Nêçîrvan Barzanî: Ya ku YNKê kir destpêkeke metirsîdar e

Nêçîrvan Barzanî: Ya ku YNKê kir destpêkeke metirsîdar e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konfranseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, ku “çûna me bo Bexdayê jibo wê yekê bû ku em yekîtî û yekrêziya gelê Kurd biparêzin” û tekez kir, lê “mixabin YNKê yekrêziya Kurdan têk bir.”

A+A-

Li ser pira posta serokomariya Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku ev post maf û pişka gelê Kurdistanê ye, ne aliyekî siyasî û got: Bi nêrîna me, diviyabû ev pirs di nava fraksyonên Kurdistanî de li Bexdayê bihatiba yekalîkirin, ku pêştir jî ew yek hatiye kirin, neku aliyên din berbijêrê Kurd bo vê postê destnîşan bikin.

 

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ev pêngava tekalî ya YNKê gelek cihê nîgeraniyê ye û destpêkeke metirsîdar e, ku ev post li derveyî îradeya xelkê Kurdistanê hatiye diyarkirin. Ya ku hevalên YNKê kirin, jibo pêşeroja gelê Kurdistanê metirsîdar e.

 

Di bersiva pirsekê de li ser egera zêdebûna nakokiyên PDKê û YNKê û meseleya du îdareyiyê li Herêma Kurdistanê de jî, Serokwezîr Barzanî ragihand, bi ti awayî ti kesî behsa du îdareyiyê nekiriye û ew yek jî çênabe, lê belê ji niha pê ve Partiya Demokrata Kurdistanê dê li ser esaseke nû reftarê li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bike.

 

goran.jpg

 

Li aliyekî din Endamê Civata Niştimanî ya Gorranê Hêmin Şêxanî behsa helwesta Gorranê li ser serokomarê nû yê Iraqê Berhem Salih kir û got, em Berhem Salih wek serokomarê xwe nabînin. Emê giraniya xwe bidin sextekariyên ku YNKê di hilbijartinan de kiriye.

 

Hêmin Şêxanî her wiha got, di hilbijartinan de dengên me bi sextekariyê hatine dizîn. Divê ev were sererastkirin, eger wisa nebe emê helwestek tûj nîşan bidin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin