Serhildana xelkê û tundîtijiyên rêjîmê berfirehtir bûne

Serhildana xelkê û tundîtijiyên rêjîmê berfirehtir bûne

.

A+A-

Ji aliyekê de ku li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarên wek Awdanan, Melekşa, Îlam û bajarên Luristanê de pitira şeqaman li destê xelkê de ne, serhildanek bi xwîn li ser şeqaman bi rê ve diçe, hêzên dije miroviyên rêjîmê, bi gulleyên şer li şeqaman, nexweşxaneyan û kolanan de xwenîşanderan dikin armanc û li bajrên wek Têhranê de jî rêjeyek ji xelkê li ser şeqaman de ne ku dirûşmên dijî binyata rêjîmê didin.

Li roja Sêşemî 6ê Kanûna Paşîn, li bajarên Îlam, Melekşa, Mormorî û Awdananê, şeqam li destê xelkê de ne û şerekî neberanber li navbera xelkê medenî û hêzên çekdar ên rêjîmê de qewimiye ku amarên serast ên girtî, birîndar û kuştinan li ber dest nîne, li wan bajaran de maşînên hêzên spaha pasdaran a terorîst û hêzên tepeserker li şeqaman têne şewitandin û rêjeyeke berçav ji jinan û keçan li xwenîşandanan de beşdar in.

Li bajarê Bucnûrd, Sarî, Sorişcan li parêzgeha Çarmihal û Bextiyarî, xwenîşandan berfirehtir bûne û pêka hinek zanyariyên nefermî li bajarê Têhranê de hejmareke berçav ji hêzên rêjîmê dest ji kar berdane û li hinek binkeyên wan de dijhevî û şer qewimîne û fermanên dayî cîbicî nakin.

Herwisa li bajarê Fûladşehr, bajarê Kerecê, xwendekarên zanîngeha Xwarezmî li Kerecê û zanîngeha Ilm û Sen`et a bajarê Têhranê kombûna nerizayetiyê lidar xistine durûşmên wek bimre Xamineyî dane û li taxên wek Narmek, Xakê Sifîd, Sersebz û Têhranpars û çend taxên dinê de xelk li ser şeqaman e.

Li bajarê Torbetê Heyderiye, hêzên rêjîmê li encama berxwedana xelkê revîne, li bajarê Meşhedê, li Nêyrîzê ser bi parêzgeha Fars, Qezwên, bajarê Elwend, Lahîcan, Burûcêrd, melekşehrê Îsfehan, bajarê Cask, Şîraz, Şehrê Kurd, Yezdanşehra Necefabadê, Reşt û çendîn bajarên din de xelk li ser şeqaman e û durûşma bimre sitemger çi şah be çi rehber, durûşma bingehîn a xwenîşanderan e ku rêjîma Îranê bi gelek micidî hewlê dide bi sextekarî û hişê destkird, durûşmên sexte li girtevîdyoyan de cih bike û belav bike ku bikare bi şêwazekê vê serhildanê ji rê derxîne.

Pêka dawî raporên nefermî rêjîma Îranê hêzeke zêde ji spaha pasdaran a terorîst û garda wîje ya hêzên tepeserkera întizamiya rêjîmê bi çekên sivik û giran, bo aliyê Îlamê hatine şandin û herwisa li bajarê Bokanê de jî hêlîkopterên rêjîmê li esmanê bajar û derdora vê de doran lêdidin.

Çavkanî: Kurdistan Media

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin