Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Gundê global û rewşa Kurdan

A+A-

Di jîyana xwe de min gellek bajar wekî emrê xwe kevnarê kirin û ew avêtin hêla din.

Bajar li pey bajaran li gellek cîyan gerîyam û di her bajarekî de leqayî mirovên cur be cur hatim û her mirovekê/î bi rengekî cuda têsîr li jîyana min kirin.

Tişta ku herî bala min kişandî ew bû ku gava bi Kurdekî re li ser bajaran an jî li ser memleket me qise dikir; gellek kesan navên bajarên welatên xwe nas nedikirin. Heta meriv navê wê yê sexte (navê tirkî) nedigot wê/wî ji gotinê fam nedikirin.

Gelo bi çi wechî ciwanên me, zaroyên me ji behra bê binî a zimanê xwe rûyê  xwe vegerandine ser coka genî û hemû jîyana xwe li ser coka genî saz kirine.

Navên qedîm yên bi sedsalan ku nehatine guhertin li ber navên sextê yên sedsalî û li ber lingên hespên hov yên neyar û dostan hatine pelçiqandin.

Dîrok tiştekî efû nake û hertiştî dinivîse û dê binivîse jî. Ez nenivîsîm jî teqez dê camêrekî hêjatir derkeve û dê binivîse û dê biqîre. Çareya dermanê me yek jê jî nivîsandine û ya din jî xwendine.

 

Di demê berê de hîn gund û bajar nehatine talankirin û hîn herkesî li ser xaka xwe bi zimanê xwe diaxivî; her zarok û her ciwan bi zimanê xwe mezin dibûn û turikê mejîyê xwe ji folklora dewlemend a Kurdan tije dikirin. Ev kesên berê hem zimanê xwe baş dizanîbûn, hem folklora xwe baş dizanîbûn û hem jî hemû bajarên welatên xwe ger nedîtibana jî wekî nav ew nasdikirin.

Ji wê dewrê heta vê dewrê gellek tişt hatin guhertin û di vê dewra me de jîyaneke global li ber çavan xwe nîşanî her welat û mirovan dide.

 

Di vê jîyana modern û global de sînorên bajar û welatan rabûn e. Lê her çiqasî sînor rabûbin jî sînorên mêjîyê mirovan zêdetir bûne.

 

Ev yek dişibe ceribînên sosyopsîkolojîk.

Di hundirê qefesekê de du heb mezelên biçûk tên çêkirin. Li mezelekê pisîkeke birçî û li mezela din jî mişkek heye û ya ku wan mezelan ji hev vediqetîne camek e. Ajal ji camê fam nakin û nizanin ku cam ji bo derbasbûna mezala din astengîyê derdixe.

Pisîka birçî gava çav bi mişkî dikeve hema xwe zer dike lê cam nahêle ku mişk bê girtin. Çend caran pisîk heman tiştî dubare dike lê tu encamê jê dernaxîne ji bilî êşa can. Pisîk û mişk fam dikin ku astengîyek li wir heye, piştî vê famkirinê bi hev re mijûl nabin û karê xwe yê rojane pêk tînin.

Gava cerîbîner camê ji holê radike û ew ajal hîn jî di bawerîyê de ne ku li wir astengîyek heye û têkilî hev nabin.

Ev cerîbîn nîşan dide ku astengîya herî zehmet di mejîyan de ye. Ger ku we di mejîyan de zindan, sînor an jî dîwar avakirin dê tu hêz nikariba wan ji wira rake.

Sînorên berbiçav bi qasî yên mêjî zehmettir nîn in û bi demê re sînorên li ser rûyên erdê diguherin lê yên mejîyan heta ebedê dimînin.

 

Mejîyê me Kurdan jî hînî astengîya bûye an jî hînî astengîyê hatîyê kirin. Ji demên berê heta niha axa wan hatîye parçekirin û di her axeke wan de leqayî îşkence û komkujîyên curbecur hatine.

Ziman û çanda me hatîye qedexekirin, Kurdên berê nediwêrîbûn ku bi Kurdî biaxivîyan, stranek bi zimanê xwe bigotana an jî guhdarî bikiribana.

Ji wan demên rûreş û dijwar Kurdan, xwe û çanda xwe heta dema modern a global parastine.

Lê nevîyên wan Kurdên berxwêder niha bi rêya destên xwe, xwe asîmîle dikin.

Di mejîyên xwe de hem bi destên mêtîngeran û hem jî bi destên xwe ji bo xwe,  welatê xwe, zimanê xwe, çanda xwe û hwd sînora avakirine.

 

Di vê jîyana modern de maneya sînoran nemaye û mirov bi rehetî dikare di jîyana modern a global de hertiştî ava bike.

Meriv dikare çanda xwe, zimanê xwe, dîroka xwe biparêze û bide naskirin.

Lê Kurdên me di jîyana global de hîn jî nikarin bi zimanê xwe binivîsin û çanda xwe biparêzin û bidin naskirin.

Li ser rûyê dinê ji 65 mîlyon zêdetir Kurd hene. Ger ev Kurdên me yên li cîhanê belavbûyîn li ser tor û medya civakî xwe li hev girê bidin dikarên rewşa welatê xwe, rewşa zimanê xwe û rewşa çanda xwe biguherînin.

Bi dest dayîna hev dikarin li her deverî gulan biçînin û her erdê welatê xwe bikin gulîstan.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin