Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Edebîyata Kurdî ya Klasik, Xizmeta Kurdevînîyê Kirîye

A+A-

Siddik BOZARSLAN

Pêşevayê Serxwebûna Kurdistanê Cenabê Kek Mesud, dema behsa Civata Şêx Ehmed Barzanî kir ku helbestên Melayê Cizîrî tim hatine xwendin û guhdarîkirin û bi wan gotinan jî adeta ji civatê ra mesajan da ku ew zarûkê Mahabadî ye ku di bin sîya Alaya Kurdistanê da hatîye dinyayê. Dîsa Cenabê Kek Mesud, req li cimetê nihêrt û adeta ji wan ra got, fermo baş guhdarîya van rêzên zêrîn bikin ku Melayê Cizîrî 500 sal berê raxistîye pêşîya çavên me hemîyan ku Kurdistan hebûye û heta hetayê dê hebe, welew ku hin hêzên zulumkar wê rastîyê qebûl jî nekin, teda û zulmê jî li me bikin, ew rastî û heqîqet nayên guhartin û bi dengeke bilind van rêzên Melê xwend:

Em piştê nadin du hezar xençer û tîr û rim û xişt

me serî danîye rê û bi Xwedê bistîye pişt

Ez gula baxçeyê Îrema Botan im

Ez şevçiraya şeva Kurdistan im

Melayê Cizîrî, di wan rêzên jorîn da adeta hem mesaj şandîye 500 sal berîya xwe jibo Elîyê Herîrî (400 Hicrî, 1009, 1010- 1078 – Mîladî) û gotîye vaye ez Alaya bi kurdînivîsînê û Kurdevînî û Kurdistanevînîyê li Cizîra Paytextê Mîrê Botan bilind dikim û wê alaya muqades danaynim erdê. Melayê Cizîrî bi wan rêzên xwe yên zêrîn dîsa mesaja kurdînivîsînê û Kurdistanevînîyê qêrîyaye û gotîye ku welew ku dereng jî bimîne, dê piştî mirina min jî her dê bi kurdî were nivîsîn û ji alîyên hozanên me yên dahatuyê ve careka dî û careka dî alaya Kurdevînî û Kurdistanevînîyê wê li bircên Cizîra Botan werin daleqandin ku tu hêz û qewet dê nikaribin li pêşîya wê rawestin ku encamên wê qêrînê jî 200 sal piştî koçkirina Melê, ew ala ji alîyê  Ehmedê Xanî yê Gewre ve hatîye bilindkirin ku îspata wê jî Dastana Neteweyî Mem û Zîn e. Û wek di rêzên Mem û Zînê ya Şaheser da hatîye pêşkêşkirin, hest û daxwazên Kurdevînî û Kurdistanevînîyê di sewîyeya tîtalekê da hatîye raxistin ku ew ala heta hetayê dê were daleqandin.

Qasî du sed (200) sal piştî wefata Melayê Cizîrîyê gorbihişt, Ehmedê Xanî yê Gewre, bi van çend rêzên zêrîn, mizgînîyê rêkir bo gorên Elîyê Herîrî, Melayê Bateyî, Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran û Alaya Kurdistanevînîyê bi van çend rêzên jêrîn li bircên Cizîra Botan koland ku heta hetayê wê daleqandî bimîne. ”Ehmedê Xanî, bi nivîsîn û belavkirina fikra welatevînîyê û azadîxwazîyê jî qîma xwe nanîye; her weha rîya rizgarîya Kurdistanê jî numandîye; bi peyveka dî, awa û rîya rizgarîya welêt jî dîtîye û nîşan daye:

”Herçî kesê ku dest avêt şûr bi têkoşîn û xîret

wî xist destê xwe bi mêranî, dewlet

Lewra wek bûkek e ev cîhan

Di destê şûrê tazî da ye hukm û ferman”

Lê belê jibo destavêtina şûr yekîtî divê; divê ku gelê kurd bi tevayî û bi yekîtî dest bibe şûr. Xanî li ser vê şolê jî sekinîye û weha gotîye:

Hevgirtin û yekîtîya me hebûna eger

û em hemî li pey hev biçûna eger  

Rom û Ereb û Ecem bi temamî 

hemîyan dê ji me ra bikira xulamî

me dê bi tevayî pêkbanîna dîn û dewleta xwe

me dê bi dest bixistina zanîn û hîkmeta xwe

Hingê dê ji hev bihatina kifşkirin peyv û gotin 

kesên xwedîhuner û hêgin jî dê bihatina bijartin”(M. E. Bozarslan, Mem û Zîn, r. 24-25)

”Mirov dişê edebîyatê bişibîne laşek, hunerê jî bişibîne gîyan; laş çawa bê gîyan najî û wezîfe nabîne, edebîyat jî bê hunerê vala û pûç dimîne, bi kêrê tiştek nayê û nikare dilê mirovan ber bi xwe bikişîne. Mesela, ku evîndarek bêje ”yara min pir rind e, çav û birûyên wê pirr xweşik in, dêmên wê sor û geş in”, ev peyv nabe edebîyat. Lewra hunerek tê da tune; di peyvên rojîn ên adetî da tiştên weha her tim tên gotin. Lê belê huner ew e ku evîndarek bejna yara xwe bişibîne şaxeka ter û teze, çavên wê bişibîne çavên xezalan, birûyên wê bişibîne kevanan, bijangên wê bişibîne tîran, dêmên wê bişibîne gulan yan jî dendikên hinaran; hingê ev peyv dibe edebîyat û dilê guhdaran yan xwendevanan ber bi xwe dikişîne, wan tîne kelecanê.

Huner ne ku tenê ji edebîyatê ra gîyanekî pêwist e; lê her weha ji folklorê ra jî dibe gîyan. Xasma stranên gelî, mirov dibîne ku hunereka mezin a gelek dilkêş di wan da heye. Di stranên dilan da yar tên şibandin bi xezalan, bejnên wan tên şibandin bi tayên rîhanan, dêmên wan dibin gul û dendikên hinaran; di stranên eşîrî û mêranîyê da jî ji mêrxas û şerkaran ra tê gotin ”bavê xezebê”, ”gamêşê dehlê”, ”gurê meha sibatê”, ”beranê mêran”, ”beranê çargurçik” û wd.

Dema mirov li edebîyata Kurdî ya klasik dinêre, mirov vê hunerê û hunermendîyê di hemî helbestên Kurdî da dibîne. Mesela hozanê Kurd ê gewre Melayî Cizîrî, yara xwe ya şox û şeng şibandîye stêra Zuhre, heybet û sawa awirên wê şibandîye heybeta pilingan, xalên rûyê wê şibandine misk, dêmên wê şibandine mirarîyan, gerdena wê şibandîye findek, liv û leyza biskên wê li ser enîya wê jî şibandîye govendê. Yareka ku ew qas xweşik be, bê guman dilê evîndarê xwe talan dike û dibe:

”Şox û şengê, Zuhrerengê

dil ji min bir, dil ji min

Awirên heybetpilingê

dil jimin bir, dil ji min

Wê şepalê(nazik), miskexalê

dêmdurê, gerdenşemalê

cebheta biskan sema lê

dil ji min bir, dil ji min”

Hozanê Kurd ê mezin Melayê Bateyî jî di helbesteka xwe da yara xwe şibandîye findeka şeva tarî, nûra şeva Leyletulqedrê û şevberatê, kulîlka baxçeyê Îremê, dêmên wê şibandine pirtûkek, zulfên wê şibandine notên li ser metnên pirtûkan, xalên rûyê wê jî şibandine nivîsarên axiftinê yên li ser pirtûkan.

”Subh û êvarê, şeva tarî, şemala kê yî tu?

Leyletulqedr û Beratan, nûrê mala kê yî tu?

Çîçeka baxê Îrem, şoxbejn û bala kê yî tu?

Bi Xwedê kî bêje min, kanê şepala kê yî tu?

Dêm kitêb e, zulf e haşî, şerhê xala kê yî tu?”

Eger kesek bêje ”bilbil evînadrê gulan e”, ev nabe huner; lewra ev peyv peyveka adetî ye. Lê belê eger hozanekî gewre û hunermend ê wek Feqîyê Teyran digel bilbil bipeyîve, ew dibe hunereka gelek dilkêş û   şîrîn:

”Feqî we (weha) gote bilbil: Tu bilbilek sewda yî?

Işqa te, ya mecaz (ne rastîn) e; yara te bê wefa yî?

Dosta te ebed bixwaze, da lê nebit fenayî

Bilbil dîsa xeber da: Qismet cara ewil bû

Aşiq bûme li werda (gulan), maşûqa (yar) min sorgul bû

Lew ez dikêşim derda, li min birîn-i kul bû”

(M. Emîn Bozarslan, Mem û Zîn, r. 73-74)

”Dema mirov li ”Mem û Zîn”ê dinêre, mirov dibîne ku Xanîyê nemir bi hostatîyeka mezin tê da hunera salixdanê (teswîrê) bi karanîye. Di beşê 5´an da, dema qala rewşa Kurdan a dijwar û bextreşîya wan kirîye, daye zanîn ku Eceman û Romê yanî Osmanîyan, êlên Kurdan ji tîrên xwe yên tunekirinê ra kirine amanc; Kurd şibandine mifteyên li ser sînoran, êlên Kurdan jî şibandine bendên zexm û keleyan; Rom û Ecem şibandine du deryayan, Kurd jî şibandine berzexekî (bejê zirav û teng ê ku di nav du deryayan da dibe sînor) ku wan her du deryayan ji hev diqetîne:

”Rom û Eceman ji her du alîyan ve êlên Kurmanc

ji tîrên xwe yên tunekirinê ra kirine amanc

Goya ku li ser sînoran, Kurd hemî mifte ne

êlên wan hemî goya ku bendên zexm in, kele ne

Ew Rom û Ecem, wek du deryayên li dijê hev in

Her cara ku bilivin û ji warên xwe derkevin

Kurd bi xwînê dilewitin û dimînin

Wek berzexek (sînorekî bejî) wan ji hev diqetînin”

(M. Emîn Bozarslan, Mem û Zîn, r. 75)

Ji ber ku min çarçoveya vê nivîsarê bi giranî di çarçoveya girîngîya zimên da raxist pêşîya we hêjayan; min fêde dît ku ev çend rêzên jêrîn jî jibo girîngîya zimên pêşkêşî cenabên we bikim da ku hun li ser bifikirin.

Önceki ve Sonraki Yazılar