
Li Rojavayê Kurdistanê 3 dekan mirin
.
A+A-
Li ser rêya di navbera Hisîça û Dêrezorê de ji ber qezayeke trafîkê 3 dekanên Zanîngeha Feratê canê xwe ji dest da û hinek kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, qeza piştî Çerxerêya 47an çêbûye.
Dekan û mamoste dema ku ji civîneke dekanên fakulteyên Zanîngeha Feratê vedigeriyan otomobîla wan û otomobîleke din li hev qelibîn.
Di encama qezayê de Dekanê Fakulteya Mafnasiyê ya Hesekê Dr. Mihemed El Casim, Dekanê Fakulteya Endazyariya Sivîl Dr. Nacî El Ferec û Dekanê Fakulteya Zanistê ya Hesekê Dr. Mehmûd Remdan canê xwe ji dest da.
Her wiha hat zanîn ku ji bilî van hinek dekan û mamosteyên din ên Zanîngeha Feratê jî bi giranî birîndar bûne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin