Tirkiye dixwaze dema operasyonên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dirêj bike

Tirkiye dixwaze dema operasyonên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dirêj bike

.

A+A-

 Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, tezkereya ku destûrê dide operasyonên derveyî sînor ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo 3 salên din bên dirêjkirin, şand parlamentoyê.

Ev gav di demekê de hat ku li Tirkiyeyê ji çiriya pêşîn a sala borî ve behsa pêvajoyeke nû ya çareseriyê tê kirin.

Di tezkereyê de wekî hincet hat nîşandan ku li herêmên sînor ên bejayî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê “gefa terorê berdewam dike” û “aramiya mayînde hîn nehatiye dabînkirin.”

Rewşa heyî ya li Îraq û Sûriyeyê wekî "gefa ewlekariya neteweyî" ya Tirkiyeyê hat binavkirin û hat gotin, "Berdewambûna gefa terorê û nebûna aramiyeke mayînde, ji bo ewlekariya me ya neteweyî xeterî û gefan çêdike."

PKK wekî gef hat nîşandan

Di tezkereyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye "girîngiyeke mezin dide parastina yekparçeyî, yekîtiya neteweyî û aramiya Îraqê" lê di heman demê de hebûna PKKyê ya li Başûrê Kurdistanê wekî gefekê bi nav kir û got:

"Hewldanên cudaxwaz ên li ser bingeha etnîkî, rasterast gefê li aştiya herêmî, aramî û ewlekariya welatê me dixwin."

PYD û YPG jî di hedefê de ne

Di beşa tezkereyê ya derbarê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de, PYD û YPG hatin hedefgirtin û hat gotin:

“PYD û YPG ji ber rojeva xwe ya cudaxwaz û dabeşker, red dike ku gavekê bavêje ji bo tevlîbûna nav birêvebiriya navendî ya Sûriyeyê û hewl dide ku bipêşketina pêvajoya avakirina aramiya mayînde li welat asteng bike.”

Di tezkereyê de her wiha hat diyarkirin ku divê piştgirî bê dayîn xebatên navneteweyî yên ji bo "bipêşxistina derfet û kapasîteyên Sûriyeyê yên li dijî terorê", "paqijkirina mayînan" û "tespîtkirin û jiholêrakirina çekên kîmyewî."

Di tezkereyê de biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) yên derbarê rêzgirtina li yekparçeyiya axa Îraq û Sûriyeyê û banga NYyê ya ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê wekî bingeha rewa ya navneteweyî ya operasyonan hatin nîşandan.

Destûra şandina leşkeran a ji bo Îraq û Sûriyeyê cara yekem 2yê Çiriya Pêşîn a 2014an hatibû dayîn û herî dawî 17ê Çiriya Pêşîn a 2023yan hatibû dirêjkirin.

Eger tezkereya nû li parlamentoyê bê qebûlkirin, dê destûr ji 30ê Çiriya Pêşîn a 2025an ve ji bo 3 salan were dirêjkirin û heta dawiya sala 2028an di meriyetê de bimîne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin