Rapora Efrînê: Tirkiye bi rêya dibistanan nifşekî îslamîyên tundrew ava dike!

Rapora Efrînê: Tirkiye bi rêya dibistanan nifşekî îslamîyên tundrew ava dike!

.

A+A-

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporekê de ragihand, Tirkiye bi armanca têkdana çand û nasnameya kurdbûna Efrînê, bi awayekî zêde mizgeftan û navendên olî yên Îslamî çêdike û hewl dide nifşekî radîkal ava bike.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di rapora ku li ser rewşa Efrînê belav kiriye de got, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi vê ji destpêka dagîrkirina Efrînê ve di Adara 2018an de, bi armanca avakirina nifşekî li ser îdolojiya îslamînîzmê ya radîkal û tundrew, sîstema perwedehiyê û mamosteyên guhartine û bi taybet di qonaxa perwedehiya seretayî de.

Rêxistinê diyar kir, hikûmeta Tirkiyê ya dagîrker sîstema perwerdehiyê ya li ser bingeha îslamînîzm û bîr û baweriyên Îxwan Mislimîn ya radîkal li dibistanan daniye, ew sîstem jî li dijî bingehên perwedehiyê yênn zanistî û navdewletî ne û heta li Tirkiyê bi xwe jî ew sîstem di proseya perwerdehiyê de neyê bikaranîn.

Rêxistina Mafên Mirovan da xuyakirin: “Hikûmeta Tirkiyê bi bihaneyên cuda piraniya mamosteyên kurd ji kar derxistine û li şûna wan erebên navçeyên cuda ên Sûriyê yên li Efrînê hatine bicihkirin erkdar kirine, bêyî ku ti bawernameyên wan ên zanistî û yên rê didin ku karê perwedehiyê bikin hebin.”

Di raporê de hat eşkerekirin, piraniya mamoste û rêveberên dibistanan yên hatine erkdarkirin, pêwendiyên wan bi rêxistinên terorîstî yên wek Desteya Tehrîr El-Şam, Ceyş El-Îslam û DAIŞê ve hebûn.

Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir, li gor sîstema perwerdehiyê ya cîhanî, divê di hefteyê de 2 demjimêram waneyên olî li dibistanan werin dayîn, lê li dibistanên Efrînê di hefteyê de 7 waneyên ola îslamê tên dayîn, ev yek jî ji bilî waneyên din ên girêdayî bi jiyana Pêxember û xwendina Quranê û fetweyên olî.

Rêxistina Mafên Mirovan hişyarî da û got, zêdekirina dersên olî yên îslamî li dibistanan, dê bihêle ku nifşekî li ser bîr û baweriyên radîkal û tundrew derkeve, ev jî ji çanda Îxwan Mislmîn e.

Rêxistina da zanîn, li şûna ku hikûmeta Tirkiyê dibistanên ku di dema êrîşa li ser Efrînê de hatine hilweşandin nûjen bike, 45 dibistan kirine baregehên leşkerî. Li şûna dibistanan jî, mizgeft û navendên ezberkirina Quranê bi awayekî zêde ava dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin