BI XÊR WERE, 2026
Nuri Aldur
Gûhertinên bi xêr û bêr, anjî ne yên bi xêr û bêr bi awayên jev cûda çêdibin. Evan gûhertinan, helbet eger em wan wek gûhertin qabûl bikin, bi gelek derencan/şart/pêvajoyan tên bi nav kirin û tên îtîraf kirin.
Li gor taxmîn û bawerîyamin, gûhertin (çi erênî bin, çi jî ne erênî: pozitîv-negatîv) wê di vê sal ê de/2026 an de pêkane be/mûmkûne ku bi sê awayan/sê forman çêbibin:
A. Xweza/efsane: li vir ew hiş û ramanên gûhertinan tûneye; ev dinya wilo hatîye û wê wilo jî biçê. Zivistan dibêt bihar û havîn dibêt payîz. Yanî evan demsalan/wext û zaman bandora xwe (iklîm: sar û germ, ba û bahoz, berf û baran, kel kela germa havînan, sir û seqama zivistanan) li ser erd û bin erda dinyayê dike û eve jî jîyana kes û beşeran pêktênê. Merov nasîbê xwe(maddî û manewî) ji vê atmosferê digrê û belkî jî şikir dike ku ev dinya wehaye û wê weha jî her berdewam bê. Ti gûhertin ne di rojanêdene û sibe wê mîna par û pêrar be anjî wê mina berî bi sed/hezar salan be.
Mîsal: belkî niha kêmbûne, lê berê gelek ji me kurdan di vê kategorîyên de bûn.
B. Xem û xeyal/fantasî û ûtopî: eve derence anjî fenomen/pêvajo ji ya "xwezayîyê" hinekî pêşketîtire, nêzîkî aqilanatire. Xwendevan karê bibêje ku; çawa "xeyal" karê bibe aqilanetir û hingî bersiv wehaye: hemû proje û hedef bi xeyalan destpêdike. Yanî merov wan xebatan pêşî di serên xwe de di hizirê/fikirê, gelek tiştan di serên xwe de ava dikê û xera dikê û senaryoyan çêdike, ta dighijê biryarekê. Ha, belkî evan senaryoyan dûrî realîteyê jî bin, balam pêwîste ku merov xwedî hinek xeyal be da bikarê dest bi kar ê/proje ya xwe bike.
Mîsal: hemû kar û xebatên bûrokratî anjî politîkî ji bo damezrandina komaleyek, partîyek û dewletek divê pêvajoyêde cîhê xwe digre.
C: Bername/program û plan: ev pêvajo anjî fenomena sêyemîn ku min bo gûhertinan şîrove kirîye; her tişt/hemî tişt li gor plan têt meşandin û taqîpkirin. Li vir "xweza/efsane" û "xem û xeyal" ne mane , anjî bi i gotinekedin ku wê hê rasttir be, ew fenomen(efsane û xeyal) jî bi "program û plan" ve entegrebûne. Kar û xebat li gor krîterên zanyarî û modernîzmê têt kirin û daxwazî ewe ku ewan plan û program jî bên tedbîqkirin.
Mîsal: Serokatîya Rêveberîya xweser ya Rojavayî Kurdistan îroj li Şam ê ye û gûft û goyan dikin, di tekoşin da gel ê xwe azadtir û serbilindtir bikin.


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin