Gîtarîstê Kurd li festîvala Romayê bû yekem

Gîtarîstê Kurd li festîvala Romayê bû yekem

Hunermendê Kurd Cem Şivan Ergul li festîvala gîtarê ya li Îtalyayê bû yekem.

A+A-

Li Îtalyayê di 3-4ê Îlonê 7. Festîvala Navdewletî ya Gîtarîstên Cîwan a Alirio Diaz pêk hat. Di vê festîvalê de gîtarîstê Kurd Cem Şivan Ergul weke gîtarîstê herî serkeftî hat hilbijartin û di pêşbirkê de bû yekem.

Cem Şivan Ergul di kategoriya C de bû yekem û bi vî awayî ji meha Nîsanê heta niha di warên wêje, sînema, çapemenî, mûzîk û hunerê de Kurdan 11 xelat wergirtin.

Gîtarîstê Kurd Cem Şivan Ergul di 4. Festîvala Gîtara Klasîk a li Stenbolê ku sala par hatibû lidarxistin, bûbû yekem.

Herwiha 2015an jî li festîvala navdewletî ya li Romayê jî di kategoriya xwe de bûbû sêyem gîtarîstê serkeftî.

Cem Şivan Ergul li  Batmanê Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye û ji temenê xwe yê biçûk ve bi karê muzîk û gîtarê mijûl e. Ew di heman demê de kurê Akademîsyenê Zanîngeha Mêrdîn Artûkûyê û nivîskar Selim Temo ye ku bi rêya KHKyê hatibû îhraçkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin