
Keşfeke bi sir li Amedê: Di goristaneke kevnar de hestiyên 160 zarokan hatin dîtin
.
Di kolandinên li kana keviran a li Pasûrê de ku nêzîkî 2 salan dewam kirin, hestiyên 160 zarok û 2 mezinan hatin dîtin.
Tê texmînkirin ku ew der di serdema Împaratoriya Bîzansê de wekî goristan hatiye bikaranîn.
Li navçeya Pasûrê ya Amedê, di encama xebatên kolandinê yên Rêveberiya Muzexaneya Amedê de ku nêzîkî du salan dewam kirin 112 gorên nû hatin dîtin.
Di nav van goran de hestiyên 160 zarokên di navbera 0-9 salî de û 2 mezinan hatin tespîtkirin.
Çîroka keşfê bi dîtina pereyekî ji dema Bîzansê ji aliyê gundiyên gundê Kanîkayê ve dest pê kir.
Li ser vê yekê, Rêveberiya Muzexaneya Amedê di sala 2021ê de bi tîmeke ji 17 pispor û 30 karkeran pêk dihat dest bi kolandinan kir.
Li gorî lêkolînan, cihê kolandinê di serdema Romayê de di sedsalên 3 û 4an de wekî kana keviran û piştre di serdema Bîzansê de jî wekî goristan hatiye bikaranîn.
Mujdat Gîzlîgol: Hestiyên 160 zarokan hatin dîtin
Alîkarê Birêvebirê Muzexaneya Amedê Mujdat Gîzlîgol li ser kolandinan agahî da û got:
“Heta niha me 112 gor dîtin ku beşeke mezin ji wan tabûtên ji kevir in. Hinek ji wan jî gorên serbixwe ne. Di nav wan goran de me hestiyên 162 kesan dîtin ku 160 ji wan ên zarokan in û 2 jî yên mezinan in.
Di nav goran de diyariyên miriyan jî hebûn. Li ser hestiyan kar û xebatên zanistî berdewam dikin.
Piştî ku tîma me ya teknîkî karê xwe biqedîne, em dê li ser amarên temen û rewşa nexweşiyê agahiyên berfirehtir bidin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin