Li Stenbolê panêlek ser zimanê Kurdî hat saz kirin

Li Stenbolê panêlek ser zimanê Kurdî hat saz kirin

Di panelê de, rewşa zimanê Kurdî hat nirxandin û hat dîyar kirin, zimanê Kurdî xwedî gencîneyek mezin e û dikare bikeve nav karwanê zimanên pêşketî.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Ji alîyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî û weşanên Peywendê ve li zankoya Bilgi ya Stenbolê li ser fikirîn, nivîsîn û weşandina bi Kurdî panelek hat rêvebirin.Di panelê de nîvîskar,lêkolîner û mamosteyên Kurdî li ser rewşa edebîyat û zimanê Kurdî nêrînên xwe parve kirin û ragihandin van salên dawîyê de edebîyata Kurdî baş pêş dikeve lê ji ber ku zimanê Kurdî nebûye yek standart astengî hê jî berdewam in. Mamosteyê zimanê Kurdî yê Zankoya Artukluya Mêrdînê Zulkuf Ergin dîyar kir vê sedsala paşîyê de ji ber gelek sedeman zimanê Kurdî ji gelek pêşketînên cihana Modern paşde maye lê Pêşengên Kurd, Nîvîskar û ronakbîrên Kurd ji bo Kurdî xebatên gelek mezin kirine û ew jî dixwazin vê xebatê berdewam bikin da ku zimanê Kurdî bikeve nav karwana zimanên pêşketî.

Zulkuf Ergîn-Mamosteyê Zankoya Mêrdînê- dibêje:''Sed ,sed û bîst sale em bi cihana Rojavayî re rû bi rû man me fêm kir em ji gelek alîyan ve paşde mane.Li derveyî me cîhanek hatîye afirandin,Têgehên wê hene ,zimanê wê heye.ji xwe bi rêbazeke taybet Pêşengên Kurd, Nîvîskar û ronakbîrên Kurd behsa wê yekê kirine.Heta ji me tê em ji gencîneya Kurdî sûdê wergirin.Cihê ku me nekarî em ji zimanên pêşketî sûd wergirin,Yanî tu zimanek nîne di serî de Îngilîzî zimanek cihanî ye ,hemû tiştên ku bikartînîn xwerû bi ingilîzî be .Ji Latînî ji Fransî heta ji zimanên Rojhilatî girtine.Ev jî rêyeke lê divê mirov pêşîyê ji gencîneya xwe sûdê werbigire.''

Nivîskar û rexnegirê Edebîyatê Remezan Alan jî dîyar kir ji bo pêşketina zimanekê giringîya teorî û rexneyên edebî gelekî zedeye û ji ber ku ev tişt di Kurdî de tişteke nûye hê jî hinek kêşeyên termînolojîyê hene.

Remezan Alan-Nivîskar- got:''Teorî bi Kurdî,an jî meseleyên teorik di Kurdî de tişteke nû ye.Ilmên beşerî,zanistên mirovî giring in yek ji wan jî edebîyat e,rexneye an jî teorîya edebîyatê ye.Tunê bûna pêvajoyeka standartkirina zimanê Kurdî ku bi rêya dezgehên herkes qedr û qîmeta wan digire ji berk u çênebûye ev kêşe jî dibe parçeyeka serborîya her şexsê ku di vî warî de dixebiti.''

Di vê panelê de ji nivîsîna bi Kurdî heta werger û xebatên zanîstî yên li ser Kurdî her tişt hatin axaftin û hat dîyar kirin zimanê Kurdî xwedî gencîneyeke mezin e û eger xebatên li ser Kurdî bi rêya dezgehên pêbawer bên rêvebirin di gel hemû astengî û zehmetîyên pêşerojek geş li benda Kurdî ye.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin