Emerîka, navê pêşmerge li budceya xwe zêde kir

Emerîka, navê pêşmerge li budceya xwe zêde kir

Endamên Kongreya Amerîkayê navê Pêşmerge li reşnivîsa bûdceya leşkerî ya welatê xwe ya bo sala 2019an zêde kirin û ji 850 milyon dolarên ku ji hêzên ewlekariyê yên Iraqê re hatine veqetandin, 290 milyon dolar bo Pêşmerge hatine danîn.

A+A-

Li gor Rûdawê Endamên Encûmena Nûnerên Amerîkayê, di reşnivîsa projeyasaya bûdceya leşkerî ya Amerîkayê de ku wek yasaya rêpêdana berevaniya niştimanî tê naskirin, nave Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê lê zêde dikin û ji wan pereyên ku ji hêzên ewlekariyê yên Iraqê re hatine veqetandin, beşek bo Hêzên Pêşmerge hatiye danîn.

 

Bi baweriya endamên herdû Encûmena Nûneran û Encûmena Pîran ên Amerîkayê, Hêzên Pêşmerge di kampanya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de bi serokatiya Amerîkayê li Iraqê, rolekî girîng û berçav dîtine, lewra girîng dibînin ku di çarçoveya hevkarîkirina hikûmeta Iraqê de, heta ji dest were li ser hevkarîkirina Wezareta Pêşmerge berdewam bin, daku bi awayekî bibandortir hevahengiyê ligel hêzên hevpeyman û Iraqî bikin bo rêgirtin li vegera DAIŞê û ewlekariya navçeyê jî biparêzin.

 

Li gor reşnivîsa yekem a projeyasayê ku meha Sibata îsal hat belavkirin, navê Pêşmerge tê de nebû, lê dema reşnivîsa projeyasayê hat serrastkirin, navê Pêşmerge lê hat zêdekirin û ji 850 milyon dolarên ku ji hêzên ewlekariyê yên Iraqê re hatine veqetandin, 290 milyon bo Pêşmerge hatine danîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin