Alîyên Rojavayê Kurdistanê ji bo dîyaloga bi Şamê re daxwaza garantîya navdewletî dikin

Alîyên Rojavayê Kurdistanê ji bo dîyaloga bi Şamê re daxwaza garantîya navdewletî dikin

Di dîbeyteke taybet de, Tora Medyayî ya Rûdawê hejmarek ji pirsên girêdayî Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê ligel 4 serkirdeyên sîyasî yên ENKSê û Rêveberîya Xweser gotûbêj kir, yek ji mijarên gotûbêjan dîyaloga ligel Hikûmeta Sûrîyê bû.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serkirdeyê Partîya Pêşverû dîyar kir, ku heta niha ti danûstandinên fermî di navbera Kurdan û Hikûmeta Sûrîyê de çê nebûne, lê hinek hewl hebûn û eger ew dîyalog bi garantorîya Rûsyayê be dê baş be.

Endamê Polîtbîroya Partîya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê, Ehmed Berekat, tekezî li ser wê yekê jî kir ku ji alîyên Kurdî tê xwestin bi yek deng û helwest û yek bernameyê têkevin dîyalogeke wiha ligel Hikûmetê.

Ehmed Berekat got: “Ti dîyalogeke fermî di navbera tevgera sîyasî ya Kurdî û Şamê de çi nebûye. Em bihêvî ne û em dixwazin ku ew dîyalog û danûstandin çêbibe , û tevgera sîyasî ya Kurdî bi giştî eger îmaka wê hebe, li ser kaxezeke hevbeş û bi nerîneke hevbeş herin bi rejîmê re danûstandinê bikin, ew jî bi çavdêrî û garantorîya Rûsya. Eger Rûs di navbera me û Şamê de navbeynkar bin, dê tiştekî baş be, bi bawerîya me, em dê bikarin hin gavan bihavêjin. Bêyî vê yekê, em wiha dibînin ku em bi tena serê xwe û her partîyek bixwe biçe Şamê, em nikarin tiştekî bikin.”

Serkirdeyekî Partîya Demokrat a Kurdistanê-Sûrîye, PDK-Sê nîşan bi wê yekê da ku Hikûmeta Sûrî serederîyeke ewlkarî ligel doza Kurdî dike, behsa helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê jî kir, ku çareserîya pirsa kurdî û ya Sûrîyê bi rêya Neteweyên Yekbûyî tê kirin.

Endamê Polîtbîroya PDK-Sê, Muhsin Tahir da xuyakirin: “Îro rejîma Sûrîyê heta vê gave jî ne hazir e ku dîyalogê bi Kurdan re bike. Heta niha jî vexwandinên rejîma Sûrîyê (ji bo alîyên Kurd) di rêya dezgehên emnî re ye. Li gor proje û nerîna me, pirsgirêka Sûrî bi giştî û pirsgirêka Kurdî bi rêya biryarên navdewletî û hevdîtinên Cinêvê tê çareserkirin, nameze jî biryarên 2254 û 2118 ên Encûmena Asayişa Navdewletî.

Serkirdeyê Partîya Yekîtîya Demokratîk PYDê jî nîşan bi wê yekê da ku projeyeke amadekirî li cem Rêveberîya Xweser heye, ku pêwîst e kar bi wê projeyê bihê kirin.

Endamê Meclisa PYDê, Ebdulkerîm Saroxan ragihand: “Ji bo yek proje ku danûstandin bi rejîmê re bihê kirin, jixwe projeyeke hazir ku ew 8 sal e em li ser kar dikin û bi taybet ji 2014an ve ku ew Rêveberîya Xweser hatîye damerandin, heye, û têde mafên gelê Kurd di serî de, û wek din mafên gelê Suryan, Ermen, Kildan, Aşûr û di heman demê de mafê gelê Ereb hatîye berçavgirtin. Herwiha bi giştî projeyek bi giştyî ji bo bakurê rojhilatê Sûrîyê amade heye û ji bo wê yekê jî me tim û daîm, berê jî me gotîye û niha jî em dibêjin, ku hemû hêzên sîyasî yên bakur û rojhilatê Sûrîyê li ser vê projeyê kar bikin. Heta ew destpêşxerîya ku birêz Mazlûm Ebdî jî ragihandîye, di serî me amadebûna xwe ragihand.”

Serkirdeyê Partîya El-Wehdê dîyaloga li jêr çavdêrîya Rûsya bisûd û baş dibîne û behsa nexşerêyekê ji bo çareserîya Sûrîyê û pirsa Kurdî dike û dîyar dike ku sîstema Rêveberîya Xweser bimîne.

Endamê Polîtbîroya El-Wehde, Mistefa Meşayix got: “Em jî weke xwe em baş vê rejîmê nas dikin û em dizanin bi çi rengî ye, lê wextê dewletek wek Rûsya ku Sûrîye teve ketîye di destê wê de, wextê ew bikare çavdêrîyê bike û di bin serpireştîya wê de be, em jê re amade ne, ku danûstandinê bi rejîma Sûrîyê re bikin, di bin çavdêrîya dewletek wek Rûsya yan Amerîkayê.”

Bi dehên salan, heta niha pirsa Kurdî li Sûrîyê bi fermî nehatîye çaresrkirin. Alîyên Tevgera Sîyasî ya Kurdî jî, li ser ajandaya kar ne yek helwest in, lê belê nerîn û tevgerên wan ji hev cuda ne, êdî ev yek jî dibe sedemek ji bo alozbûna çareserîya doza Kurdî li wî welatî.

Ji bo temaşekirina vê nûçeyê bitikînin

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin