Beytikên Nûroj û Nifirên Mûnzur

Beytikên Nûroj û Nifirên Mûnzur

.

A+A-

Çayan Okuduci / Gazeteduvar

Dengê dil olan dide, bi bajar û bajarakan re ketiye nav xirecirê, qirêja bajaran li ser rûyê mirovan hêma kiriye. Qirêja zîhnî bi dilek sor daye teşîrkirin. Şa’r dibê zarokên wî welatî napeyvin, çima?

Hafiza lenet e. Hafiza derd e. Hafiza êş e. Hafiza dîmen e. Hafiza aloziyek sîstematîk e. Hafiza deng e. Hafiza ba û tofan e. Hafiza hindabûn û hebûn e. Hafiza lixwe vegerandin e. Hafiza komplîke ye. Hafiza dijmin û rêber e. Hafiza rê û rêwitiyeke geh keyfxweşî geh olandarek bêdengiyê ye. Hafiza kombûna hêvî û bêhêviyên bêhempa ye. Hafiza têkçûn e. Hafiza sar e. Hafiza tol e. Hafiza tûj û tehl e. Hafiza şêrîn û gewrê ye. Hafiza bîr û bawerî ye. Hafiza reng e. Hafiza meseleyên nivcomayî ye. Hafiza peyv û keser e. Hafiza sûtunên jiyanê ye. Hafiza xêz kirina dem û dewranane. Hafiza muzîk e. Hafiza wêne ye. Hafiza bêhn e. Hafiza hêlîna birîn û birîndariyê ye. Hafiza ji malzarokê heta bin axê tomar e.

HAFIZEYA Ş’İR Û ŞA’R BI DÎMEN DEGAN VE HATIYE HONANDIN

Hin kes hafizayên wan dîmenin, deng in. Hafizaya ş’ir û şa’r bi dîmen û dengan ve hatiye honandin. Misal, ji tehma şêrîniya li ber destê şeveqê -32 sal berê- ji tehmê bêhtir dîmenên ji wê çaxê zindî maye di hişê min de. Carna dengek tê guhê min, carna dîmenek dibînim; dengê ku hatiye li guh ketiye, dîmenên ku di hiş de xwe daye bihîstin: ev bîr anîn dibe ku dengê qorneyek be, gîrîn û kenên zarokek be, hîqeqîka jinek be di bin siya dara tûyê de, dibe ku sloganek şoreşgerî be jî. Dibe ku gulek şikestî be, dibe ku li ber xaniyek xerbendê an diwarek bi gullayan bûye bêjing. Yan jî li ser arabeyek etarek de bêjinga sifir xwe hewan dibe di hafizayê de. Di vê de dengê ku hatiye an dîmenên li ber çav ketine; objektîf û berceste be, bi qasî bercestiya xwo nedîtbarê/soyut jî, ev deng an dîmen me biriye kû, xistiye nava çi û çi qewimiye di hiş û hestê me de? Xistiye nava kê/î? Bi kîjan alî ve me derxistiye rê? Di jiyana mirov de hafiza çi lixwe barkirî be, bivê nevê ewê xwe rojek an bîskek be jî ji konê xwe derdikeve û te tarumar dike. Te şa dike, te dibe esman, te dibe bin ax, te aciz dike, te dilxem û dilzîz dike, te hêrs dike, te bi ax û emanan ve girê dide, te bi jiyanê va jî -çi baş çi nebaş- asê jî dike. Bêşik welatêk bênavber û bênefes du rojên xwe di nav royek de meşandi be; piyên te di nav ferek da be, barê du rojan meriv li ser milên bar dike.

HER PEYV DI BIN XWE DE GELLEK MESELE Û MESELOKAN DIHEWÎNIN

Di serî de êş, xemgînî, berxwedan, mirin, azadî, nifir, birîn û birîndar, têkoşer, porkezî û hwl. Ev peyvên ku me rêz kir –kêm zêde- di helbesta me de ji peyvên din zêdetir hatine bikaranîn, du re bi wan îmgeyan re; av, tav, ziman, aşq, hêvî, deşt û newal, deng, wetan, gurbet/xerîbî, rebenî û hwl. Her peyv di bin xwe de gellek mesele û meselokan dihewînin. Hafizaya bindestan wek bîr ên çiyayiyan tijî ye heta ser dev. Bi êş û hêviyan tijî ye, bi têkoşeriyê û bi berxedanan tijî ye. Emê li ser hafizaya Nifirên Nûroj Mûnzur bisekinin. Emê dîmenên nifiran û risteyan raxin li ber çavan. Emê bi şa’r re xwe daxinîn bîra helbestên wê, bîra ku bi dest û neynoka xwe kolaye. Emê ji xwe re nifiran hilbijêrînin. Ji risteyek çaxê derbasî risteyek din bûn emê bêhna xwe bidin. Çimkî risteyên ku bên xwendin ewê bêhna we biçikîne. Helbestkar Nûroj Mûnzur sala 1988an de li Batmanê ji dayik bûye. Pirtûka wê ya bi navê “Beytikên Nifiran” kiteba wê ya sêyemîn e[1]. 2013an de pirtûka wê ya ewil bi navê “Bêrîkirina Îlegal”, gîhişt xwînerên kurmancî, ê duyemîn jî bi navê “Êdî navê te aso ye”. Mûnzûr ji xeynî helbestan mûzîkjenek e. Ritimkar e. Ev ji bo helbesta şa’r; analîz û nirxandinê de cîhek mûhîm digre, bo ritma helbestên şa’r em fehm bikin. Naveroka pirtûke de bîst/20 helbest heye.

 

HELBESTKAR LI SER ZIMAN DILÎZE

Helbesta ewil “Çîroka Hezkiriyê Leylayê”ye, ev helbestê ewil hem semboliste –Di şexsê Leyla Qasim de hemû Leylayên kurd- hem jî Leylayek şexsî em dibînin. Di vê helbestê de kirde “Leyla” ye, îmge jî “heşt” û “heştê” ye. Di vê helbestê şa’r reng û şêwaza xwe diyar dike, helbestên ku ewê bên delîlan dide destê xwîner. Helbestkar li ser ziman dilîze, ne sîstema rêzbûna gramerê, bi dengên peyva hatiye leystin. Dengê peyvan daye pey hevûdin, rîtmek bi riste riste hatiye derxistin. Ji helbestê çend risteyên curbicur em bixweynin:

Û li dîwana dilê min pal de!

Bila be heyran

 

Mêvan ji mêvan xweş/

Ma kîjan kuçe ma ku lê/

Siya min ji siya te re nebûbe paldank?

(…)

“Li heşt gundan

 

Heştê meran

Li heşt civatan

Heştê caran

Di heşt salan de

Heştê zindan

 

(…)

Piştî te

Naa, na êdî piştî te tunebû

Piştre piştiyek valabûn...

Ev risteyên ku me xwend hêla deng û zimên de leystikek em dibînin, li ser pişta hevûdin ritmek hatiye honandin. Şa’r di helbestê de neh cara banga “Leyla!” kiriye. Helbestkar bi kirde re diaxive, diçe dikeve nav hafizaya xwe, dikeve nav bîranîn xwe. Teknîka vê helbestê riste kin in lê helbest dirêj e, îmgeyek sarî/bihevre hatiye girêdan, di vê de kontekst Leyla ye, hem ji xwar de û hem jî ji jor de Leyla ye.

 

NIFIR Û DIA HEVKARIN

Di “Beytikên Nifiran” de ji xeynî çend helbestan –Peyaman bê Ciwan, Dizê Şevê, Payîza Bi Te- helbestên din “deng dubare” xwe zêdetir xistine pêş. Ev dengên dubare xwîneran ji helbestan naxîne an dûr jî naxe, bala xwîneran dixwaze bikşîne ser mijarê û ev balkêşandina dubareyan ji nifiran hatiye afîrandin. Nifir û dia hevkar in. Çaxê ji destê me tiştek ney an bo kontrol kirina tiştek ji destê me der çû be, em ya nifiran dikin yan jî destê xwe vedikin û ji esmanan bo daxwaz û hêviyên xwe diayan dikin. Ger herdu jî nebe em dest bi çêran dikin. Şa’r tercîha xwe ji aliyê nifiran de peyama xwe daniye. Lewra çaxê em helbestan dixweynin geh em zarokek dibînin geh rêhevalek ji dest tiştek nay hatiye hêma kirin, geh ji dûrî vê bi dilek şewat û qehirî em nifirên/risteyên şa’r dixweynin.

Esir e

Û

Singa sor dibe

Lê kevir jî nakele

 

Îca li orta rûyê Birca Belek

Deqa şermê!

Piştî wê

Navê avakirina welatê min

‘Lorîka Cemîlayê’ye

 

Xwedê nehêle!

EV HELBEST BÎST Û ÇAR SAETAN WELAT HÊMA KIRIYE

Ev riste ji helbesta “Ferhenga Nifiran” bû me xwend. Tu tiştek ji destê me nehat ku em Cemîleyan biparêzen û ji “bodruma” xelas bikin! Ev helbest bîst û çar seatan welat hêma kiriye. Helbest bi destpêka “sibeh e” ve destpê dike û “ber destê sibê ye” bi dawî dibe. Bîst û çar seatê Cizîrê, Sur e, Silîvayê ye, Nisebînê ye, Şirnexê ye, Geverê ye. Bîst û çar seatê welatê me di bêjing dil û hişê şa’r de weşiyaye ser risteyan. Di beşa “Êvar e” de şa’r Dayika Taybet hêma dike û bi dengek hêrs, ji kezeba dil ev deng tê guhê me, dîmen di hafizaya me de hê jî zindiye, li ber çavê me ye.

Êvar e

Û

Di nîvê kuçeya herdu perçeyên welatê min de

 

Jinek li mirina xwe temaşe dike

Weled û ewlad:

“Hema bila zûzûka bimre!”

Sêv jî ji daran ketin

Pelan jî xwe avêtin avê!

 

Û li kuçeya din, jina din

Di orta du meytan de ji çok ket

Helbesta duyem “Şevên Qutifandî” de lîrîzmek saf û zelalî em dixweynin. Di vê helbestê de û yên din de Mûnzûr, hem helbesta modern çawa tê nivîsandinê daye destnîşandinê hem jî lîrîzmek bi rojane ve mezin bûye û xwe gîhiştandiye asta bilind. Mane xwe daye paşva û helbest bi kodên hermetîkî/girtî ve herikiye.

Li derve, li nîvê orta kuçeyê baran serê payîzê dişo

Dibêjin

 

Wê îşev payîz bikeve bin lihêfa zivistanê

Dilê min dibije min

Her ku payîz zivistanê dihewîne hundirê xwe

Tiliyê lingên min diguvêşin

Destên xwe dibim ser lêvên xwe

 

Na bavo!

Zivistan e û têra xwe nakim ez!

ZIVISTAN BI PAYIZÊ VE HATIYE TERBIYEKIRIN

Risteyên ku me xwend îmgeya wê payîze, metafora wê jî zivistan e. Zivistan bi payîzê ve hatiye terbiyekirin, hem di hiş de hem jî di dil de tesîra xwe nişan dide. Ş’irek serbest û ji şidandinek bêmane dûr, bi rîtma hiş û kûçeyan li ser me diqelibe. Rêz ên dane pişta hevûdin tineye, metaforên çawalêhato beredayî nayê xuya kirin. Tesarûfa vê helbestê ji yên din bêhtir tê xuya kirin, erê riste dirêj in, lê helbest li gor –ji xeynî van helbestan: Kêliyên Aşiqan, Hezeke Taloqkirî, Helbesta Xwelîser, Ezbenî, Delalo- helbestên din kin e. Şa’r depresîf e, li bin digere, di av ên kûr de soberiyek daxwaz dike, lê helbestên wê nahelin, peyvên ku hafiza wê dane şa’r asteng dike. Bi vê rê em nikarin ji helbestên vî depresîfek rêştarî derxin. Belê helbestên şa’r melenkolîk e bi aliyekê de. Depresîfa Generalê Payîzê em nabînin helbestan de, lê helbestên curbicur de payîz gellek caran hatiye hêma kirin. Di helbesta “Şervanekî Kevnbûyî” de silavek dişîne ji Generalê Payîzê re bi van risteyan; “Lê ji te re dibêjim/Di pey mirina Generalê Payîzê de/Qet xwe xweş neke”. Ev riste peyamek jî di hundirê xwe de dihewîne. Xwekuştinek hêma dike.

Vêga ji helbesta “Li Tu Cihî Nestirin” çend risteyan em bixweynin;

Bûm roj

 

Bûm meh

Bûm sal

Navê min şemî ye êdî

Paşnavê min pêncşem.

Helbest dirêj û “Dayikên Şemî”yan hêma dike. Lê di vê helbestê ne sloganên zua ne jî êşa dayikan di çav re dixe. Di helbestê de peyva dayikê qet nehatiye bikaranîn. Şa’r di vê de peyamek di bin risteyên xwe dihewîne, ev peyam ji bo helbestnivîskaran nimûneyek e li ser meseleyek, mijarek çaxê bê nivîsandin. Dibe ku ew mijar, mesele, bûyer bi rêya îmge bi hêza metaforan bê afîrandin. Yekser helbestkar ji mijar û meseleyan bikeve rê û ji vî atmosferê dernekeve ew helbest dibe propanganda, dibe nivîs, dibe makale, dibe ceribandin lê nabe helbest. Îca ev helbest kurdî be yanî bideng û olandar be ji binî sernakeve! Ev helbest bi aliyek va jî çiqas hermetîk be jî her tişt eşkereye. Ka em çend riste ji helbestê bixweynin ku bila armanca me bê cih;

 

Peyarê hina min bi porê xwe daye

Ji bo ku tu bibînî, ji bo ku werî

Ji bo ku tu bibînî, ji bo ku tu werî

(…)

Rojan kom dikim di hembêza xwe de

 

Hemû bajêr li tûnebûna te dicivînim

Dipirsim, tu li kû danîn

Çi li ser te raxistin nizanim

(…)

Navê tune li te kirin

 

Te li resmê winda bar kirin

ÎMAJÎZM SER KET

Ezra Pound (1885-1972) helbestkar, nivîskarê ceribandinê û wergêrkar. Pound, “Rêbaza Îmgetiyê” daye destpêkirin. Yanî îmajîzm. Ji xeynî rêbaza îmajîzim/Imagism, dîmen û risteyan sînematîk û helbestê bihevre neqişandiye. Bi rêbertiya Pound vê têkîliya sînema û helbestê bi modernbûnê ve îmajîzm ser ket. Helbesta wî ya bi navê “Li îstasyona Metroyê de” bi risteyek daye eşkere kirin –helbest ji risteyek pêk tê; “Ev rûyên ku di tehn û niçê de wêneyan wan; şîlo pilo, di guliyek de pêl ên wek taca”. Pound di vê risteya xwe de bibîrxistinek tîrbûne dide pêş. Îmajîzm, di modernizm de bi “bibîrxistina tîrbûne/yoğun çağrışım” dike. Weka ku risteya me li jor xwend. Çaxê em li dîrokê dinêrin “rû” an “sîma” di helbesta klasîk de jî û di helbesta modern de jî sîma/rû “bibîrxistinek tîrbûn” hêma dike. Vegotina şa’r Mûnzur jî di helbestan de bi dimenên sînemagrafîk gellek henin. Di helbesta Mûnzûr de dîmen ji cihên xwe tev nadin. Dîmenên ku li ser risteyan hatiye raxistin me dibe bizava îmajîzmê. Lê bi tena serê xwe em bêjin helbestê Mûnzur bi bizava îmajîzmê ve giredaye, emê negîhijin armanca xwe û ewê yek alî bimîne. Ji bo wê min sînemagrafîkbûne li bin zêde kir. Di “Peytikên Nifiran” de nesne/tişt an karakter bi rihe sînematîk ve hatiye xêz kirin. Kêliyên di helbestan de em dibînin; li ser dîmenderiyê/ekran ve hatiye daliqandin, dibe ku xwe tev jî bide an xwe tev nede jî. Potansiyela “kêlî”yan di navbara tevgerdariyê û netevgerî de diçe û tê. “Bavê min sobe ji ber diya min kêşaye”. Ev riste dîmenek tevgerdar e/bi hereketê pişt re risteyê ku tê; “li ber têhna sobê”, ev riste jî bêhereketiyê li dar dixe û hatiye daliqandin. Di helbestan de zêde nesne/tişt tineye lê dîmenên ku daye ber me, di xiyalên xwîner de ekranek/dîmenderiyek mezin vedike û rolek pêkhêneriyek jî li dar dixe. Di nêziktiya helbestan de dîmenên sînematîk bi hêla hafizayê de diçe û veşartiye, helbestkar bi dîmenên hişk bûyî ve seknek hêma dike, ev sekn bo dijî çûndinek serkî asteng dike. Şa’r, naxwazê xwîner bi lez û bez derbas bibe.

ŞA’R ŞERÊ XWE ANIYE QADA HELBESTÊ

Hem bi ritma helbestan hem jî bi peyvên rojane va dengê ku daye daliqandinê û tê guhê me hesabek travmatîk e, bi hafizaya xwe re şerek dijwar em jê derdixin. Ev şer bi alîkariya helbestê ve hatiye kirin, bi hêza hunerê ve li ser ketiye… Şa’r şerê xwe aniye qada helbestê, êşa xwe parvekiriye, hewes û hêviyên wê ên têkçûyî di qirêkê da asê maye, bi peyvan paqij kiriye. Di dîmenên ku şa’r ji hafizaya xwe guvaştiye ve nexemilandiye. Esasên wêneyan zelale, saf e wek usluba şa’r vekiriye. Sehneyên ku helbestkar di helbesta xwe yê bi navê “Ne çîrok im ne jî helbest” de afîrandiye me dibe kûrahiya hafizaya şa’r, me dibe salên 90an. Me gotibû ku hafiza dibe ji dîmenan jî pêk bê. Hafizaya şa’rê me bi dîmenên daliqandî û bi hereket raxistiye ber xwîneran.

Vêga emê li ser helbesta “Ne çîrok im ne jî helbest” hûr bibin. Min vê helbestê gellek caran xwend, bi her xwendine ve hem ket im nav dîmenên risteyan hem jî hafiza ku şa’r dixwaze bide nîşandinê gellek tê de geriya; bi êş û elem geriyam. Xwendinên ku min dubare kir geh bi dengek bilind geh bi şa’r ve çûm kolanên Batmanê, geh bi dilê xwe yê kelecanî di nav jûrên bêziman de ketim nava qîrînek bêdengiyê. Ev helbesta ku emê li ser hûr bibin di pirtûkê de cihekî taybet digre. Taybetiya vê helbestê ji otobîyografiyek bûna wê ye, yanî çîroka helbestkar e. Di esase xwe de ev meseleya ku helbestkar bi risteyên xwe daye eşkere kirin çîroka me û ê welatê me ye. Yanî meseleya me hemûya ye. Helbestên din de şa’r nêrinek ji dervayî bi çavek heronî risteyan rêz kiriye. Lê helbesta “Ne çîrok im ne jî helbest” em şa’r dibînin.

EMÊ DI ÇÎROKA XWE YA MEZIN DE ÇÎROKA HELBESTKAR BI DÎMEN WÊ BIXWEYNIN

Li gor W. Benjamîn hafiza ne tenê wextê ku bihuriye tîne bîra me û em jê îstifade dikin. Di heman demê de wextê ku derbas bûye li ser wê sehneyek tê pêşkêş kirin, kirde qonaxa ku xwe bi bîr dixe, biyografiya xwe wek hîsa temaşekerek seyr dike û di mekanek rapêşiyêk daye. Ev mijara ku kirde li ser mekanê de sehne digre, çîroka mezin bi çîroka xwe ya piçûk ve xwe dîsa tiştê ku ji wextê bihuriye aniye, ewê xwe temaşe bike[2]. Wek Benjamîn jî da îfade kirin, emê di çîroka xwe ya mezin de çîroka helbestkar bi dîmen û hafızayê wê bixweynin.

 

Di vê helbestê de kirde: dê, bav û şa’r bi xwe ye. Di destpêka helbestê de em ji kirdeya ewil yanî ji “dê” veguhêziyê ji devê şa’r dixweynin:

Dema ez hatime dine

Diya min qarçikî bûye ji ber min

Di sir û seqemê de

Bavê min sobe ji ber diya min kêşaye.

 

Di risteya dawî de çalakiyek heye û ev çalakî, çalakiyek xezebdar e. Dewama risteyan de xezebdariya “bav” didome;

Li serşokê

Di bin ava germ

Li ber têhna sobê

Stran gotine bavê min.

 

Bi veguhêziya şa’r, “bav” bi rengê xemsar daye xuya kirin. çi dibe bila bibe “bav” di keyf û xweşiyê daye. Qet xema wî nîne, çimkî serdeste, erk-e.

Bi eks min dengê xwe bi ser yê bavê xwe xistiye

Bavê min di strana xwe de, wê gavê

Di beşa forteyê de bûye.

Bi van risteyan şerr bi du kirdeyan ve destpê dike, li aliyek rûye patrîarkal li aliyê din dengê dijî patrîarkal. Şa’r bi vê helbesta xwe femînistbûna xwe jî eşkere dike. Helbest ji serî heta binî wek manîfestoya femînistan xwe dide pêş. Brêz xwîner ger ji we manîfestoyek berhemî daxwaz kirin, bêşik vê helbesta modern û nûjen dayne ber wan! Ev helbest ev çîroka piçûk, çîroka civata me ya mezin hêma dike. Şa’r di şerê xwe yê yekem de bin dikeve û bi van risteyan dide xuya kirin; “Yanî, çalakiya min a yekem têk çûye”.

 

Belê ev şerr ne şerê kin û piçûkê, ev şerr ji hezar salan tê û hê jî didome. Qonax qonax dewam dike, reng hatiye guhartin, slogan hatiye guhartin, nav hatiye guhartin, çalakî û metod hatine guhartin, dem û dewran li pişt xwe hiştiye ev têkoşîna bênavber… Wek şa’r di risteyên xwe de gotiye; “Pişt re/Diya min/Çîroka xwe ji min re hişt”. Wek mîrasek: hem têk çûyîn hem jî berxwedan. Di helbestê tund û şideta bavê destpê dike, di nav malê de şideta serdest, li derva şidet û lêdana desthilatan. Şideta gîştî em dikarin wisa bi lêv bikin: xwe ji serî de berdide jêr, heta ku tê malê xwe diguherîne;

An sermayê ew dereng xistine

An jî

Şevek berî welidînê

Bavê min li diya min daye.

 

Ev riste xwîneran dudilî dihêle, lê dewama helbestê de şideta bavê xwe dide xuya kirin;

Şeva wî ya bê araq tune bûye

Her şeve

Dest avêtiye ciwaniya diya min

Ava bavê min serxweş serxweş

 

Li nava diya min geriyaye.

Îca li me kê rast hatibe, xwedê jê sitandiye!

Şa’r nifirên xwe ya ewil dike. Helbest her ku diçe û diherike helbestkar şûrê xwe bêhtir tûj dike û red kirina “bav”ê dide destpê kirin; “Bavê min/Ê ne bav”. Ev herdu riste di helbestê de çar caran hatiye dubare kirin, îtirazek bi wêrekî em dibînin. Di nav nifşên şa’rên nû de Mûnzûr bi wêrekiya xwe gellek balkêşe, derd û kûlên xwe, êşên xwe û ê civata xwe bi eseleta hunerê ve daye rawestandin, serî bi wêrekî û dilê xwe yê birîndar rakiriye. Mûnzûr berhemek nemir hiştiye, ev berhem ne herêmî ye, ev berhem enternasyonel e. Ev mijara ku di helbestê de bi rih û canî ketiye, meseleya civakên patrîarkal in. Yanî ê cîhanê ye. Cîhan, dinyayek patrîarkal e. Ji çîroka piçûk li ber çîroka mezin ve!

DENGÊ DIL OLAN DIDE

Em dîsa vegerin ser berhema “Ne çîrok im ne jî helbest”e; “Û her çileyî/Sobe, ji ber diya min kêşaye”. “Sobe” kêşandin hê jî didome. Ev bo kerektera kirdeya “bav”ê jî doneyan dide me, “ji xwe re”yê an jî nêrina “kepçiyê min û kepçiyê min” em dibînin. “Bîra diya min jî/Li ser doşeka emanet/Welatekî ji seqemê avakiribû/Bi navê cemed!!!”. Ev risteyên ku me xwend, şa’r bi îmgeya “doşeka emanet” cîhê jinê, e dayikan yanî ewên ku di mal de bindestin bi “doşeka emanet” hêma kiriye. Ev metafor an jî îmge hem hafizaya welat dide destê me hem jî dîmenan li ber çav dixe. Mûnzûr, di berhemên xwe de rasyonelist-ek tûj û realistek wêrek e. Tirsê ji dil û hişê xwe avêtiye, ji meseleya xwe yê navmal serî bilind kiriye ji meseleyên mezin re. Dengê dil olan dide, bi bajar û bajarakon re ketiye nav xirecirê, qirêja bajaran li ser rûyê mirovan hêma kiriye, qirêja zîhnî û çewt bi hişek rexnegirî, bi dilek sor daye teşîr kirin, daye îfşa kirin. “Zarokên wî welatî, nepeyivîne qet”. Şa’r dibê zarokên wî welatî napeyvin, çima zarok napeyvin? Em xwe kû de bivin û weynin jî dîsa em tên ser meseleya serdest û bindestiyê. Şa’r bi van risteyan û yên din tespîtek sosyolojîk li ber xwîneran radixe, dewama risteyê ûsa didome; “Her şev, li filma destavêtina diya xwe temaşe kirine”. Hah ji were tespîtek din lê ev tespît hem sosyolojîk e hem jî aboriya gelên bindestan dide xuya kirin. Di malên qelebalix de, di xaniyên piçûk de odê/jûr hem kêm bûn hem jî sar bûn. Ceryan dihat û diçû, desthilatên welatê me viya bi hişî dikirin, gaza binaxê jî tinebû û herkes di odeyek de radiza! Di bingeha ev risteyê de feqirî, tinebûniyê dikare jê derxe. “Doşeka bavê wan/ji ya diya wan bilintir bûye”. Ev îmgeya “doşeka bav”ê yê ji diya bilintir e. Bi vê rê yê em xwe digîhijinin asta polîtikaya ku bi sedan salan li ser gel tê meşandin; şa’r di çîroka xwe yê biçûk de eşkere kiriye hal û wextê me. Yanî jinên kurd bi du carî dibe hedefa serdestan!

DI ŞEXS Û HUNERA ŞA’R DE EM DIGÎHIJIN ÇİROKA MEZIN A JINÊN KURD

Ka em bi veguheziya Rênas Jiyan, jinên kurd ji Mela Mehmûdê Bazîdî guhdar bikin; “Di Bazîdî de jina kurd û taybetiyên wê, cihekî fireh û girîng digirin. Jina kurd jî wek mêran di şerran de cih digire û mil bi mil mêran re şerr dike û ew jî şerran de dimire û dikuje (…) Li gorî destnîşanên Bazîdî, jinên kurd pirr jêhatî û xwedî huner in (…) Bazîdî jinên kurdan ji mêrên kurdan bêtir “hiş” in; ew têgihiştîtir û dilovantir in; li xerîban bêtir xwedî derdikevin (…) jina kurd fedakar û cangorî ye”[3]. Mela Mahmûdê Bazîdî (1797-1867) kêm-zêde 180 sal berê li ser profîla jinên kurd wisa nivîsiye. Bazîdî 180 sal berê tespîtên ku destnîşan kiriye îro jî ew tespît hê jî dewam dike. Jinên kurd jêhatîne, şerwanin, xwedî hiş û hunerê ne, têkoşer in, dil nerm û dilovanin, fedakar û serbilindin. Mûnzûr, ji Bazîdî 180 sal pişt re hem bi wêrekiya xwe hem bi hunera xwe hem jî parastina mafên xwe liberxwe dide. Di şexs û hunera şa’r de em digîhijin çîroka mezin a jinên kurd. Îro li Rojava bi destên jinên kurd û rêhevalên wan azadiyek hatiye neqişkirin, dîsa li kolanên Ewropa jinên kurd li dijî dijmînan liberxwe didin, li Bakûr ew qas erîşên hov tên kirin, li dijî van erîşa em dîsa jinên kurd dibînin. Rojek, ger em serxwebûna xwe bi destbixin, ewê bi saya jinên kurd be. Lê mixabin Nûroj Mûnzûr jî di berhemên xwe de daye xuya kirin: êşa me ya di hindir, tiştê ku di malan de diqewime gellek zor û zehmete; bi şêwaz û îmgeyên xwe, bi estetîka xwe gellek neheqî û erîşên navxwe bi hafiza û dîmenên xwe ji dîrokê hiştiye. Em bi hafizaya helbestkar derketin rê, me xwe gîhiştand hafiza civaka xwe. Huner hafizayek giştî ye, huner nade jibîr kirin! “Strana zarokatiya me;/‘Her qozîkên mala me; cihê pihînên bavê me/Her qozîkên mala me; cihê lêdana diya me”.

 

XWÎNER BIVÊ NEVÊ EWÊ BIKEVE NAV BÎRA BERHEMÊ

Berhem bi stûna îmgeyên saf/zelalî rabiye ser linga. Ji dudiliyê dûr, ji xwe bawer meşek bi kul û hêrs dide meşandin, xwîner bivê nevê çi bi dilê xwe çi bi eks bi şa’r re ewê bikeve nav bîra berhemê. Derenceyên ku ji bo bîra helbestan hatiye honandin ji retorîkê/xweşpeyvinê dûr e. Me li jor gotibû realîst û rasyonalîste “Beytikên Nifiran”. Bo mînak ezê bi 10 risteyên helbestkar bêşîrove, bênirxandin, bêdeng li vê binivîsim;

Diya min

Piştî karê kirina bavê min, dihat ber serê me

Bi kêrê qaşilek ji destê xwe radikir

Dilopek xwîn…

 

Û bi ser de, çend lib xwê dadikir

Heyanî sibê, li ber serê me

Li xewa me temaşe dikir

“Îca k udi xew re herim û zikreşo were

tiştek bi van keçan bike?”

 

Çend lib xwêya din bi ser birîna diya min…

Di berhema “Ne çîrok im ne jî helbest” de “mesele” henin ka em van meseleyan bi hevre bixweynin;

Werhasil!

Di mala me de mesela xwêyê, mijara çîrokekê ye.

Erê!

 

Mesela sabûna mala me jî dûdirêj e!

Û mesela laşê diya min jî

Mijara helbesteke dirêj e.

Ka êdî çi derdê diya min bi dîreksonê re hebû nizanim?

Mesela werîsê li mala me jî, meseleke din e.

 

Yanî meseleya diya min û ya dîreksiyonê

Meseleyek giran bû!

Ev risteyan min ji helbestê hilbijart. Meseleyên ku di mal de qewîmîne bi rêya helbestê, bi estetîka trajêdî û diramayê û bi şêwaza helbestî xwîneran dilerizîne, gellek tiştan jî bi bîr dixe. Nifirên “dê” di dawiya helbestê de êdî bi lêv û bilind dibin. Zarokên malê mezin dibin, her ku diçe piştgîriya “dê” xurttir dibe, ji xwe bawer e;

Êdî em mezin dibûn

Ez jî hinek

 

Ji kêfa

Ji baweriya hebûna me

Êdî nifirên diya min bi ziman bûbûn.

Kirdeya “bav”ê bi risteyên ewil –di destpêka helbestê de- “E ne bav” bû. Di dawiya risteyan de; “Bavê min/Êdî ji binî nedibû bavê min”. Çaxê em xwe digîhijinin dawiya helbestê, gotinên pêşiyên me hat bîra min Dinya ne bi zorê ye bi dorê ye. Rewş xwe guhart do li ser “doşeka emanet” kirdeya “dê” hebû îro li ser doşeka “emanet û nizm”, “bav” heye. Ka em ketina desthilatdarên di nav malê de bi dengê şa’r çawa ji desthilatiyê ketiye û ev bûyer bi çi rengî aniye ser ziman em bixweynin;

28 rojan

 

Li ser doşeka emanet

Li ser doşeka nizm

Pişt şikestî

Ser çîrandî

Ling derizandî dirêjkirî ma

 

HELBEST SERÎ HETA BINÎ JI DÎMENAN PÊK TÊ

Îmgeya “doşeka bilind” û “doşeka nizm” yan jî “doşeka emanet” îmgeyek xas û ji şîrê kurmancî niqutiyê li ser risteyan. Nûroj Mûnzûr, bi çîroka piçûk va me bi ber vî çîroka mezin, bi yek helbesta xwe “Ne çîrok im ne jî helbest” bir… Çi bi êş çi bi hêrs çi bi sebir çi bi estetîka zimên, çi bi dîmenên daliqandî an bi hereket û çi bi hafizaya şexs û civakî be, me bir û anî! Helbest, bi destek tercûbe li ser sehneya şanoyê ve derhêner dikare lêbîne, bi taybetî jî şanonivîsên femînist li ser vê helbestê metnek şanoyî dikarin bi serkeftî biafîrinin. Çimkî helbest bi her risteya xwe yanî ji serî heta binî ji dîmenan pêk tê. Li jor me li ser vî mijarê nîqaşek kiribû.

Pirtûkên serkeftî û bi bandor bi stûnan radibin ser piyan, ev stûn menaye, dengê, mûzîkê, rîtmê, aloziyê, dîmenê, hafizayê kinûkurtasî ji stûnên jiyanê ne. Pirtûka “Beytikên Nifiran” li ser stûnek giranbuha, bi kok û ji dil rabûye. Stûna herî balkêş jî îfşa kirina Mûnzûrê ye. Ev stûn helbesta ku me li jor berfireh nirxand, şîrovê kir car carna jî em bi dîmen û hafizaya şa’r bêdeng man. Bila ney vê maneyê ku helbestên din ji helbesta “Ne çîrok im ne jî helbest” kêm in. Di helbestên din de hêvî li pêş in, dev ji têkoşeriya keseyatiyê xwe bernedaye şa’r, xwe neveşartiyê li pişt gazinan. Helbesta bi navê “Kêliyên Aşiqan” emê bixweynin. Ewê me bibe armanca me, ewê me bibe hêviyê û jiyane;

Kul, di bin lingê bayê de pelixî be jî

Kêlî bi kêlî şûn de

Beybûnek kirasekê din

 

Li xwe dike

Helbesta “Notayên Bê Xew” de lîrîzmek herikbar, bi mûzîk û ritim ve hatiye honandin. Zelalê, xwedî îmge û metafor e; “Çi heyf/Min biharek tune/Ku di kuçeyên tiliyên te re/Kaniyê biherikîne”, helbestkar tiştê ku zane naxwazê seh bike, ev helbest çûndinek bêveger tîne ser ziman; “Lê qet nebe tu nebêje/Naxwazim bizanibim/Ku di zivistana bedena te de, çend mirî şiyar in”. Di helbestan de riste pirrî caran ne hatine tewandin, lê gellek caran hatine şikandin, mane û ritim parelel in ji bo vî jî xwîner hem bi tehma ritmê dişiqîte û bilind dibe hem jî maneya -çi vekirî çi girtî- jî tê cihê xwe. Dawiya helbestê rihê xwe yê şikestî bi welatê xwe vê girê dide;

Yanê dibêjim ku

Ji serî heya pî

Aliyê te yê çepê

 

Gelaleya Mûzîkala Welatê min e!

ŞA’R TENÊ HELBESTÊ NANIVÎSE, RÊ Û QAYDEYÊN HELBESTÊ Jİ ZANE

Mûnzûr, di helbesta xwe de terîfa helbestê jî dike, helbestê bi welidina zarokan ve dide ber hevûdin; “Heya helbestek dibe hestek/Çend hezar zarok/Diwelidin li dine”. Ev riste jî ji helbesta “Helbesta Xwelîser” bû. Şa’r tenê helbest nanivîsê rê û qeydeyên helbestê jî zane; “Dema zarok di wexta xwe de nayê/Encam neştereke/Wexta helbest di hundir de dimîne/Ne dil dihêle/Ne kezebê”. Wek helbestkar ji destnîşan kiriye helbest bi zorê nay nivîsandin, tûrik tijê nebe tu neşterê jî lêxî ewê mirar were, li der dora me gellek helbest henin ku mirar zayînê/welidîne.

Pêşiye ji pirtûka Alan Ward helbesta bi navê “Werîsê Sor” hatiye wergerandin, di pêşkêşiya pirtûkê de emê jê pasajêk bixweynin; “Bêguman armanca wî ji hilbijartina vî zimanî û vê derdora çandî ji bo belavkirina helbesta xwe ew bû ku bindestiya van gelên kêmîne nişan bide, ke ev yek di “rewayî” an îthafê de xuya dibe, lewre wî helbesta xwe diyarî kiriye gelê Kurd, yê ku di nav êş û bedbextiya xwe de jî her zehf hezkirî ye û du gelên dî, ku diyar e îrlendî û oksîtanî ne, û serdestên wan ingilîz û frensiyan dişibîne tirkan. Armanca hevbeş a van zordestan, li gor Ward, ewe ku tarîx û zimanê gelên bindest bi wan bidin jibîrkirin”[4].

Ward salên 60î de -li Diyarbêkir- serdestên ku ji bo gelên bindestan polîtikayên “jibîrkirine” di helbesta xwe de îfşa û eşkere kiriye. Vêga em salên 2021an dane ev polîtikayên ku serdestan dimeşinin hê jî bi dijwariya do xwe didomîne. Hêvî û daxwazên wan dîrok û çanda me ji orte radikin. Helbesta şa’r bi navê “Ava Şermok” em dikarin li ser “jibîrkirine” bixweynin. Heskîf di bin avê da ma, helbest jî li pey Heskîfê hatiye nivîsandin, bi îmgeya “kevir” û “avê” Heskîfê bi bîr dixe. Me li jor helbestek şa’r xwendibû bi navê “Li tu cihî nestirin”, di wê helbestê de me gotibû şa’r “dayikên Şêmiyê” hema kiriye. Lê di helbestê de peyva “Dayikê” me ket nexwendi bû. Ev destnîşan dike ku helbestkar helbest nivîsê de gellek serkeftiye. Di çav re nake û qaraqarek beredayî jî nay seh kirin. Helbesta “Ava Şermok” ji bi vê hişmendiyê hatiye nivîsandine. Li ser Heskifa kevnar min gellek helbest xwendiye kêm-zêde di hemû helbestan de Heskîf hatibû eşkere kirin. Di helbesta “Ava Şermok” de helbestkar ji xwîneran re gellek cih hiştiye, meydanek fireh daye ber wan. Mînak şa’r ewê behsa kevir bike lê peyva kevir qet bi karneaniye, li derdora wî jî naçe, bi rêya îmge û metaforan tiştek din di afîrine, lê mijar kevire; çaxê em helbestkarên di cîhanê de deng dane dixweynin bi vê rêyê ser ketine. Bo vê jî meriv dikare bi dilek rihet bêje Mûnzûr baş zane helbest çi ye û çawa tê nivîsandin. Ka em ji helbestê çend risteyan bixweynin;

Bajarekî ji keviran avabûyî

 

Bi ser xwe de digrî

/

Kê gotiye ku

Rihê keviran nîne?

(…)

 

Kevir û av ji hev xeyidîn

Bi şûrê talankerekî dilgenî

(…)

Pepûû pepû!

Meytê bajêr di ber me de bihurî

 

Tirba wî li pişte

Êdî mirî tev de cardin mirin

Û

Êdî ketin binê erdê hemû zindî

Yên ku bera bajêr dan

 

Li tu cihî bi cîh nebin rebbî!

Şa’r bi metaforên xwe, ji şêwaza wê yê xurt me jê helbestek serkeftî xwend. Di dawiya helbestê de nifirên şa’r re emê bêjin amîn! Em nivîsa xwe keys bikin. Beytikên Nifiran, bo helbesta jinên kurd hêviye geş dike, bo helbesta kurmancî nimûneyek taybet e, bo civakê rexneyek di cî de û tûj e. Vêga ez meraq dikim şa’r Mûnzûr piştî “Beytikên Nifiran” ewê çawa bê, emê jê çi bixweynin.

 

[1] Beytikên Nifiran/Nûroj Mûnzûr/Weşanxaneya Avesta/2020

[2] https://www.academia.edu/17220774/HAFIZA_DEN%C4%B0Z%C4%B0NDE_B%C4%B0R_N%C4%B0D%C3%82

[3] Wêjeya Kurmancî/Pênûsên Çardehderb/Weşenxaneya Belkî/2015

[4] Wêrîsê Sor/Amadekar û wergêr Adnan Çelik û Ergin Öpengin/Weşanxaneya Avesta/2021

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin