Lêkolînek: Ciwanên kurd daxwazin kurdî bibe zimanê fermî

 Lêkolînek: Ciwanên kurd daxwazin kurdî bibe zimanê fermî

.

A+A-

Di lêkolînê de 20 taybetmendiyên ciwanên Kurd yên ji ciwanên Tirk cuda û hevpar hatine lêpirsîn. 
Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê 3 saziyên lêkolînê xebateke lêkonî a hevpar bi ciwanên Kurd rê kirine û encamên lêkolînê jî wek rapor belav kirin. Di raporê de helwestên ciwanên Kurd yên di warê nasnameya Kurdî de, bi siyasetê, hunerê û jiyana civakî re hatiye pirsîn û bersivandin.

Navenda Lêkolînên Kurd û Rawest bi hevkariya Saziya Xebatên Civakî û Balyozxaneya Brîtanyayê, li ser ciwanên Kurd yên temenê wan di navbera 18 - 30 salî de ye; lêkolîneke pênase kirin û danasînê kirine û wek rapor jî belav kirin. Di lêkolînê de li 8 bajaran bi 1473 kesî re anket hatiye kirin û bi 100 kesan re jî hevdîtin û hevpeyvînên hûrgulî hatine pêkanîn.

Rêvebirê Rawest'ê Rojesîr Girasûn lêkolînê û xalên ku di lêkolînê de derketine pêş ji Kurdistan24 nirxand û da zanîn ku li ser baldarî, helwest û çanda ciwanên Kurd gengeşiyên ji dane û lêkolînan bêpar dihatin kirin û wan jî xwestiye bi vê lêkolînê, taybetmendiyên giştî yên ciwanên Kurd bi daneyan şênber bikin.

Rêvebirê Rawest'ê Rojesîr Girasûn ji K24ê re got: "Di demên dawî de siyasetmedarên Kurd digotin ku em nivşên herî dawî ne ku hûn dikarin bi me re çareseriyê bipeyîvin û nivşên ku piştî me tên dê tundtir û radîkaltir bin. Her wiha gelek tişt û gengeşî û senaryo li ser ciwanên Kurd dihatin gotin. Em dizanin ku di duhatiya Tirkiyeyê de, dûhatiya pirsa Kurd dê bi ser ciwanên Kurd de berdewm bike û birêve biçe. Ji ber ku ev mesele nehatiye çareser kirin, hatiye paşve avêtin û heta ku bê çareser kirin jî dê bimeşe; loma jî pêwist e ku em nivşa nû a Kurd nas bikin. Lê belê tu dane û diyarde di destê raya giştî de tune bû, loma jî me xwest li ser vê meseleyê hin agahiyên derbixin holê û bi wan agahiyan jî nîqaşên nû hem ji bo siyaseta giştî hem jî ji bo siyaseta Kurd peyda bikin."

Di lêkolînê de 20 taybetmendiyên ciwanên Kurd yên ji ciwanên Tirk cuda û hevpar hatine lêpirsîn û bi tevahî di 16 kategroiyan de, taybetiyên ciwanên Kurd yên Çandî, nasnameyî, sekulerî û radîkalî, bandorên koçberî û cudagirtinê û helwestên li ser siyaset, huner û jiyana civakî hatine pirsîn.

Rojesîr Gîrasûn, taybetiyên ciwanên Kurd ku derdikevin pêş rêz dike û balê dikşîne ku ciwanên Kurd, helwesteke erênî ji bo siyasetmedarên nû nişan didin ku Selahatîn Demirtaş wek pêşengekî nû di ciyê pêşengên berê de tê pejirandin û her çiqas nivşên nû zêde bi Kurdî ne axifin jî daxwazên wan yên ji bo zimanê zikmakî ji nivşên berê zêdetir e.

Rojesîr Gîrasûn dibêje: "Em dibinin ku di nav ciwanên Kurd de radîkalîzm kêmtir dibe û dixwazin ku bi rêya siyaseta legal ango bi ser aktoren legal ve pêvajo birêve biçin ku ev jî doneyeke nû ye. Ciwanên Kurd belê li gor nivşên berê kêmtir Kurdî dipeyivîn û di jiyana rojane da kêmtir Kurdî bikar tînin, lê ji bo ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê jî daxwazên wan zêdetirin."

Rêvebirê saziya ku vê lêkolînê kiriye Rojesîr Gîrasûn, li ser cudahiyên ciwanên Kurd ji ciwanên Tirk jî tîne ziman ku ciwanê Kurd ji %17 xwe bi nasnameyên sekuler pênase dikin ku ev rêje li Tirkiyeyê ji %10 e. Dîsa baldariya ciwanên Kurd ji bo xebatên hunerî gelek zêdetir e ji ciwanên Tirk.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin