Heyeta PYKSyê Li Amedê seredana PWKyê Kir

Heyeta PYKSyê Li Amedê seredana PWKyê Kir

.

A+A-

Rêvebirên Partîya Yekitî Kurdistanî-Sûrîya (PYKS) roja 16.10.2025ê seredana Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kirin.

Heyeta PYKSyê ji rêzdaran Muhamed Jaman û Mustafa Jaman pêk hatibû.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Vahît Aba û rêvebirên PWKyê pêşewazîya heyeta PYKSyê kirin.

Heyeta PWKyê bixêrhatina heyeta PYKSyê kir. Heyeta PYKSyê jî ji ber vê pêşewazîyê spasîya heyeta PWKyê kir.

Herdu heyetan bi taybetî di derbarê rewşa Rojava û Bakurê Kurdistanê, herweha rewşa giştî ya Kurdistanê de bir û rayên xwe bi hev re parve kirin.

Hevdîtina heyetên PWK û  PYSKyê di atmosfereke dostane de derbas bû.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin