Dîtinek li ser romana Kamran Simo Hedilî

Dîtinek li ser romana Kamran Simo Hedilî

Ciwanên kurd bi dilsozîyeka pir mezin, her tiştên xwe li dû xwe dihêlin û diçin tevî şerê azadîya welatê xwe dibin. Ew bê tirs in û şervan in, dibin tirs û xofa dilê neyaran, lê mixabin, li hember dewleteke hov û dirinde, şerê li dijî wan qet ne hêsan e.

A+A-

Perîn Esmeroglu

"Zarokên vî gelî çi dîtin û çi nedîtin!"

Emîn li kuçe û kolanên kurdan bûbû Zîro. Piraniya zarokan bi navekî din ku wan ji xwe re di nav hev de li hev kiribûn, dihatin nasîn û binavkirin, Zîro jî yek ji wan bû. Cara pêşî li dibistanê haya wî ji zimanê tirkî û navê xwe yê rastîn çêbû.  Di nasnameyê de navê wî Emîn bû û zimanê wî jî qedexe bû.

Bihara hevala wî, ji mamoste lêdan xwar, ji bo ku bi zimanê dayika xwe, bi zimanê ku hew nas dikir,  zimanê ku kanîbû deng derxe axaftibû.  Zîro li hember vê lêdanê derket û ji wê rojê û pê da haya wî ji zimanê wî yê qedexe, ew zimanê ku mudur qelem têra kiribû ku êşa wî tu car ji bîr nekir çêbûbû.  

Zîro di xwendina xwe da jîr û di jîyana xwe da şoreşger mezin bû.  Ew sê heval bûn; Zîro, Jîr û Rustem, bi hev ra mezin bûbûn, di pêvajoya mezinbûnê da Bihara xuşka Rustem bûbû evîndar û dildara Zîro.  

Dagirker bûbû ezraîl û gund û bajarên Kurdistanê kiribûn dojeh, jîyan pir xedar bû, ciwan dikirin hepsan û îşkenceyên hovane li wan dikirin, mirina bi saxî bûbû para kurdan.  Rehetîya jîyanê nemabû, Zîro mecbûr ma malbata xwe, hezkirîyên xwe, evîndara xwe bihêle û ji bo jîyaneke azad û Kurdistaneke serbixwe bibe şervan, bibe gerîlla.  Ew jî ket nava refên serhildanê.  Jixwe hertim serhildan bûye para kurdan.  

Her çiqas çiya heval û çeper û parezgeh e ji bo şervanan, lê jiyana çiyan hewqas jî dijwar e.  

Şer û şervanîya li hember agirê dijmin, man û neman û xelasbûn, carna bi saya ba û bahoz, berf û aşîtê dibû.  

Ronahîya rojê neyar û tarîtîya şevê yar û rêheval û parêzer bû ji bo şervanan.  Di şevên tarî û melûl da bi xêra mîlîs û rêberan rîya xelasbûnê didîtin

Zîro û evîndara xwe Bihar ew ê bizewicîyana, lê dijmin tu rîya jîyanî nehîştibû, piştî çûyina Zîro, Bihar jî bi alîkarîya hevalên xwe Jîr, li dû Zîro çû ji bo ku tevlî şervanan bibe, lê feleka xayîn careke din bêbextî li wan kir û Bihar bêyî ku bigîje dildarê xwe şehît ket.  

Jîr ket hepsê û Rustemê birayê Biharê tu carî tevî şervanan nebû, lê her û her alîkarîya wan dikir.  

Zîro xebera malwêran girt, evîndara wî şehîd ketibû, ji wê rojê û pêda êşa dilê xwe bi deftera xwe re parve kir.  Her roj êşa dilê wî girantir û mezintir dibû

Piştî çend salan, êşek, nexweşîyeke bêderman bi Zîro girtibû, bi nasnameyeke nû ew şandin bajêr, bajarê ku her sê heval dîsa anîn ba hev, lê ne doktor, ne derman, ne jî hevalan jê ra çare dîtin, li cem hevalên xwe yê zarokatîyê ber bi evîna xwe ve meşîya çû.  

Nivîskar zimanekî pir dewlemend ji gotinan û edebî bikar anîye, li her çar parçeyên Kurdistanê jîyaye û zanîneka wî ya cografîk û zanîneke têr û tijî li ser şervanên kurdan heye.  Çîya û riyên Kurdistanê, zilm û zora dagirkeran, çûyina rîya neveger, çawa û çima wê rîya digrin? Mirina ku bi xewê ra di nav cemed û berfê da tê. Bi kurdîyeke dewlemend taswîr kirîye.

Jîyan û hevaltîya şervanan, çawa dijîn û didin jîyandin.  Şervan bê mal û bê par in ji her tiştî, ne perê wan, ne jî deynê wan heye, dewlemendîya wan a yegane hevaltîya wan e.  Ew ji bo neteweya xwe dibin şoreşger, çûyîna wan dibe hesreta dê û bavan ya heta hetayê.  Bi hêvîya rizgarkirina welatê xwe, bi dilsozîyeke pak û bê ku çavê wan li malê dinyayê be, ketine rîya şorêşê û bûne heval û hogirên çîyayên Kurdistanê. 

Dewlemendîya wan a herî mezin ew e ku ji bo welatê xwe li ser piya bin, bijîn, di şer de çi bi saxî û çi bi birîndarî nekevin destê dijmin yan jî bi bêbextîya xweza û hinek merivan ji jiyana xwe nebin, neyên kuştin. 

Ciwanên kurd bi dilsozîyeka pir mezin, her tiştên xwe li dû xwe dihêlin û diçin tevî şerê azadîya welatê xwe dibin.  Ew bê tirs in û şervan in, dibin tirs û xofa dilê neyaran.  Ew ji mirinê mezintir in, lê mixabin, li hember dewleteke hov û dirinde, şer qet ne hêsan e.  

Nivîskar jiyana li serê çiyan û jiyana gerîlayan pir xweş anîye ziman.  Çi dixwin, xwe çawa vedişêrin, çawa radikevin, birîndar bin çi dikin û ya herî dijwar şehîdên xwe çawa vedişêrin.  Di romanê de mirov kêf û şahî û xemgînî û dijwarî û zahmetîya jiyana şervanan bi detay dibîne.  Dema ku meriv bi hûrgilî romanê tehlîl bike, mirov digihîje wê bawerîyê divê nivîskar bi xwe jî di nav wan de jîyabe.  

(Kamran Simo Hedilî, PÊJNA BARANÊ -roman-, Stockholm, 2018, 170 r. )

Kaynak: Dîtinek li ser romana Kamran Simo Hedilî

 

pejna-barane-2.jpg

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin