Li Dêrsimê Cejna Gaxandê hatîye pîrozkirin

Li Dêrsimê Cejna Gaxandê hatîye pîrozkirin

Li navçeya Pulurê ya Dêrsimê cejna Gaxandê hatîye pîrozkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li Pulurê cejna Gaxandê hatîye pîrozkirin. Pîrozbahîya Gaxandê bi beşdarîya koma govendê ya bi navê Dewzera, welatî û esnafan li navenda navçeyê pêk hatîye.

Li gorî kevneşopîyê zilamek xwe dixe qilixê kalekî û yek xwe dixe qilixê bûkekê digel alîkarekî wan bi lêxistina dahol û zurnê direqisin û ji esnafan xwarinê berhev dikin û sersala welatîyan pîroz dikin.

 

3-060.jpg

 

Di lîstikê de hinek welatî hewl didin bûka kalo birevînin û kalo jî bi gopalê xwe bera wan dide.

Pîrozbahî di bin barîna berfê de bi dahol zurneyê û dîlanê dewam kirîye. Pişt re jî xwarinên ku hatin berhevkirin, li hola dawetê ya şaredarîyê hat îkramkirin.

Ji koma govendê Emre Koçî got ku kevneşopa Gaxandê di nava çanda Elewîyan de ye û wiha pê de çû: "Em li sûk û bazarê li esnafan digerin, ev roj ji bo me pîroz e. Rojî tê girtin, loqme tên belavkirin, danûk tê kelandin û ji bo zêdebûna heywanan ew danûk li axur û goman tên daleqandin. Kevneşopa Gaxandê çalakîyeke derûnî ya qedîm e. Berê herkes li taxa xwe, li gundê xwe mal bi mal digerîyan, rûn, nan, ard berhev dikirin û dûv ra digel gundî taxeyîyan dixwarin û beşek wê jî li feqîran dihat belavkirin."

 

4-047.jpg

 

Derbarê Cejna Gaxandê de

Li Dêrsimê weke sersal tê qebûlkirin. Li gorî Salnameya Hicrîyê tê pîrozkirin. Di çanda kurdên elewî de rojeke girîng e. Di vê rojê de mêrek an jî zarokek kur bi hirîyê riheke spî ji xwe re çêdike û xwe dixe şiklê kalekî ku navê wî Kalo ye, dîsa mêrek an jî zarokekî kur xwe dixe şiklê pîrekê ku navê wê Fato ye. Koma bi serpereştîya Kalo û Fatoyê derdikeve rê, li gund mal bi mal digerin û xwarinê kom dikin, govendê digerînin.

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin