Dadgeha Bilind ji bo lîstika Mem û Zînê biryara xwe daye

Dadgeha Bilind ji bo lîstika Mem û Zînê biryara xwe daye

.

A+A-

Piştî 10 salan doza ku Cuma Boynukarayî li dijî Midûriyeta Giştî ya Şanoyên Dewletê vekiriye, biencam bûye. Dadgeha Bilind gotiye ku Boynûkara mafdar e.

Daîreya Hiqûqê ya 11an a Dadgeha Bilind, di wê dozê de piştî 10 salan biryara xwe aşkere kiriye ku Cuma Boynukara, nivîskarê lîstiya şanoyê ya bi navê Mem û Zînê li dijî Midûriyeta Giştî ya Şanoyên Dewletê vekiribû.

Lîstika Mem û Zînê di demsala 2012 û 2013ê de li Şanoya Dewletê ya Wanê lîstibûn. Lê bêyî destûrê ji Boynukarayî werbigirin hin guhertin tê de kiribûn.

Li şûna gotina “Newroz”ê, “nevruz” nivîsandibûn. Her weha weke ku şahiyeke tirkmenan nîşan dabûn. Navê lîstikê jî weke li şûna bi tîpên kurdî bi tîpên tirkî hatibû nivîsandin.

Boynûkarayî di sala 2012ê de li Stenbolê serî li Dadgeha Hiqûqê ya Mafên Fikrî û Sinaî ya 1an a Anadoluyê dabû û doz li Midûriyeta Giştî ya Şanoyên Dewletê vekiribû. Li vir dadgehê ew mafdar dîtibû. Lê Midûriyeta Giştî ya Şanoyên Dewletê serî li Dadgeha Bilind dabû û li dijî biryarê derketibû. Daîreya Hiqûqê ya 11an a Dadgeha Bilind jî Boynukara mafdar dîtiye.

Dadgehê biryar di 25ê Gulana 2021ê de daye û gotiye ku bila 63 hezar û 600 TL qerebûya madî û 15 hezar jî qerebûya manewî bidin Cuma Boynukarayî.

“Biryar divê bibe mînak”

Cuma Boynukarayî got ku divê biryar ji bo cîhana şanoyê bibe mînak û wiha dewam kir:

“Hûn nikarin li gorî xwe sansurê li berhemekê bikin. Heke Cuma Boynukarayî li vir gotibe ‘Newroz’, hûn nikarin li gorî xwe vê weke ‘nevruz’ biguherînin. Heke nivîskarî behsa şahiyeke kurdan kiribe, hûn nikarin vê weke şahiyeke tirkmenan biguherînin.

“Ev ê ji bo dozên piştî niha bibe mînak. Ji bo têkiliyên di navbera disiplînan de girîng e.

“Ji bilî wê jî pêvajoyek wisa bû ku gelekî em westandin. Wê çaxê wî Newroz rast bû, niha jî rast e. Yanî ya rast ev e.”

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin