Bi beşdariya 35 serok û serkirdeyên cîhanê 58mîn Konferansa Ewlekarî ya Munchenê tê lidarxistin

Bi beşdariya 35 serok û serkirdeyên cîhanê 58mîn Konferansa Ewlekarî ya Munchenê tê lidarxistin

.

A+A-

 Îro 58mîn Konfernsa Ewlekariya ya Munchenê bi amadebûna 35 serok û serkirde û 100 wezîrên derve û berevanî yên welatên cîhanê û bi sedan berpirs û pisporên ewlekariyê yên cîhanê destpê dike û şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê jî têde beşdar e. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo konferansê hatine vexwandin.

Serokê Herêma Kurdistanê li Munchenê li gel Serokê Komsîyona Yekîtiya Ewropayê, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, wezîrên derve yên Fransa, Îran, Qeter, Vatîkan û çend welatên din û herwiha li gel Wezîrê Berevaniyê yê Yûnanê û Wezîra Derve ya Almanyayê hevdîtinan pêk tîne.

Serokê Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê, Wolfgang Ischinger dibêje, “Di çarçoveya wan navçeyan de ku giring in û dewletan wan tune ye, min giring dît ku Serokê Herêma Kurdistanê vexwînim.”

Wolfgang Ischinger ragihand, “Ez dikarim bêjim kultûra Konferansa asayîşa Munchenê her wa bûye, ne ku tenê li gor protokolê serokê û berpirsên welatên cîhanê têne vexwendin lê pêkhateyên herêman ew; ku ji bo siyaseta cîhanî û navçeyî û siyaseta kirîzan girîng in li ber çavan têne girtin. Ji ber vê yekê ew biryara ku berî çend salan me daye dirust bû ku me berpirsên Kurd vexwendin. Îsal me serok Barzanî vexwend û gelekî kêfxweşim ku tevî wê rewşa ne aram ya Korona, konferans birêve diçe û ew amade dibin.”

Serokê Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê diyar kir, “Ev li cem min gelekî girîng e û li cem min bi mebeste ku berpirsên wê navçeyên ku girîng in û welatên wan nîne, li vir dengê wan hebe û derfet bi wan bê dayîn. Ev ji bo bihêzkirina demkorasiyê girîng e. Herweha di raporta îsal ya konferansê de behsa wan pirsgirêkan dikin ku niha welatên demokrat yên Rojava hene ku me navê bdesthilatê lê kiriye. lI vir em rûbirûyî vê yekê dibin ji bo çareserkirina pirsgirêkan.”

Felah Mistefa, Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, Beşdarbûn û amadebûna cenazê Serokê Herêma Kurdistanê di Konferansa Ewlekarî ya Munchenê ya îsal de derfetek e, mijarên têkildarî Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê, mijara pêwendiyên dualî û pêwendiyên me li gel civaka navdewletî û mijara şerê dijî terorê ye, mijara koçberan û proseya siyasî ya li Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ye, herwiha awayê piştevanîkirina Herêma Kurdistanê di aliyê bihêzkirina saziyên demokrasiyê û mijara hilbijartinan, ew mijar in ku Herêma Kurdistanê weke hevbeşekî li gel civaka navdewletî bi hev re li ser kar dikin.

Konfernsa Ewlekarî ya Munchenê salane li bajarê Munchen ê Almanyayê tê lidarxistin û têde ew pirsgirêk û krîzên cîhanî tên gotûbêjkirin ku metirsî ne bo ser ewlehiya cîhanê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin