TEHRAN - Parêzerên Kurd gihîştin hev: Koma Parêzerên Kurd hat damezirandin

TEHRAN - Parêzerên Kurd gihîştin hev: Koma Parêzerên Kurd hat damezirandin

.

A+A-

Bi amadebûna 82 parêzeran li Tehranê, yekemîn Civîna Giştî ya parêzerên Kurd ên endamên Navenda Parêzeran a Tehranê hat lidarxistin û desteya yekemîn a birêvebiriyê ya Koma Parêzerên Kurd a Tehranê hat hilbijartin.

Li Tehrana paytexta Îranê cara yekem Civîna Giştî ya Parêzerên Kurd hat lidarxistin.

Parêzerên Kurd ên ji hemû herêmên Xorasan û Rojhilatê Kurdistanê yên ku endamên Navenda Parêzeran a Tehranê ne, beşdarî civînê bûn.

Heta niha 148 parêzerên Kurd bûne endamên Koma Parêzerên Kurd û di civîna yekemîn a Civîna Giştî ya komê de 82 kesan beşdar bûn.

11 kes wekî endamên sereke û 3 kes jî wekî endamên cîgir ên Desteya Birêvebiriyê ya Koma Parêzerên Kurd a Tehranê hatin hilbijartin.

Du kes ji parêzerên ku hatine hilbijartin jin in.

Parêzer û endamê Desteya Birêvebiriyê ya Koma Parêzerên Kurd a Tehranê Osman Muzeyen derbarê lidarxistina civînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Zêdetirî 20 salan e di nav Navenda Parêzeran a Navendî (Tehran) de komeke bi navê Koma Parêzerên Kurd hatiye avakirin ku parêzerên Kurd ên ji Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlamê tê de beşdar bûn lê piştre bi veqetîna navendên parêzeran ên parêzgehan ji Navenda Parêzeran a Tehranê, kom sist bû û hejmara endamên wê jî kêm bû.

Îsal biryar hat dayîn ku kar û barên taybet bi parêzerên Kurd ên li Tehranê birêxistintir û birêkûpêktir bên birêvebirin."

Muzeyen derbarê armanca damezrandina Civîna Giştî ya Parêzerên Kurd li Tehranê da zanîn ku ew dixwazin parêzerên Kurd bi yekrêzî û yekgirtî beşdarî Navenda Parêzeran a Tehranê bibin û roleke zêdetir di birêvebiriya navendê de bilîzin.

Muzeyen diyar kir ku ew dixwazin bi hev re girîngiyê bidin pirsgirêkên yasayî yên ku bi Kurdan re têkildar in û zêdetir alîkariya Kurdan bikin ku pêdiviya wan bi parêzeran heye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin