Pîrtûka feylesofê Kurd Surewerdî û şîrova wê bi Kurdî hatin weşandin

Pîrtûka feylesofê Kurd Surewerdî û şîrova wê bi Kurdî hatin weşandin

Nivîskar û wergerê Kurd Hoşeng Şêx Mihemed Yûsif, pirtûka feylesofê Kurd Surewerdî ya bi navê “Hikmetî Îşraq” ji Erebî bo Kurdî wergerand û pirtûkek weke şîroveya wê, bi navê “Xwendina Hîkmetî Îşraqî” belav kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Nivîskar û wergerê Hewlêrî, Hoşeng Şêx Mihemed Yûsif pirtûka pirtûka feylesofê Kurd Surewerdî ya bi navê “Hikmetî Îşraq” ku ji Kurdan zêdetir Tirk, Ereb û Fars xwedî lêderdikevin, ji Erebî bo Kurdî (Soranî) wergerand û şîroveyeke wê ya berfireh jî bi navê  “Xwendina Hîkmetî Îşraqî” belav kir.

Nivîskar û wergerê Hoşeng Şêx Mihemed Yûsif ji Rûdawê re derbarê xebatên xwe de axivî û got ku wî zêdeyî sê salên xwe dane bo amadekirina herdu pirtûkan.

Hoşeng Şêx Mihemed Yûsif dibêje: “Min Hikmetî Îşraq ji Erebî wergerand bo Kurdî.  Mebesta min ji nivîsandina Xwendina Hîkmetî Îşraqî ew e ku ez vî feylesofê Kurd ku di dîrokê de Tirk, Ereb û Fars ew kirine malê xwe, ji nû ve nasnameya wî ya rastî ya Kurdî bo xelkê bidim nasandin.”

Hoşeng Şêx Mihemed Yûsif da zanîn ku Hikmetî Îşraq berî 800 salan hatîye nivîsandin ku nivîskarê wê damezrînerê felsefeya Hikmetî Îşraqî ya Îslamî ye û got: “Ji bo Surewerdî were naskirin divê ev pirtûk were xwendin. Mixabin heta niha me bi zimanên din dixwend.”

Bi gotina Hoşeng Şêx Mihemed Yûsif ti guman li ser nasnameya Surewerdî ya Kurdî nîne û ew dibêje wî bixwe û nivîskarên di heyamê wî de jî dibêjin ew feylesofekî Kurd ê Rojhilata Kurdistanê ye.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin