Trump: Venezuela dê 50 milyon bermîl petrol bide Amerîkayê

Trump: Venezuela dê 50 milyon bermîl petrol bide Amerîkayê

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku birêvebiriya demkî ya Venezuelayê dê di navbera 30 - 50 milyon bermîl petrol radestî Amerîkayê bike.

Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.

Donald Trump diyar kir ku "Desthilatên Demkî" yên Venezuelayê dê 30 heta 50 milyon bermîl petrola bi kalîte û ya di çarçoveya sizayan de radestî Amerîkayê bikin.

"Dahat dê hem ji bo xelkê Venezuelayê û hem jî yê Amerîkayê were bikaranîn"

Trump destnîşan kir ku ew petrol dê bi nirxê bazarê were firotin û da zanîn ku birêvebirina dahata ku dê bi dest bikeve dê bi sifeta "Serokê Amerîkayê" di destê wî de be.

Trump tekez kir ku ew dê garantî bike ku ev fon hem ji bo berjewendiya xelkê Venezuelayê û hem jî yê Amerîkayê werin bikaranîn.

Fermana "demildest" ji bo Wezîrê Enerjiyê

Trump eşkere kir ku ji bo bicihanîna planê Wezîrê Enerjiyê Chris Wright erkdar kiriye û got ku wî fermana destpêkirina demildest a proseyê daye.

Trump behsa hûrgiliyên lojîstîk jî kir û da zanîn ku petrol dê bi keştiyên depokirinê were wergirtin û rasterast bigihîje benderên valakirinê yên Amerîkayê.

Çi bûbû?

Li Caracasa paytexta Venezuelayê 3yê Kanûna Paşîn bi dema herêmî derdora saet 02:00yan dengê teqîn û balafiran hatibû bihîstin.

Birêvebiriya Venezuelayê piştî teqînan Amerîka bi êrişkirina ser tesîsên sivîl û leşkerî yên li herêmên cuda yên welêt tohmetbar kiribû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku êrişeke mezin li dijî Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro hatiye kirin û Maduro û hevjîna wî derxistine derveyî welêt.

Wezîra Dadê ya Amerîkayê Pam Bondiyê jî eşkere kiribû ku li Amerîkayê derbarê Maduro û hevjîna wî Cilia Floresê de gilî hatiye kirin û tometên wekî "terorîzma hişbirê, qaçaxçitiya kokaînê, xwedîbûna tivingên makineli û amûrên wêranker ên li dijî Amerîkayê" arasteyî Maduro kirine.

Birêvebiriya Venezuelayê ji bo şermezarkirina Amerîkayê bang li civaka navneteweyî kiribû, hinek welatan êriş rexne kiribû û hinek welatan jî bi daxuyaniyên xwe piştgirî dabe Amerîkayê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin