Şanda leşkerî ya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike

Şanda leşkerî ya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike

Ofîsa fermandeya hêzên çekdarên Iraqê ragihand, ti bingeheke artêşa Amerîkayê li Mexmûr û Xaneqîn nîne û biryare heftîya bê jî şandeke bilind a leşkerî ya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê bike.

A+A-

Navenda NûçeyanBerdevkê Ofîsa Fermandarê Hêzên Çekdarên Iraqê, Lîwa Ebdulkerîm Xelef ji Rûdawê re ragihand, ku zanyarîyên derbarê hebûna hêzên Amerîkayê li Mexmûr û Xaneqîn dûrin ji rastîyê û dîyar kir: “Tenê bi rêya odeya bilind a operasîyonan li Bexdayê hemahengî di navbera hêzên Iraqî û Amerîkî de heye.”

Lîwa Ebdulkerîm Xelef got, ew dengoyên ku behsa hebûna hêzên Amerîkayê li Mexmûr û Xaneqînê dikin, ji rastîyê dûr in.

Ebdulkerîm Xelef dîyar kir, “hemahengîyeke baş di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ji bo rûbirûbûna DAIŞê heye” û tekez kir, ew yek ji bo şandeke pilebilind a bi serokatîya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê, Ebdulemîr Yarellah hatîye plankirin.

Xelef got, biryar e heftîya bê şandeke bilind a serbazî bi serokatîya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê, Ebdulemîr Yarellah serdana Hewlêrê bike û “mijara rêkxistina karên birêvebirina navçeyên di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û navçeyên di jêr kontrola artêşa Iraqê de, her ji Xaneqînê ve ta Zummarê bi rayedarên Kurd re gotûbêj bikin.”

Ev serdana şanda serbazî ya Iraqê bo Kurdistanê di berdewamîya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê yên têkildarî rewşa navçeyên nakok de ye.

Şandên herdu alîyan di maweya sala 2019ê de çend caran li Bexda û Hewlêrê civîyabûn û li ser pişka Kurdistanê ji bûdceya giştî ya Iraqê, dosyeya petrolê û rêvebirina navçeyên nakok danûstandin kiribûn.

Navçeyên nakok ên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, ji beşek ji rûberên parêzgehên Mûsil, Selahedîn û Dîyaleyê û tevahîya parêzgeha Kerkûkê pêk tê.

Di serdema rejîma Beis a Sedam Hisên de, sîyaseta erebkirinê ji alîyê Bexdayê ve li wan navçeyan hat cîbicîkirin û Kurd û grûpên din ên etnîkî ji warê xwe hatin derxistin û li şûna wan Ereb hatin bicihkirin.

Li gor benda 140 a Destûra Iraqê divê çarenivîsa wan navçeyên Kurd bi rêya referandumekê were yekalîkirin, lê belê Bexda heta niha pabendî wê benda destûrê nebûye û referendum nehatîye kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin