû tirkî û weşandibû. Di bin edîtoriya Ş.X. Mihoyan û M.S. Lazarev de ji aliyê  E.İ. Vasilyeva, M.S. Lazarev, M.A. Gasratyan, O.İ. Jigalina û Ş.X. Mihoyan ve hatiye amadekirin. Pirtûk ji aliyê Avestayê ve bi tirkî hatibû weşandin. Di sala 2000'î de DGM'ya (Dadgeha Elwekariya Dewletê) Stenbolê ve hatibû berhevkirin û doz lê hatibû vekirin. Piştî çend danişînên dozê dadgehê cezayê pereyan û hepsê lê birîbû. 

Piştî ku DGM hatin girtin, rewş hinek guherî pirtûk dîsa hat çapkirin. Ji wan çapan heta niha tu lêpirsîn yan doz derbarê pirtûkê de nehatibûn destpêkirin.

Niha, piştî vê yekê bi 18 salan vê carê Dadgeha Sulh Ceza ya Ayvalika Balikesîrê biryara qedexikirina pirtûkê da.

Di meha gulanê ya îsal de Dadgela Culh Cezayê der barê 9 pirtûkên din ên Avestayê de biryara qedexeyê dabû.

(diyarname)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin