Belçîka: Divê hikûmeta nû ya Sûriyeyê mafên kêmîneyan biparêze

Belçîka: Divê hikûmeta nû ya Sûriyeyê mafên kêmîneyan biparêze

.

A+A-

 Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê ragihand ku divê di pêvajoya veguhastina siyasî ya Sûriyeyê de pêşî li mafên kêmîneyan û beşdariya hemû aliyan were girtin.

Wezîr hişyarî da ku bêyî parastina civakên cuda yên welêt, aramiyeke mayînde pêk nayê.

Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Maxime Prevot ku ji bo serdaneke fermî li Washingtonê ye, ji nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde re axivî.

Prevot diyar kir ku piştî serdema Esed a ku wî wekî "dramatîk" pênase kir, divê civaka navneteweyî şansekê bide hikûmeta niha ya Sûriyeyê.

Lê belê Prevot destnîşan kir ku pêşveçûn hîn nazik e û girêdayî nêzîkatiyeke siyasî ya berfireh e.

Prevot got, "Yek ji aliyên sereke ew e ku hikûmeta nû bi nêzîkatiyeke berfireh tekez balê bide ser hemû kêmîneyan."

Belçîka balyozekî nû dişîne

Wezîrê Belçîkî her wiha eşkere kir ku Belçîkayê gaveke nû ya dîplomatîk avêtiye û piştî çend salan biryar daye ku balyozekî nû bişîne Sûriyeyê.

Armanca vê gavê şopandina pêvajoya siyasî û jinûveavakirinê û rêgirtina li ber bêîstîqrariyê ye.

Entegrasyona HSDyê

Prevot anî ziman ku Belçîka piştgiriyê dide her cure entegrasyona di navbera hêzên Sûriyeyê de, di nav de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û pêkhateyên nû yên berevaniya Sûriyeyê.

Prevot şertê vê yekê jî wekî "xizmeta aştiyê, rêzgirtina li hiqûqa navneteweyî û parastina mafên kêmîneyan" destnîşan kir.

Prevot diyar kir ku hûrgiliyên teknîkî yên pêvajoya entegrasyonê li ber destê wî nînin lê tekez kir ku divê fikarên kêmîneyên Sûriyeyê li ber çavan bên girtin û got, "Giring e ku rêz li xelkê were girtin û em piştrast bin ku ev pêvajoya berfireh dê mafên hemû kêmîneyan biparêze."

Pirsên Rûdawê û bersivên Maxime Prevot:

Rûdaw: Hûn çawa li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û dilgiraniyê pêkhateyên wekî Kurd, Durzî, Xiristiyan û Elewiyan ên li hemberî vê hikûmetê dinêrin?

Maxime Prevot: Ez eşkere bibêjim, em difikirin ku divê em tekez şansekê bidin hikûmeta niha. Serdema Esed bi rastî dramatîk bû. Helbet niha her tişt çareser nebûye. Yek ji aliyên sereke ew e ku hikûmeta nû bi nêzîkatiyeke berfireh tekez balê bide ser hemû kêmîneyan. Beriya çend hefteyan, min biryar da ku em cara yekem balyozekî nû bişînin Sûriyeyê da ku em piştrast bin ku em dê pêvajoyê bişopînin. Ez hêvî dikim ku di pêvajoya jinûveavakirinê de rê li ber her cure pirsgirêkan were girtin. Lê divê em tekez balê bidin ser vê pêvajoya berfireh.

Rûdaw: Hûn alîkariya wan hêzan dikin ku li dijî DAIŞê şer kirine. Niha pêvajoyeke entegrasyonê di navbera HSDyê û hikûmeta nû ya Sûriyeyê de heye. Gelo hûn piştgiriyê didin vê entegrasyonê? Hûn li ser fikarên Kurdan ên derbarê tevlîbûna di nava pêkhateya nû ya berevaniya Sûriyeyê de çi difikirin?

Maxime Prevot: Rastî, hûrgiliyên van aliyan li ber destê min nînin, lewma ez naxwazim tiştekî şaş bibêjim. Lê rast e ku Belçîka dê piştgiriyê bide her cure entegrasyona ku xizmeta aştiya li herêmê bike. Ev yek ji bo rêgirtina li ber her cure rageşiyê ye. Giring e ku rêz li xelkê û hiqûqa navneteweyî were girtin û em piştrast bin ku ev pêvajoya berfireh dê bi rastî mafên hemû kêmîneyan biparêze. Spas.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin