SOMO: Ji bo diyarkirina mesrefa hilberîna petrola Kurdistanê peyman hat îmzekirin

SOMO: Ji bo diyarkirina mesrefa hilberîna petrola Kurdistanê peyman hat îmzekirin

.

A+A-

Birêvebirê Giştî yê SOMOyê ragihand ku wan bi kompanyaya şêwirmendiyê re peyman îmze kiriye û ew dê mesrefa hilberîna petrola Herêma Kurdistanê diyar bike.

Birêvebirê SOMOyê piştrast kir ku "Hinartina petrolê careke din ranaweste."

Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya Bazirganiya Petrolê ya Îraqê (SOMO) Elî Nizar Şetrî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Elî Nizar Şetrî diyar kir ku ew peymana sêalî ya ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê hatiye kirin, garantî ye ji bo nûkirin û piştrastbûna wê yekê ku hinartina petrolê careke din ranaweste.

Yek ji xalên peymana 25ê Îlona 2025an a di navbera Hikûmeta Federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolê de ew bû ku bi Kompanyaya Wood Mackenzie ya Brîtanî re peyman were kirin da ku mesrefa hilberînê diyar bike.

Heta ku mijar zelal dibe, ji bo mesrefa derxistin û veguhastina petrolê 16 dolar hatiye diyarkirin ku bidin kompanyayan lê li şûna pereyan petrola bi nirxê rojê tê dayîn.

"Dê di demeke nêzîk de dest bi kar bike"

Li gorî gotina Birêvebirê Giştî yê SOMOyê, peymana bi kompanyaya şêwirmendiyê re hatiye kirin dê di demeke nêzîk de dest bi kar bike da ku mesrefa hilberîna li kêlgehên Herêma Kurdistanê diyar bike.

Elî Nizar li ser hewldanên peydakirina kiryaran ji bo petrola Îraq û Herêma Kurdistanê got:

"Hemû hewldana me ew e ku em wan kiryaran li dora petrola xwe bicivînin ku nirxê herî bilind didin û ji aliyê yasayî ve bê pirsgirêk in."

"Daxwaza Ewropayê zêde ye"

Birêvebirê SOMOyê da zanîn ku daxwazeke zêde ya Ewropayê li ser petrola Îraq û Herêma Kurdistanê heye lê hîn jî bazarên Asyayê kiryarên herî mezin in.

Elî Nizar got, "Ji sedî 78ê petrolê diçe bazarên Asyayê, ji sedî 12 diçe Ewropayê û ya dimîne jî diçe bazarên Amerîkayê."

Îraq mehane nêzîkî 4 milyon û 200 hezar bermîl petrol hildiberîne û ji vê rêjeyê di navbera 3 milyon û 300 hezar heta 3 milyon û 400 hezar bermîlan de hinarde dike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin