Hejmara 158an a Nûbiharê weşiya

Hejmara 158an a Nûbiharê weşiya

.

A+A-

Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 158an derket pêşberî xwînerên xwe. Di vê jimarê de Mustafa Kılıçaslan gotara Dr. Karlênê Çaçan ya bi zimanê Ermenî ku di rezêkitêba Welat û Gelên Rojhilata Nêz û Navîn, cildê 8an de cih girtiye, wergerandiye Kurmancî. Murad Celalî nivîsa xwe ya bi navê “Gera Dîrektor Elî beg ya li Kurdistan û Bexdayê” li ser vê gerê ava kiriye. Felat Dilgeş di nivîsa “Bavo Çûye Dignûgê!” de bi zimanekî zelal û herikbar, behsa malbata xwe, bi taybetî jî behsa wefata bavê xwe, sêwîbûna xwe û birayên xwe kiriye. Yûnis Amedî di nivîsa “Ji Gencîneya Kurdî Çendîn Bêje” de ji devera Erxeniyê hinek peyvên herêmî dane.

 Her wiha di vê jimarê de du hevpeyvîn hene. Di şi’ra modern ya Kurdî de Rojen Barnas tesîrek wî ya zêde heye li ser gelek kesan. Nêzî 60 sal in şi’rên Rojen Barnas ji gelek kesan re bûne îlham. Heta niha gelek kesan xwestiye pê re hevpeyvînekê bikin, wî nexwestiye. Abdullah İncekan ev tişt pêk anî. Di vê jimarê de em hevpeyvîna wî digel çend resmên wî yên neweşiyayî didin. Hevpeyvîna din, nivîskarê heja Dr. Ömer Uluçay, bi nivîskarekî din ê hêja Receb Dildar re çêkiriye.

M. Zana Karak di vê jimarê de helbesteke Şêx Mistefayê Abirî parve dike. Mela Mistefa di sedsala 19em de hatiye dinyayê, di sala 1915an de jî wefat kiriye.

Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe Ali Karadeniz, Ebru Yılmaz, Sabri Akbel, Osman Aytar, Ömer Faruk Feyat, Rahmetullah Karakaya, Wehab Mistefazade, Evdî Hesqera-Sadiqê Goçanî, Mutî û Receb Dildar cih girtine.

Helbestkarên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Hafizê Şîrazî, M. Zahir Ertekin, Telet Tahîr, Kevok Mizgîn, Perwîz Cîhanî, Mela Muhemmed Gulnar, Ahmed Arif, Sîpanî, Merve Şivan, Xecê Rêdûr, Evdilxaliqê Îsa, Xortê Nazik û Bamed Serdar.

 

Beşekî ji nivîsa edîtorê kovarê Suleyman Çevik;

“Li ser zêdebûna mesrefên me dixwazim dusê gotinan bikim: Van roj û demên dawîn ji bo me weşangeran demên herî xirab in. Jixwe rewşa weşanên Kurdî berê jî baş nebû, li hemberî perê biyanî bêqîmetbûna perê Tirkî mesrefên me du qat zêde kirine. Ji destê me were, emê pirtûkên Kurdî yan bê pere, yan jî bi pereyek kêm bidin xwendevanan. Mixabin tiştek weha mumkun nîne; îcar di rewşek weha de em mecbûr in li gor piyasê tev bigerin, bihayê kovar û pirtûkan zêde bikin”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin