
Koşka Spî: Ji bo Greenlandê vebijarka leşkerî li ser maseyê ye
.
Koşka Spî bi awayekî fermî piştrast kir ku ji bo plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a kirîna Greenlandê vebijarka midaxeleyeke leşkerî "her dem li ser maseyê ye."
Piştî operasyona Venezuelayê ev daxuyanî bû sedema bertekan li paytextên Ewropa û Danîmarkaya hevpeymana NATOyê.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê di daxuyaniyeke nivîskî de, derbasbûna Greenlandê ya di bin kontrola Amerîkayê de wekî "pêşineyeke ewlehiya neteweyî" bi nav kir.
Karoline Leavittê got, "Serok Trump bi eşkereyî diyar kiriye ku bidestxistina Greenlandê ji bo ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê û ji bo çavtirsandina dijminên me yên li herêma Arktîkê xwedî girîngiyeke jiyanî ye."
"Bikaranîna artêşê di destê Serfermandar de ye"
Berdevkê da zanîn ku Trump û tîma wî ji bo vê armanca polîtîkaya derve "gelek vebijarkan" gotûbêj dikin û wiha pê de çû:
"Serok û tîma wî ji bo pêkanîna vê armanca girîng vebijarkên curbicur dinirxînin.
Helbet, bikaranîna artêşa Amerîkayê jî wekî vebijarkekê her dem li ser maseyê ye û ev di takdîra Serfermandar de ye."
Wezîrê Karên Derve Rubio: Pêşîne kirîn e
Tevî helwesta tund a Koşka Spî, hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di civîneke girtî de ji endamên Kongreyê re axiviye û tabloyek nermtir xêz kiriye.
Li gorî nûçeya Wall Street Journalê, Rubio diyar kiriye ku armanca wan a sereke ne dagirkirina leşkerî ye, lê kirîna giravê ji Danîmarkayê ye.
Heta niha ti bihayekî fermî ji bo kirînê nehatiye eşkerekirin.
Bertekên tund ên Danîmarka û Ewropayê
Daxuyaniya Amerîkayê ya li ser Greenlandê ku yekser piştî operasyona leşkerî ya li Venezuelayê hat, li Ewropayê bû sedema nîgeraniya "binpêkirina serweriyê."
Serokwezîra Danîmarkayê û hikûmeta herêmî ya Greenlandê careke din ragihand ku girav ne firotanê ye.
Rêberên Fransa, Almanya û Brîtanyayê jî bi daxuyaniyeke hevpar piştgirî da mafên serweriyê yên Danîmarkayê.
Paşxan: Veberhênana 14 milyar dolarî
Trump di serdema xwe ya yekem a serokatiyê de jî xwestibû Greenlandê bikire lê ev daxwaz hatibû redkirin.
Hat diyarkirin ku hikûmeta Danîmarkayê li hemberî gefên jeopolîtîk ên zêdebûyî, sala borî ji bo ewlehiya Arktîkê nêzîkî 90 milyar kronên Danîmarkî (nêzîkî 14 milyar dolar) veberhênana parastinê veqetandiye.
Lê Birêvebiriya Trump van hewldanan têr nabîne û dibêje ji bo rêlibergirtina bandora Rûsya û Çînê ya li herêmê kontrola Amerîkayê şert e.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin