Berxwedana 3yê Çile 1984an
M. Can AZBAY (Cano Amedî)
Îro salvegera berxwedana 3 Çile 1984 ya 42. ye. Îro roja ku hisên me yên bi êş û hêrsê ku derketiye asta herî bilind; nivşê civaka Kurdistanê yê herî jêhatî, çalak û xwedî armanc ku piştî berxwedana 5 Îlon 1980 carek din, li rûpelên dîrokê navê xwe nivîsand.
Îro salvegera 42yan a berxwedana 3yê Çile ye ku li taxa Baxlara bajarê Amedê bi dirûşmên “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe! Bimre mêtinkarî! Bijî berxwedana me!” bi yek dengî û bi yek dilî hatibûn qîrîn. Ew qêrîn û hawar li asîmanên Kurdistanê dengvedabû.
Di ser wan bûyeran de 42 sal derbasbûye, şahid û mexdûrên wê deme îro jî bi hestên berxwederî wan rojan bibîr tînin. Ez bi hişmendîya netewî şehîdên Kurdistanê, bi rêzdarî bi bîr tînim û hemû dost û hevalên ku di karwanê berxwedanê de cih girtine, li ber xwe dane û di rêya doza Kurdistanê de berdêl û kedên giran dane, bi hestê biratîyê silav dikim.
Di derbarê Girtîgeha Leşkerî ya 5 nolîyê, ango "Dojeha Amedê" de heta îro gelek tişt hatin gotin û nivîsandin; lê ji bo encamgirtineke hiqûqî gaveke şênber nehat avêtin. Hesab ji berpirsiyaran nehat pirsîn; berevajî vê, îşkencedar hatin parastin û li pêşiya darizandina wan bariyer hatin danîn. Dewlet bi van refleksên xwe careke din piştrast dike ku polîtîkayên red, înkar û îmhayê yên ku wekî mîraseke stratejîk ji Îttîhat Terakkiyê wergirtine, hîn jî di rojevê de ye û didome...
Zindana 5nolîyê ya Amedê ne tenê girtîgehek bû; ew ji alî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê wek "laboratuvarek asîmîlasyon û herifandinê" ku bi armanca tunekirina nasname, ziman û rûmeta gelê Kurd hatibû plan kirin. Ew îşkenceyên sîstematîk ku di destpêka salên 1980’î di nava van dîwaran de destpêkir, ne bûyerên ji rêzê bûn; sîyaseta dewletê ya ji alî rêvebirên dewletê ku di asta herî bilind de hatibû plankirin. Zindana 5 nolîyê, jibo hebûna Kurd û Kurdistanê ji holê rake, wekî navendek îşkencê ya pîlot hatibû bikaranîn.
Hovîtiya li vê girtîgehê hat kirin, ne tenê ji taqetxistina hêsîrên Kurd yên siyasî, lê biyanîkirina ji rûmetê wan kirin armanc. Bi dirûşma "Bi Tirkî bipeyive, pir bipeyive(!)" qedexekirina zimanê dayikê, wek karekî ji rêzê kirina her rêbaza dijî mirovatîyê, kirina îşkenceyan ya bi roj û şev ku her roj girantir dikirin, taqeta berxwedanek li asoyê diçirisand armanc dikirin. Lê belê ev tabloya tarî, berevajî hêviyên dijmin, xîret û taqetek serhildan û berxwedanê ku ji doza civakê re bû destan afirand. Em îro zelaltir dibînin ku mêtinkar, bi rêya vê mekanîzma zulmê ya misêwa, bi rêbaza bê kesayet û bê nasname kirinê, fetisandina hêza ciwanên çalak yên tekoşîna rizgariya netewa Kurdistan li demê belav bikin, di birkek ku karibin kontrol bikin û tune bikin, em îro zelaltir dibînin û xwedî delîlên şênber in.
Yek ji fetloneka (zivrînek) herî krîtîk Di dîroka 5 nolîyê de, yek ji qonxa herî çetin serhildana 5ê Îlona 1983’an û ya din jî berxwedan û rojiya mirinê ku di 3yê Çile 1984’an de pêkhat. Li dijî zordana radestiya teqez ya Kemal Yamak, Esat Oktay Yıldıran û Ali Osman Aydın ku ji dewletê hatibûn erkdarkirin; hêsîrên siyasî, bi birçîbûn, şewata canê xwe û mirinê bersiv da wan. Ev berxwedan jibo "Rawestandina îşkenceyan, pêkhatina mercên mirovî û naskirina nasnameya siyasî" û bingeha hêza mana li jiyanê bû. Ev berxwedan ku di 3 Çile 1984an de diruşmên ku bi yek dengî qîrîyan, ew ewrên ku civak û alîyên sîyasî hêsir girtibû belav kir û dîwarê tirsê hilweşand.
Ev çalakî ne tenê kesên nava çar dîwaran, her wiha muxalefeta derve ya civakî û bi taybetî jî bandorek mezin li ciwanên Kurdistanê kir. Berxwedana 3 Çile, şiyara "Radestbûn, mirov dibe bêbextîyê; berxwedan mirov dibe serketinê!" mînaka herî rast e. Pêla vê berxwedanê, li nêvkoyên mirinê, carek din mîrasa hêza berxwedana ciwanên Kurd derxist meydanê.
Ev şerê xîretê yê li zindana Amedê, ji bo civaka Kurd bû manifestoya rûmetê. Ev berxwedan û şerê xîretê, bû mirasek têkoşîna miletê Kurd. Di wê têkoşînê de Hayri Durmuş, Necmettin Büyükkaya, Cemal Arat, Remzi Aytürk, Yılmaz Demir, Orhan Keskin, Eşref Dursun, Vedat Aydın, Hatip Kapçak, Medet Özbadem, Bedi Tan, Kemal Pir û hemû şehîdên zindanê xwedî mîras û rûmetê ne. Ew hişmendîya berxwedanê îro jî weke kaniyek bingehîn a vîna ciwanên Kurdistanê ye.
Ruhê berxwedana 3 ê Çile 1984, navê afirandina serketinek li dijî bê îmkanîyan e. Vê rojê îspat kir ku zanînek bi hesreta azadîyê vêketibe, dîwarên ji betonê û derîyên hesin qet nikare hêsîr bigire. Îro Zindana 5 nolîyê wek navendek îşkencê ya herî xwedar, di hiş û ûjdanê mirovahiyê de riswa bûye. Di hişê mirovan de ne tenê wek navendek îşkencê, lê dê wek sembola serketina xîreta mirovahiyê ya li dijî hovîtîyê, barbarî û mêtinkariyê bijî.
Ez jî yek ji wan kesên ku di wê pêvajoyê de jiyame, 42 sal şûnda, bi parvekirina hest û ramanên hevalên xwe, her tim bi hevre diqîrin û dibêjin:
"Ev îşkence, di encama polîtîkayên dewletê ku bi awayekî stratejîk û sîstematîk pêkanîye li me hatin kirin. Sûcdar rasterê dewlet û berpirsên wê ne. Lewma divê dewlet bi fermî lêborînê ji me û ji miletê me bixwaze, mexdûriyetên me telafî bike û arşîvên wê demê ji raya giştî re veke. Ji bo lêpirsîneke rasteqîn divê hemû astengîyên dewletê danîne werin rakirin. Em ji bo parastina bîreweriya dîrokî û parvekirina ezmûnên xwe bi nifşên nû re, radigihînin ku emê bi ruhê berxwedana 3’yê Çile her tim bi hev re bin!" Bi hev re têbikoşin û li dijî dagirkeran erkê berxwedanê bicîh bînin.
Ez cardin hemû şehîdên ku di Zindana 5 nolîyê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînim. Heval û dostên li dijî zilim û zordarîyê, li dijî tengasî û nexweşîyan li berxwe dan bi hestê germ silav dikim. Hûn hûn bin tu carî li hemberî zilim û zordarîyê, li hemberî neheqî û bêbextîyê serê xwe netewînin! Bi hêvîya rojên serkeftina miletê Kurd her hebin, her bijîn!
03.01.2026 M. Can AZBAY (Cano Amedî)






YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin