Serok Mesûd Barzanî piştgirî da xwepêşanderên Besrayê

Serok Mesûd Barzanî piştgirî da xwepêşanderên Besrayê

Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî dilgraniya xwe li ser kuştina hejmarek ji xwepêşanderên Besrayê ragihand û hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyan da xuyakirin û hêviya başbûneke bilez ji birîndaran re xwest.

A+A-

Di daxuyaniyekê de, Serok Barzanî got: Xwepêşandan û derbirîna nerazîbûnê ji mafê xelkê ye, di heman demê de, ji mafê xelkê Besrayê ye jiyaneke baştir bijîn. Cihê mixabiniyê ye, ku li zengîntirîn bajarên cîhanê, ava vexwarinê bi dest xelkê nekeve û nexweşî di nav wan de belav bibin.

Serok Barzanî diyar kir, ku ti carî nazî û hezkirina xelkên bajarê Besra jibîr nake, dema ku bi germî pêşwaziya Barzaniyê Nemir û hevalên wî kirin, ku ji ber xebata li dijî sitem û cudabûnê ji bo demeke dirêj çûbûn Yekîtiya Sovîyêtê.

Di dawiya daxuyaniyê de Serok Barzanî hêvî xwest, rêz li mafên xelkên Besra bê girtin û daxwazên wan bên bicîkirin, daxwaz ji xwepêşanderan jî kir, bi awayekî aştiyane û dûr ji tundiyê xwepêşandanan bikin.

Herwiha Serok Barzanî got jî: Bi piştrastî, xelkên Herêma Kurdistanê tiştê  ji destê wan bê, wê ji bo gihandna alîkariyan ji welatiyên Besra re bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin