Serokê Baroya Amedê: Ev êriş bi qesta kuştinê bûye

Serokê Baroya Amedê: Ev êriş bi qesta kuştinê bûye

.

A+A-

Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren diyar kir ku Baroya Amedê li ser êrişa li dijî malbata Kurd raportekê amade dike herwiha Eren dibêje ku li gorî zabitname û îfadeyên kesên rastî êrîşê hatine û şahidên bûyerê divê ev êrîşkar bi tawana "Êrîşa bi qesta kuştinê" bêne zindankirin

Serokê Baroya Parêzer Amedê Nahît Eren, ji Rûdawê re diyar kir ku ew li ser êrîşa nijadperest a li Mêrsînê raporek amade dikin û vê raporê dê roja şemî an jî yekşemê bi daxuyaniyeke çapemeniyë ji raya giştî re aşkera bikin.

Eren, destnîşan kir ku li gorî zabitname û îfadeyên kesên rastî êrîşê hatine û şahidên bûyerê divê ev êrîşkar bi tawana "Êrîşa bi qesta kuştinê" bêne zindankirin û wiha got: "Delîl û îfadeyên heyî pir zelal û aşkera ne. Em ê weke Baroya Amedê şopînerê vê dozê bin û em ê nehêlin ev kiryar bê ceza bimîne."

Malbateke Kurd a ji Hêwlêra Başûrê Kurdistanê duh li Mêrsînê rastî êrişa grûpeke nijadperestên Tirk hatibû.

Otomobîla wê malbatê Kurd ku bo geştê serdana Tirkiyê kiribû, li navçeya Bozyazi ya Mêrsînê ji aliyê grûpeke Tirk ve hatibû rawestandin û grûpa nijadperest jibilî dijûnên li dijî Kurdan, bi tundî êrişî endamên wê malbatê kiribû.

Di encama êrişa nijadperestên Tirk de jibilî endamekî din ê malbatê, Muştaq Mehmûd Kerîm bi giranî birîndar bûbû û niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Anamurê tê dermankirin.

Piştî ku ev bûyer bi rêya Rûdawê belav bû, komele û baroyên herêmê jî ketin nav tevgerê û li gor daxuyaniya Baroya Amedê şandek bi serpereştiya Serokê Baroyê ber bi Mêrsînê ve bi rê ketiye ku piştgiriya yasayî bide wê malbatê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin