
Li taxên Kurdan ên li Helebê şer giran bû: Senator James Risch hişyarî da
.
Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Senator James Risch li ser aloziyên taxên Kurdan ên li Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê axivî.
Senator James Risch ragihand ku dabeşbûn û tundî tenê xizmeta "karakterên xirab" dike û bangî HSD û hikûmeta Sûriyeyê kir ku şer rawestînin.
James Risch li ser hesabê fermî yê komîteyê yê platforma Xê peyamek belav kir û ragihand:
"Dabeşbûn û tundiya li Sûriyeyê tenê di berjewendiya karakterên xirab ên wekî DAIŞ û Îranê de ye ku Sûriyeyê bi kar tînin, li şûna ku teşwîq bikin da ku bigihêjin aştiyê."
Senator Risch daxwaza helwesta bilez ji aliyan kir û got:
"Ez bangî hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikim ku aloziyan kêm bikin û piştrast bikin ku Sûriye ji bo hemûyan parastî ye."
Ev helwesta Amerîkayê di demekê de ye ku taxên Kurdan ên li Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê roja xwe ya herî dijwar a çend mehên borî derbas dike û şerê giran di navbera HSD û komên çekdar ên hikûmeta Sûriyeyê de didome.
Bîlançoya şer giran e
Hêzên Asayîşa taxên Kurdan ên li Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê didin zanîn ku di encama topbarana hikûmetê ya bi "tank, katyûşa û dronan" de 3 welatiyan canê xwe ji dest daye.
Navên qurbaniyan Fatime Hemade, Mesûd Fayiq û George Xewam in, her wiha 26 kes jî birîndar in ku jin û zarok jî di nav de hene.
HSDyê diyar kir ku hikûmetê çekên giran birine nav bajêr û armanc "komkujî" ye.
Hevseroka Meclisa Şêx Meqsûdê Hêvîn Silêmanê jî ji Rûdawê re got, "Komên Hemzat û Emşatê li pişt êrişan in."
Li aliyê din Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand, ji ber topbaranên HSDyê leşkerek û 3 sivîl hatine kuştin û 12 kes jî birîndar in.
Di nav birîndaran de 9 karmendên Birêvebiriya Çandiniyê hene ku dema li ser kar bûne birîndar bûne.
Ji ber dijwariya şer, Parêzgarê Helebê dewama dibistan û fermangehan ji bo roja Çarşemê rawestand û daxwaz ji xelkê kir ku neçin navenda bajêr.
Beşek ji şêniyên taxan koçber bûne û rewşa şêniyên Şêx Meqsûdê ji ber dorpêçê xirab e û 5 meh in sotemenî negihîştiye wan.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin