Ignatius Aphrem: Em dixwazin mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê parastî bin

Ignatius Aphrem: Em dixwazin mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê parastî bin

.

A+A-

Patrîkê Antakya û Tevahiya Rojhilat û Serokê Bilind ê Dêra Suryaniyan a Ortodoksan a Cîhanê Mar Ignatius Aphrem got, “Em dixwazin her Sûriyeyî mafên xwe bi dest bixe, çi mafên olî be, çi neteweyî û etnîkî ji aliyê ziman, şaristanî û çandê ve, bê guman pêwîst e xwediyê her nasnameya çandî di çarçoveya nasnameya yekgirtî ya Sûriyeyê de van mafan hebe. Ji bo me girîng e ku Sûriye welatekî yekgirtî be lê di vî welatî de pêwîst e rêz li hemû pêkhateyên etnîkî û olî re bê girtin û ev taybetmendiya her pêkhateyekê wekî dewlemendiyek ji bo Sûriyeyê bê dîtin ne metirsî.”

Ignatius Aphrem eşkere kir ku ew dixwaze Fermandarê Giştî yî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî nas bike û got, “Zêdetirî pênc sala ye min serdana herêma Cezîrî nekiriye. Ez dilxweş im ku biçim û serdana wê bikim lê hin sedemên olî hene, anku em li benda qedandina hin projeyan in ku em biçin wan vekin û serdaneke berfireh û temam pêk bînin. Lê ez pêşwaziya hevdîtina her kesî dikim û bê guman ez General Ebdî nas nakim lê ez bawer im em dê wî bibînin û hev nas bikin. Ji bo me girîng e ku têkiliyên me yên baş bi hemû aliyan re hebin lê di çarçoveya neteweyî ya Sûriyeyê de.”

Ignatius Aphrem li ser paşeroja Sûriyê, pêwendiyê Xiristiyanên Sûriyeyê û hikûmeta Şamê pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê ji pêşkera Rûdawê re Şahyan Tehsînê re axivî.

Hevpeyvîna Ignatius Aphrem û Şahyan Tehsînê wisa ye:

Rûdaw: Bi xêr hatî. Bi pîroziya xwe.

Ignatius phrem: Spas.

Rûdaw: We Hewlêr ronî kir.

Ignatius Aphrem: Spas, spas. Em kêfxweş in ku em cara dehê û zêdetir tên Hewlêrê.

Rûdaw: Geşta te çawa bû?

Ignatius Aphrem: Geştek rehet bû, ev cara yekemîn e ku ez rasterast ji Şamê têm Hewlêrê, berê em ji rêya Beyrûtê dihatin. Ji ber vê yekê, geştek kurt û rehet bû, şikir ji Xwedê re.

Rûdaw: Şikir ji Xwedê re ku bi selametî gihîştin.

Ignatius Aphrem: Xwedê te biparêze, spas.

Rûdaw: Dixwazim bi rewşa Xiristiyanên li Sûriyeyê dest pê bikim, hûn rewşa Xiristiyanan çawa dinirxînin, bi taybetî piştî guherîna desthilatê?

Ignatius Aphrem: Xiristiyan bê guman beşek ji pêkhateya civaka Sûriyeyê ne, ji ber vê yekê rewşa giştî ya Sûriyeyiyan, rewşa Xiristiyanan jî bi awayekî giştî ye. Mixabin gelek Xiristiyan ji Sûriyeyê koç kirine, ji ber nearamiya heyî û ji ber nediyariya dîtinê derbarê paşeroja Sûriyeyê de. Xiristiyanan ji roja yekemîn a guhertina ku li Sûriyeyê qewimî, hewl dane ku piştgiriya hikûmeta nû bin, ji ber ku di berjewendiya Xiristiyanan û hemû Sûriyeyan de ye ku aramî û aştî li Sûriyeyê hebe û hemû Sûriyeyî bi hezkirin û yekîtî bi hev re bijîn.

Ji ber vê yekê, rewşa Xiristiyanan wekî rewşa xelkê Sûriyeyê yên din e. Roj bi roj bûyerên ku bandorê li Xiristiyanan dikin, diqewimin, her wekî ku bandorê li yên din jî dikin û ji ber nearamiyê tirsê dixin dilê gelek kesan. Heta niha jî rewşa Sûriyeyê bi temamî nehatiye kontrolkirin, ji ber vê yekê ev ji bo her kesî tirsek e.

Rûdaw: Piştî guherîna desthilatê rewşa wan ber bi başbûnê ve çû an ber bi xerabbûnê ve diçe?

Ignatius Aphrem: Bê guman heta niha rewşa wan ber bi başbûnê ve neçûye. Wekî min got, Xiristiyan Sûriyeyî ne, niştecihên resen ên Sûriyeyê ne, gelekî sereke û resen ê Sûriyeyê ne û bi hezaran sal e li vir in. Ji wan re girîng e ku Sûriyeyê ji bo hemû zarokên xwe welatekî aram û seqamgîr be. Lê ya ku em niha li Sûriyeyê hêvî dikin ew e ku bi Xiristiyanan re wek hemwelatiyên pileya yekem tevbigerin, xwedî maf û erkan bin wek hemû xelkê Sûriyeyê yên din. Ev ew e ku em hêvî dikin Xiristiyan wek mayî yên Sûriyeyên din dikarin bi serbilindî û rûmetê li ser xaka xwe bijîn. Du roj berê hilbijartin ji bo encemeneke demkî ya nû hat lidarxistin ku dihat plankirin ku bibe encumena gel an jî parlamentoyê, mixabin di nav kesên ku ji bo endametiya wê encumenê derketin de, tenê yek an du Xiristiyan derketin, ev bê guman ji bo me cîhê fikarê ye. Em dixwazin Xiristiyan di hemû maf û erkan de wekhev bin, erkê me ye ku em xizmeta welatê xwe bikin lê em dixwazin derfet ji me re bê dayîn ku em xizmeta vî welatî bikin.

Rûdaw: Em dê behsa daxwaza te bikin lê ew parlamanter an du parlamanterên ku te behskirin ku nûneriya Xiristiyanan dikin di parlamento an Encumena Gel ya Demkî ya Sûriyeyê de, gelo ew nûneriya we dikin? Gelo we hilbijartinan boykot kir? Gelo ev bi zanebûn bû wek Kurd, Durîz û Erebên bakurê rojhilatê Sûriyeyê beşdarî hilbijartinan nebû, gelo we jî boykot kir?

Ignatius Aphrem: Na, qet na, berevajî, me zarokên xwe yên Xiristiyan teşwîq kirin ku beşdarî vê pêvajoya hilbijartinê bibin. Divê ez wê jî bêjim, tewra ji hêla hikûmeta niha ve jî teşwîq hebû ji bo Xiristiyanan ku beşdarî hilbijartinan bibin lê deng nedan wan. Gelek Xiristiyan xwe ji bo vê hilbijartinê namzed kir lê nehatin hilbijartin, ev jî zêdetir me xemgîn dike.

Rûdaw: Çima nehatin hilbijartin?

Ignatius Aphrem: Bi rastî nizanim çima lê dibe ku em hîn jî di lûtkeya guhertinê de bin, ne şoreşê lê ya ku jê re dibêjin serkeftin. Ji ber vê yekê gelek Sûriyeyî difikirîn ku ew bi dehsalan ji karên siyasî bêpar mabûn û îro derfet ji wan re hatiye. Em jî bê guman vê yekê pêşwazî dikin, em pêşwazî li wê yekê dikin ku derfet ji hemû xelkê Sûriyeyê re hebe ku ji bo Sûriyeyê kar bikin. Dibe ku hin ji wan xwestibin ku di vê hilbijartinê de rolek mezin û bi bandor bilîzin, ji ber vê yekê derfet ji wan pêkhateyan re nehat dayîn ku jê re dibêjin hindikahiyên hejmarî, ango pêkhateyên din ên Sûriyeyê dibe ku derfetên pêwîst ji wan re nemabin.

Rûdaw: Bila ez pirsa xwe zelaltir bikim, gelo Xiristiyan ji beşdarîkirina hilbijartinan sar bûn? Gelo ev sedema sereke bû? An jî hûn di encamên hilbijartinan de gumanbar in?

Ignatius Aphrem: Em ji encamên hilbijartinan ne gumanbar in, ji ber ku bi rastî ti agahiyên me li ser ti binpêkirinekê nînin lê belê ji aliyê hin Xiristiyanan ve sarbûnek hebû, me ew teşwîq kirin ku beşdar bibin, ji ber ku ji bo me girîng e ku her kes beşdar bibe. Lê tişta ku qewimî pêwîstî bi lêkolînê heye da ku em bizanin çima Xiristiyan derneketin, ji ber ku yên ku dengdêrên xwe hilbijartin, komek taybetî bûn ji hêla hikûmetê ve, çend hezar Sûriyeyî bûn ku Xiristiyan jî di nava wan de bûn. Ew dengdêran endamên xwe di nav xwe de hilbijartin, ango ji nav dengdêran dibe ku 140 kes hatibin hilbijartin, 70 kesên din jî rasterast ji aliyê serokkomar ve têne tayînkirin.

Rûdaw: Te serok Ehmed Şer dît?

Ignatius Aphrem: Erê, meha gulanê ya borî min ew dît.

Rûdaw: Hevdîtin çawa bû?

Ignatius Aphrem: Hevdîtinek avaker û erênî bû. Hevdîtinek baş bû, me karîbû arasteyan fêm bikin û bê guman derbarê paşeroja Sûriyeyê û Sûriyeyeke giştgîr ji bo hemû zarokên xwe, me bawer kir, ev jî pir girîng e. Hîn jî em bawer dikin û gotinên baş ji berpirsên Sûriyeyê dibihîzin lê di heman demê de em fêm dikin ku ev hikûmet bi taybetî di pêkanîna hemû tiştên ku dixwaze li ser erdê bicîh bîne, ji ber çend sedeman zehmetiyan dikişîne.

Rûdaw: Sedem çi ne?

Ignatius Aphrem: Yekem, destwerdana herêmî û biyanî di Sûriyeyê de zêde ye. Duyem, ew komên cuda yên ku bi Serokkomar Ehmed Şer re gihiştine desthilatê, di asta pabendbûna olî û vebûna xwe ya li hemberî yên din de cuda ne. Ji ber vê yekê, bê guman hin astengî hene ku nahêlin ev hikûmet hemû sozên ku niha dide bicîh bîne. Lê ez bi xwe di niyetpakiya hikûmetê de guman nakim lê rastiya li ser erdê hîn jî pêwîstî bi başbûneke mezin heye.

Rûdaw: Di hevdîtina we de, ti soz ji Xiristiyanan re hat dayîn û nehat bicihanîn, an jî hêviya we heye ku ew bên pêkanîn?

Ignatius Aphrem: Di destpêkê de, bi rastî em tiştekî taybetî ji bo Xiristiyanan naxwazin, em li dijî destwerdana navneteweyî an parastina navneteweyî ya Xiristiyanan in, em li dijî dayîna ti îmtiyazekê ji Xirîstiyanan re ne lê em dixwazin Xiristiyan hemwelatiyên pileya yekê bin û li ser bingeha hemwelatîbûnê bi me re tevbigerin. Ev jî ew tişta ye ku me ji Birêz Serokkomar bihîst, ev soza ku bi rastî ji me re da. Bê guman hewldanek ji hêla hikûmetê ve heye ji bo pêbaweriya Xiristiyanan û dayîna îşaretên erênî di vê derbarê de. Lê dîsa jî ez dibêjim ku mijar hîn di destpêkê de ye û bê guman pêwîstî bi demê heye lê di vê demê de gelek Xiristiyan welat terk dikin ku ev bê guman tiştekî baş nîne ji bo Xiristiyanan.

Rûdaw: Heta niha jî terk dikin?

Ignatius Aphrem: Erê, erê.

Rûdaw: Hejmara Xiristiyanan li Sûriyeyê û bi taybetî jî ya Ortodoksan çi qas ma ye?

Ignatius Aphrem: Li gorî min hejmara wan li Sûriyeyê ji 500 hezar Xiristiyanan derbas nabe, dema ku mînak, berî 10 salan zêdetirî mîlyonek û pêncsed hezar kes bûn. Piraniya Xiristiyanên Sûriyeyê jî bê guman Ortodoks in, Suryanî, Rûm û Ermeniyên Ortodoks in. Herwiha hin dêrên Katolîk û hin dêrên Protestanan jî hene.

Rûdaw: Hebûna wan, ango li ku derê wek pirranî dijîn, mînak li kîjan bajarî?

Ignatius Aphrem: Li seranserê Sûriyeyê, li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê belav bûne. Bê guman li Şama paytext û derdora paytext rêjeyek mezin ji wan heye, li parêzgehên Hims û Heleb û Cizîrêya Sûriyeyê, Qamişlo, Hesekê, bakurê rojhilat, li Laziqiye û Tartûsê, li hemû wan deverên berhemdar hene, ji ber ku bi hezaran sal e li ser axa xwe ne.

Rûdaw: Raya we di derbarê destûra nû de çi ye? Kurd, Durzî û Elewiyan destûra nû red kirin?

Ignatius Aphrem: Bi rastî heta niha destûreke me ya nû nîne. Daxuyaniyeke destûrî heye ku xalên wê yên sereke tê de hene ku dibe di destûra nû de bin. Bi gelemperî ev destûr daxwazên gelê Sûriyeyê bi giştî, bi taybetî jî di warê ku mînak Fiqiha Îslamî wekî tekane çavkaniya yasadanînê li Sûriyeyê daniye pêk nayîne. Em bê guman dizanin û rêzê li wê yekê digirin ku Sûriye welatekî Misilman e û piraniya mutleq a gelê Sûriyeyê Misilman in lê divê hevwelatiyê Sûriyeyê xwedî mafên tevahî be, ferq nake Misilman be, Xiristiyan be an jî bêdîn be. Ev destûr divê bêtir li ser bingeha medeniyê bê avakirin û ev jî ew tişta ye ku di vê daxuyaniya destûrî de nayê dîtin û em hêvî dikin ku di paşerojê de bê guhertin.

Rûdaw: Ev tenê xalek e ku têbîniyên we li ser hene?

Ignatius Aphrem: Na, bê guman xalên din jî hene lê ez wekî mirovekî olî û serokekî dêrê siyasetê nakim, lê bê guman hin siyasetmedar rexneyan li nebûna demokrasiyeke ku nûneriya gel bike digirin. Ango di daxuyaniya heyî de desthilateke zêde ji serokkomar re hatiye dayîn û ev mijar ji aliyê siyasetmedaran ve têne rojevê. Bê guman ji bo me girîng e ku her kes di her tiştî de wekhev be, di maf û erkan de, hest bike ku roleke wan di avakirina Sûriyeya nû de heye ku ji bo hemû kesî girîng e.

Rûdaw: Bê guman Sûriyaya nû û paşeroja Sûriyeyê, gelo hûn ji vê yekê bawer in?

Ignatius Aphrem: Ez geşbîn im lê bi hişyarî. Bi hişyarî tê wateya ku min geşbîniyeke bi hişyarî heye, ji ber ku rewş hîn jî ne aram e, dîtin ne zelal e û gelek tişt girêdayî alîkariya welatên cîran û hin welatên biryarwer e, alîkariya gelê Sûriyeyê ji bo rabûnê ji vê rewşê ber bi pêşerojek baştir lê alîkariyek ku em hêvî dikin li ser hesabê Sûriyeyan nebe, ev jî ew tişta ye ku min di destpêkê de îşaret pê kir, destwerdan ger di berjewendiya gelê Sûriyeyê de bin, bê guman em wan pêşwazî dikin û hêviyan ji wan re dixwazin, lê ger di berjewendiya neteweyî ya wan welatan de be li ser hesabê berjewendiya gelê Sûriyeyê, ew tiştek e ku em nikarin qebûl bikin.

Rûdaw: Li Siweydayê pevçûn hebûn û pevçûnên nû jî li Helebê li herêm û taxên Kurdan qewimîn? Gelo ti fikarên we hene ku wekî Durzî û Kurdan li hemberî Xiristiyanên Sûriyeyê jî wisa tevbigerin?

Ignatius Aphrem: Em bê guman li dijî bikaranîna tundûtûjiyê ji aliyê her kesî ve û li dijî her kesî ne, xwîna hemû kesî Sûriyeyê jî ji bo me pîroz e û em naxwazin ti rewşeke tundûtûjiyê li ti deverê bibînin lê em wekî Xiristiyan mirovên aştîxwaz in û aştiyê hez dikin û her dem aştiyê dixwazin. Hezretî Mesîh ji me re wesiyet kiriye û ji me re gotiye: ‘Xwezî bi wan kesên aştîxwaz, çimkî ew bi zarokên Xwedê têne bi navkirin.’ Ji ber vê yekê em çekdar nînin, nûnertiya metirsiyê ji bo ti aliyî nakin, em dixwazin alîkariya desthilatdarên welat bikin û ev jî erkê me ye wekî Xiristiyanan. Ji ber vê yekê ez nafikirim û guman nakim ku ti îhtîmalek hebe ku Xiristiyan rastî ti cure destdirêjiyekê bibin. Derbarê tişta ku li ser peravên Sûriyeyê yan li Siweydayê li başûr qewimî, her weha tişta ku van rojan li navçeyên û taxên Helebê û tewra li bakurê rojhilatê Sûriyê li Cizîra Sûriyeyê diqewime, bê guman em hêvî dikin û dua dikin ku ev pirsgirêk bi awayekî aştiyane bêne çareserkirin. Em dixwazin her Sûriyeyî mafên xwe bi dest bixe, çi mafên olî be, çi neteweyî û etnîkî ji aliyê ziman, şaristanî û çandê ve, bê guman pêwîst e xwediyê her nasnameya çandî di çarçoveya nasnameya yekgirtî ya Sûriyeyê de van mafan hebe. Ji bo me girîng e ku Sûriye welatekî yekgirtî be lê di vî welatî de pêwîst e rêz li hemû pêkhateyên etnîkî û olî re bê girtin û ev taybetmendiya her pêkhateyekê wekî dewlemendiyek ji bo Sûriyeyê bê dîtin ne metirsî.

Rûdaw: Têkiliya we bi Kurdan re li Rojava yan li deverên Rêveberiya Xweser li Sûriyê çawa ye?

Ignatius Aphrem: Komeke mezin a Suryaniyan li bajarên bakurê rojhilatê Sûriyê heye ku komeke kevnar e, Suryan û Kurd bi dirêjahiya sedsalan bi hezkirin û biratî bi hev re jiyane, tevî hin nebaşiyên ku di dîrokê de qewimîne. Lê îro lihevkirin û peyman heye lê hin pirsgirêk di mijara dibistanan de hene ku bê guman niha bandor li me kirine. Dibistanên me yên ku girêdayî dêran in hatine girtin, ji ber ku rêveberiya dibistanan red dike ku bernameya ku Rêveberiya Xweser li bakurê rojhilatê Sûriyê hilberandiye, bişopîne. Ji bo me girîng e ku wekî dewletek yekgirtî û welatekî yekgirtî, pêwendiya me bi Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Şamê re hebe, ji ber ku ew xwendekarên ku qonaxa amadeyî û dibistana navîn qedandine, diçin zanîngehên Sûriyê. Ji ber vê yekê ev mijarek hestiyar e ji bo me û di salên borî de bûye sedema pirsgirêkan. Di destpêka her sala xwendinê de pirsgirêkek di vî warî de heye, îsal pirsgirêk zêde bû û bû sedema girtina dibistanan. Em hêvî dikin ku ev mijar zû were çareserkirin.

Rûdaw: Ango ev pirsgirêk çawa hat çareserkirin?

Ignatius Aphrem: Hîn nehatiye çareserkirin.

Rûdaw: Dibistan hatin girtin û xwendekar...

Ignatius Aphrem: Li malê rûniştine.

Rûdaw: Naxwînin?

Ignatius Aphrem: Niha na.

Rûdaw: Naçin dibistanê?

Ignatius Aphrem: Na.

Rûdaw: Dibistan li deverên Rêveberiya Xweser nîne. Gelo ji deverên Rêveberiya Xweser nehatine derxistin?

Ignatius Aphrem: Na, nehatine derxistin lê ew dibistanên ku girêdayî dêrê ne û dêr wan birêve dibe, niha hatine girtin. Hatine girtin, ji ber ku endamên Rêveberiya Xweser hatine û ew dibistan girtine, ji ber ku dibistanan daxwaza wan ji bo pejirandina bernameya xwendinê red kiriye.

Rûdaw: Wekî Dêra Xiristiyanan, hûn bi Rêveberiya Xweser re axivîn?

Ignatius Aphrem: Bê guman, Metraniyeta me li Hisîçayê bi Rêveberiya Xweser re di derbarê vê mijarê de. di diyaloga rasterast û têkiliyê de ye. Heta niha negihîştine tu encamekê.

Rûdaw: Birêz, bi awayekî kesane, têkiliya te bi rêveberiya Kurdan re heye?

Ignatius Aphrem: Bi rastî na.

Rûdaw: Ango we Birêz Mezlûm Ebdî nedît?

Ignatius Aphrem: Na, bi rastî na.

Rûdaw: Niyeta we heye?

Ignatius Aphrem: Zêdetirî pênc sal e min serdana herêma Cezîrî nekiriye. Ez dilxweş im ku biçim û serdana wê bikim lê hin sedemên olî hene, anku em li benda qedandina hin projeyan in ku em biçin wan vekin û serdaneke berfireh û temam pêk bînin. Lê ez pêşwaziya hevdîtina her kesî dikim û bê guman ez General Ebdî nas nakim lê ez bawer im em dê wî bibînin û hev nas bikin. Ji bo me girîng e ku têkiliyên me yên baş bi hemû aliyan re hebin lê di çarçoveya neteweyî ya Sûriyeyê de.

Rûdaw: Lê berî hevpeyvînê min têbînî kir û min hîs kir ku têkiliyên te yên baş bi Kurdan re hene, ji ber ku te bi Kurmancî axivî.

Ignatius Aphrem: Ez li Qamişlo ji dayik bûm û li wir mezin bûm, berî ku ez biçim xwendina olî. Ji ber vê yekê hevalên min ên Kurd hebûn, ew hinekî Suryanî diaxivîn û ez jî hinekî Kurdî diaxivîm, normal bû.

Rûdaw: Ma di hevpeyvînê de bi zimanê Kurdî biaxivim.

Ignatius Aphrem: Hêvîdar im. Ji bo min her zimanek destkeftek û dewlemendiyek e ji bo mirov û ez hêvîdar im ku fêr bibim lê mijar vedigere ser vê yekê ku zarokatiya min li Qamişlo bû, ji ber vê yekê di navbera me û hevalên me yên Kurd li dibistanê normal bû, ew bi Suryanî diaxivîn û em jî bi Kurdî diaxivîn.

Rûdaw: Tiştekî xweş e.

Ignatius Aphrem: Bê guman.

Rûdaw: Têkiliya Dêra Ortodoks a Suryanî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê çawa ye?

Ignatius Aphrem: Dêra Ortodoks a Suryaniyan yek dêr e û Patrîk Serokê Dêrê ye li seranserê cîhanê ye.

Rûdaw: Baş e, mebesta min bi Herêma Kurdistanê re bi Ortodoks û Suryaniyan re ye.

Ignatius Aphrem: Bê guman, Dêra Suryaniyan a li Herêma Kurdistanê ku Episkopatiya Mûsil û Herêma Kurdistanê û Kerkûkê ye, yek ji episkopatiyên herî girîng ên Dêra Suryaniyan e. Pîroziya Metran Mar Nîkodîmos Dawid dikim ku metranê episkopatiyê ye, pêwendiyên wî berdewam bi Patrîkxaneyê re hene. Min bi xwe gelek caran serdana vê herêmê kiriye, di serî de ji ber wê koçberiya ku ji ber êriş û komkujiyên DAIŞê li Mûsil û Deşta Nînowayê qewimîn. Piraniya endamên Dêra Ortodoks a Suryaniyan penaberî Herêma Kurdistanê bûn. Min gelek caran serdana wan kiriye û bê guman her carê em bêtir qîmetê didin wê westandin û xizmetguzariyên ku Hikûmeta Herêmê bi serokatiya xwe pêşkêş dike, çi Serok Mesûd Barzanî, çi Serok Nêçîrvan Barzanî an jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku em her demê ji wan hez dikin û ji bo wan dua dikin. Bi rastî me her demê hest bi karê wan kiriye ku bala wan a taybet li ser endamên dêrê heye, bi taybetî yên koçber bûne. Em rêzê li vê yekê digirin û em dibînin ku endamên dêrê li vir rehet in. Ji ber vê yekê pêwendiya min a bi kesên li vir re wekî pêwendiya bav û kurekî ye.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin