Berf, Goristan û Rêya şaş
Siraç Kirici
Sersal bi berfê xweş e.
Medyaya civakî bi dîmen û wêneyên berfa li Wêranşehrê, Qerecdaxê, Dîyarbekirê û dîmenên ji her çar perçeyên Kurdistanê, bi gili û gazinan bi kêf û şahî, bi videoyên yek ji yekî xweştir wek xewnek spî-boz nîşanî me dida.
Sala çûnî ez li Kurdistanê bûm, min li Wêranşehrê û Dîyarbekirê qet berf nedit. Min her dixwest ku di sersalê de li welatê xwe ji nav ciyayê Qerecdaxê ber bi Dîyarbekirê biçim û ew çiya bi berfê xemilandî be..
Bi tayibetî jî vê sersalê min dixwest ez ji Dîyarbekirê ber bi Adanayê biçim nebû…
Jîyan yekcarna guhdarî hêvî û xwestekên mirovan nake. Îsal ez hatim Almanyayê.
Şeva sersalê şevek xweş bû lê berf tunebû. Hezkiriyên me û malbata me ne li cem me bûn. Wek şeveke ji her şevên din, bi aramî û xweşî derbas bû.
Piştî ku sersal xelas bû, wek dîmenên Kurdistanê, çar rojan li ser hev berf li Bielefeldê jî barî. Em li malê asê man. Baxçe, pencerên me û kolana me spî-boz bûn, wek ku jiyan sekinî bû.
Bihna min teng bû. Ez tenê li malê bûm. Hest û xwestekek ku nayê tarifkirin min ji malê derxist. Min montê xwe yê qalind û lepikên xwe girt û ji malê derketim..Min berê xwe da aliyê daristanê. Her ku ez nêzî daristanê dibûm, wek ku min berê xwe da Qerecdaxê, kêfa min dihat. Gava ez dimeşiyam, nermiya berfê di bin lingên min de aramiyek dida min.
Rê teng bû lê li hin cihan meş zahmet bû. Dar û erd bi rengê spî-boz xemilandî bûn.
Hew min dit ku ez ber bi cihê ku qet min nedîtîye dimeşim. Min berê xwe da aliyê çepê û hêdî hêdî ez ji daristanê derketim û ber bi kaşek dirêj meşîyam…
Ez li ku me?
Min ji xwe re got: “Di vê alozîyê de tu wenda nebî.”
Wexta ku ez gihîştim dawiya kaşê, ez ber bi pêş ve çûm.
Li aliyê rastê dêr/kiliseyek xweş dihat xwanê kirin. Wexta ku ez nêzî Dêrê bûm, min dît ku li hember dêrê goristanek heye. Nêzîkî 20 sal e em li taxa Gadderbaum–Behtel dijîn, lê min vê dêrê û vê goristanê qet nedîbû.
Bêdengîyek hebû, min li derve kes nedît. Dêr/kilise û goristan tirs û bêdengiya zarokantiyê anî bira min.
Li Wêranşehrê “Mizgefta Kişla” hebû. Ew mizgeft li navenda bajêr bû û li kêleka wê goristanek hebû. Ez li cem terzî dixebitîm. Wek niha înternet tunebê, îmkan tunebû.Wek zarokê wê taxê me planan çêdikir û bi van planan me kêf dikir. Tîma me 6–7 heval bûn. Firneciyek hevalek me hebû, wî 5–6 torbeyên vala anî. Min wan birî û bi hev re kir yek peçe. Ji torbeyê ard min wek kefenek çêkir û bi şev em çûn nav goristana “Mizgefta Kişla”yê.
Ji tîma me du kes li serê kolanê disekinin, hem bav û birayên me dişopandin û hem jî me agahdar dikirin. Wexta ku rêwî dihat, wan li fitikan dixistin û me dest bi hazirîya çalakiyê dikir.
Em li aliyê mala Mustafa Gören disekinin. Wexta ku rêwî nêzîkî me dibû me xwe rê wan dida. Li taxa me Siwêregî jî hebûn. Şevek Apê Abdulkadirê Beg rastî çalakiyê me bû. Hevalek me derket ser mil/kola hevalê xwe û me cawê spî avêt serê wî, wek ku mirîyek ji mezarê radibe û her du destên xwe vedikir..
Niha saxe an mirî ye nizanim (wefat kiribe, Xwedê bi rehmeta xwe şa bike). Çavê wî li aliyê dîwarê ket û kesek dirêj bi cawê spî, wek kefen, li ber wî sekinîye. Dest bi dua kir…
Me bersiv dida wî,
“tuuuuuu… hele wereee…”
Apê Abdulkadir revek reviya… wek hemû mirovên ji xwe re digotin em mêrxasin û natirsin..
Wexta ku rêwî direviyan, em bi rojan dikeniyan. Goristan û derûdora wê cihê lîstika şanoya me bû. Em jî lîstikvan bûn.
Bi van biranînan ez pir meşîyam.
Taxa Gadderbaum min baş nas dikir, lê taxa Behtel ji min re xerîb dihat.
Berf hêdî hêdî dadiket ser rûyê min. Min dest avêt telefona xwe, şarjê telefona min ji ber bi qedandinê diçû. Ez gihîştim cihê ku biryarê bidim ka ez bi kîjan rêyê biçim. Rêyek rast bi rast diçû, rêya din ber bi aliyê destê rastê diçû..
Min navigasyona xwe vekir û navnişana malê dayê... Navîgasyonê aliyê rastê nîşan da û min wê rêyê şopand. Tariyê hêdî hêdî erd girtibû. Kolan vala bûn. Tu dibê qet kes li vê taxê najî. Reng û pejina jiyanê wenda bû.
Bi xêra navîgasyonê min kolana nêzîkî malê dît û ji ber gola nêzîkî mala me derketim. Gol bi buz girtibû, lê şên bûn. Ordekên wê golê li cihên ku buz negirtibûn sekinibûn.
Min telefona xwe mêzekir û berê xwe da malê. Di nûçeya sereke de operasyona Amerîkayê ya li dijî serokê Venezuelayê bû. Wexta ku mirov ji alî dadê, hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan vê mijarê dinirxîne, tu qalib û pîvanek nabîne. Hewcedarîya tarifek nû ya nizama nû heye.
Bi çavê kurdek gava ez vê bûyeran dinirxînim, kêfa rûxandina diktatorekî tu kes bi qasî miletê Kurd nizane. Konjuktur hatiye guhertin..Ji heqê “kesên bê ol, kesên bê îman tên.”
Aqubeta li ser serê diktatorên welatê me be, ji piştgirîya dewletên rojavayî nebe, niha li Rojavayê Kurdistanê kevir li ser kevir nedihiştin.
Sîyaset berjewendîye, berjewendiya me bi hêzên hevpeyman yek e. Ya din edebiyata maxduriyeta çepên tirk, faris û ereba ye.
Kinga em li Rojhilata Navin bûn xwedi çar statû û dewlet, emê helwesta xwe bi zelalî ji aliyê bê hiquqiyê bêjin. Vê gavê divê mijara me welatê me be.
Min serê xwe rakir. berf û xwîdan ber bi çavên diherike. Di nav wê tariyê û spîtîya berfê de ez gihîştim ber malê.
Rê wenda bû. Lê ev wendakirin nîşana rêkî din bû… ew ji vejinandina biranînên min bû.
06.01.2026 Siraç Kirici

