PAK: Tu êrîşên nîjadperestan dê nikaribe rê li ber azadîya miletê Kurd bigire

PAK: Tu êrîşên nîjadperestan dê nikaribe rê li ber azadîya miletê Kurd bigire

.

A+A-

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) êrişa nijadperest li ser malbata Kurd ya li Mêrsînê bi daxuyaniyek bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya PAKê wiha ye: 

Malbateke Kurdên ji Başûrê Kurdistanê ku ji Hewlêrê ji bo gerê hatine bajarê Mêrsînê yê Tirkîyeyê, roja 14.05.2021ê rû bi rûyî êrîşeke nîjadperestên Tirk dibin. Di encamê de yek ji wan bi giranî du kes ji wê malbatê birîndar dibin.

Li gorî agahdarîyên ku malbata Hewlêrî dane, êrîşkarên nijadperest ji malbatê dipirsin “gelo hûn Kurd in yan Ereb?” Gava malbat dibêjin ”em Kurd in”, yekser dikevine ber êrîşên wan nîjadperestan.

Lê Walîyê Mêrsînê di daxuyanîya xwe de meseleyê berovajî dike û wek şerekî di encama bûyereke , qezayeke trafîkî de rûdaye nîşan dide.

2 sal berê jî li bajarê Trabzonê yê Tirkîyeyê grûbeke ji xelkê Başûrê Kurdistanê tûşî êrîşên hinek nîjadperestên Tirkan bibûn û êrîşker her bê ceza serbest hatibûn berdan.

Dewleta Tirkîyeyê ji bo ku her destkeftineke miletê Kurd têk bide, ji bo ku rê li ber her destkeftineke nû ya miletê Kurd bigere , ji alîyekî li ser her çar perçeyên Kurdistanê êrîşên berfireh dimeşîne; ji alîyekî ve jî sîyaseteke şowen, pir alî ya li dijî Kurdan dimeşîne.

Di encama vê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê pêlên nîjadperestî û dijminatîya Kurdan di nav civata Tirkan de jî gihîştîye asteke metirsîdar û eb jî êrîşên ne mirovane , êrîşên nîjadperestî bi xwe re tîne.Dewleta Tirkîyeyê berpirsê esasî yê van êrîşan e.

Rayedarên Dewleta Tirkîyeyê ji alîyekî ve bi sîyaseta xwe ya li dijî Kurdan van êrîşan teşwîq dikin, ji alîyekî ve jî , meseleyê berovajî dikin û van êrîşan weke pevçûnên şexsî yên n di nav du malbatan de rûdaye nîşan didin û dibin piştgirên êrîşker ên nîjadperest.

Em spasîya Baroya Amedê dikin ku di cîh de midaxeleyê vê meseleyê kirîye û li malbata Kurdên Hewlêrî xwedî derketîye.

Divê baş bê zanîn ku, miletê Kurd ê ku bi jenosîden Enfalan û Helebçeyan , ji tu jenosîdan serê xwe li himberî zilm û neheqî û nîjadperestîyê netewandîye, dê li himberî êrîşên nîjadperestên li Tirkîyeyê jî serê netewîne û dê li her çar perçeyên Kurdistanê jî her bigihêje azadîya xwe.

Heger hinek hêzên tarî û nemirov ên Dewleta Tirkîyeyê li dûv planên qirêj yên ku bixwazin gelê Kurd û gelê Tirk bera hevdu bidin de bin, helbete ku miletê ku hişyar e û dê neyê vê provokasyonê. Lê em bangî aştîxwaz, demokrat, azadîxwaz û parastvanên mafê mirovan yên gelê Tirk jî dikin da ku li himberî planên provokatîf hişyar bin û gelê Tirk jî hişyar bikin da ku bila xêrnexwaz negihêjin armancên xwe yên qirêj.

Em vê êrîşa nîjadperest şermezar dikin û bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku dest ji vê sîyaseta xwe ya li dijî Kurdan berde û nebin piştgir û alîkarê êrîşkerên nîjadperest.

15.05.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin