
Navenda Diyalog bo Hevkarî: Kurdistan li hember tawanên rêjîmê de bêdeng nabe
.
(Banghêjiya mangirtina giştî li Kurdistanê bo piştevanîkirin li nerizayetiyên seranserî li Îranê û şermezarkirina cinayetên rêjîmê li deverên Kirmaşan, Îlam û Luristanê)
Xelkê xweragirê Kurdistanê!
Hizb û aliyên siyasî yên Îran û Kurdistanê!
Rêkxiravên civaka medenî!
Pêla nû ya nerizayetiyên seranserî li Îranê pê dawêje 10 mîn roja xwe. Ev nerizayetiyane, li derheq bi wan hemû belengaziyên ku rêjîma Îranê li dîroka deshilatariya xwe de bo xelkê Îranê bi diyarî aniye, “NE” gotinek eşkere, bilind û giştiyek din bi tevavetiya komara îslamî ye. Armanca wan nerizayetiyan li Îran û Kurdistanê, standina maf û azadî, vegerandina rûmeta mirovî û dawîanîn bi siyaseta înkarkirin, bidûrragirtin, kuştin, terorkirin û cudatîdanînên netewî û çandî ye.
Kurdistan li 47 salên derbasbûyî de pêşeng vê “NE” gotinê û çepera hertim avedan a azadîxwazî û rawestan li dijî komara îslamî bûye. Herwisa bi tevgera Jînayê, “Jin Jiyan Azadî”, deshilata dîktarorî ya komara îslamî rastî mezintirîn qeyrana rewatiya xwe li navxwe û derveyî Îranê hat.
Serîhildana nerizayetiyan li deverên nişîv ên Kurdistanê jî da xuya ku agirê vê serhildanê, her geş e, lewma xwenîşandan jî bi tundî hatine tepeserkirin û li bajarê Melekşa yê de tawanek mezîn hate qewimandin.
Em tepeserkirina xwenîşanderan û binçavkirina xelkê nerazî û mafxwaz ê Îranê ku siyaseta hertimî ya deshilata Îranê bûye, bi tundî şermezar dikin û bi armanca piştevanîkirin li nerizayetiyên sernaserî û hevpêwendî digel welatiyên me li Kirmaşan, Îlam û Luristanê, daxwaza mangirtina giştî li roja Pêncşemî 18ê Befranbara 1404 a Rojî dikin.
Kurdistan bi vê mangirtina giştî, careke din “NE”yek mezintir dibêje dîktatoriya komara îslamî û pêdegirî li ser wan mafên xwe dike ku azadî, vekhevî û mafên rewaye vê ye. Em daxwazê ji hemû Hizbên siyasî û rêkxiravên medenî yên Îran û Kurdiustanê jî dikin ku bi hevdengî û yekgirtî li hember tawankariyên komara îslamî de, helwîstê bigrin û pêşewazî ji vê banghêjiyê bikin.
Bijî piştevanî û yekgirtîbûna xelkê mafxwazê Kurdistanê!
Sernixûn be komara îslamiya Îranê!
- Partiya Azadî ya Kurdistanê
- Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê
- Sazimana Xebat a Kurdistana Îranê
- Komele, Rêkxirava Kurdistanî ya Hizba Komonîsta Îranê
- Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê
- Komeleya Şêreşgêr a Zehmetkêşanê Kurdistanê
- Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin