Nivîskarekî Kurd pirtûkên Kurdî bê pere belav dike

Nivîskarekî Kurd pirtûkên Kurdî bê pere belav dike

Li Batmanê, nivîskarê Kurd Mehmet Saît Temel; pirtûkên ku nivîsîne bê pere li welatiyan belav dike. Temel di heman demê de Serokê Komeleya Çand û Baweriyan a Ehmedê Xanî ye û dibêje ku armanca min xizmeta çand û Zimanê Kurdî ye

A+A-

Li Batmanê, ji bo ku hişmendiya xwendina bi Kurdî belav bibe, Nivîskar Mehmet Saît Temel ku di heman demê de Serokê Komeleya Çand û Baweriyan a Ehmedê Xanî ye; pirtûkên ku bixwe li ser çand û dîroka Kurdî nivîsîne; bê pere li xelkê Batmanê belav dike. Temel dibêje; armanca min tenê belavkirina hişmendiya Zimanê Kurdî ye û pê re jî xizmeta çanda Kurdî ye.

Serokê Komeleya Çand û Baweriyan a Ehmedê Xanî Mehmet Saît Temel li ser belavkirina pirtûkan wiha axivî: "Mixabin li bakûr a niha xwendina bi Kurdî kêm e. Di dibistanan de di fermiyetê de di karê dewletê de Zimanê Kurdî tuneye û gelek li paş maye. Hew di nav me û xelkê de maye. Ji ber vê jî nivîsandina bi Kurdî ji min re xweştir e. Armanca min jî ew e ji bo ku alîkariyeke min jî bigihîje, hindik be jî ji bo ku ez jî tevkariyê li Zimanê Kurdî bikim, çend pirtûkên bi Kurdî li Zimanê Kurdî zêde bikim."

Nivîskar Mehmet Saît Temel, çiqas derfetê dibîne; li kuçe û kolanên ê pirtûkên xwe li welatiyan belav dike. Welatî jî ji ber vê liv û tevgera nivîskar dilxweşiya xwe tînin zimên û dibêjin ku dê bi bandora vê xizmetê, hişmendiya xwedîderketina li zimên zêdetir bibe. Faysal Altûn û Şukru Seçkîn wekî welatî vê xebatê erênî dibînin û dibêjin ku em bi vî awayî hay li çand û dîroka qewmê xwe dibin.

Nivîskar Mehmet Saît Temel, heta niha 5 pirtûkên bi Kurdî çap kirine û pirtûkên wî li ser çand û dîroka Kurdî ne. Nivîskar ji Şeddadiyan heta Merwaniyan dîroka Kurdan bi awayê roman girtiye dest û dixwaze ku agahiyên dîroka Kurdan ji aliyê nifşê nû ve jî werin zanîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin