Hejmara girtiyên li dijî Lukashenko zêde dibin: 135 kes hatin girtin

Hejmara girtiyên li dijî Lukashenko zêde dibin: 135 kes hatin girtin

.

A+A-

Li Belarûsê xwepêşandan li hember desthilatdariya serokê welat Alexander Lukashenko berdewam  dikin. Herî dawî di encama xwepêşandanên Yekşemê yên li Belarûsê, li gor koma mafan ya bi navê (Bihara 96), 135 kes ji aliyê polîsan ve hatin girtin.

Rûsya, Belarûsa ku nufûsa wê ji 9.5 milyon kesan pêk tê, weke dîwarê ewlekariya xwe yê li hember NATOyê dibîne. Ji encama hilbijartinên 9ê Tebaxê heta niha, ji ber xwepêşandanên li dijî Lukashenko, ew welat têk diheje û dijberên serok Lukashenko dibêjin sextekarî di encamên hilbijartinan de hatine kirin.

Li gorî ajansa nûçeyan ya navxweyî Nasha Niva, zêdetirî 120 xwepêşandan, Yekşemê li Minsk ya paytext û bajarên din qewimîne.

Polîs di derketina her xwepêşandanekê de hejmarek kesên nerazî digire. Li gorî çavkaniyên opozisyonê ji dema destpêkirina xwepêşandan li Tebaxa borî heta niha zêdetirî 30,000 kes hatine girtin.

Lukashenko 26 sal in li ser desthilatê ye. Yekîtiya Ewropa ji ber ku hat îdîakirin di hilbijartinên Tebaxê de sextekarî hatine kirin, qedexeya seferkirinê daniye ser nêzî 50 berpirsên Hikûmeta Belarûsî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin