Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd daxuyaniyek li ser bûyerên li Başûr da

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd daxuyaniyek li ser bûyerên li Başûr da

.

A+A-

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd derbarê pêşhatên wê dawiyê yên li başûr Kurdistanê de daxuyaniyek da û ragehand xwepêşandan mafek e, lê di xwepêşandanan de tundî û tûjî nabe bê bikaranîn û ji helwêstê aştiyane derketin çêbe.

Daxuyanî waha ye:

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û HÊVÎYEK BO SERBIXWEYÎ

Xwepêşandinên vê dawiyê û bikaranîna mafên xwepêşandinê li Başûrê Kurdistanê, me nîgeran dike. Xwepêşandin, eger bi ewayek yasayî pêk bê, wek li welatên pêşketî ji bikaranîna hemû cure tund û tûjiyê dûr be, mafekî demokratîk yê hemwelati ye ku daxwazên xwe bi aşîtiyane bigîhînin mercên elaqeder.

Ewên ku di van rojên dawî da li Başûrê Kurdistanê rû dide, li bajarê Suleymaniyê erîş birin li ser dem û dezgehên Hukumetê, şehîdkirina pêşmerge, polîs û esfserên ku bergirî li xelkê Kurdistanê dikin, talan kirina mulkên ofîsên partiyan, mixabin ji rengê xwepêşandinên aşîtiya derketiye û qalibek tund û tûj girtiye. Ev yeka zerar dide xwepêşanderan bi xwe û bi bikaranîna tund û tûjîyê maf nayên bi dest xistin.

Îro, Başûrê Kurdistanê di rewşek gelek dijwar da derbas dibe. Çavê dijmin li pêşketina Herema Kurdistanê bar nabe. pîlanên dijmin, bajarê Kerkûk û navçeyên din yên Kurdistanê ku ne di nav îdareya Herema Kurdistanê da ye, bi erebkirin, şewitandina û talankirina mal û mulk û malên gundiyan e.

Hukumeta Bexdayê, bi mebestên provakatif naxwaze beşa butçeya Herema Kurdistanê binêre.

Lewra divê Kurd gelek hestiyar bin, Divê hemû Kurd yekgirtî bin, bi yekgirtinê bergirî li xeterên ku îro Hukumeta Herema Kurdistanê rûberûye, bigrên.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, xwepêşandanan wek mafekî rewa yê xelkê Kurdistanê dibîne. Lê nabe ku ev mafê rewa ya xelkê ji qaliba aşîtiyane û demokratîk bê derxistin û tund û tûjî bê bikaranîn.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, daxwaz ji xelkê Kurdistanê dike ku li dijî hemû cure xeter û ajawegîriyê, bi yek dengî mala Kurd û destketiyên Başûrê Kurdistanê bi parêzin.

10-12-2020

FKKS-Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin