
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
.
Zanîngeha Harvardê kurseke fêrbûna zimanê Kurdî ya ji bo asta bilind vedike.
Kurs ji aliyê mamoste Şen Şêrwana ji Başûrê Kurdistanê ve tê dayîn.
Zanîngeha Harvardê ji bo sala 2025an wekî zanîngeha sêyem a herî baş a li ser asta cîhanê hat destnîşankirin.
Zanîngeh li eyaleta Massachusettsê ya Amerîkayê ye.
Li gorî medyaya Amerîkayê, zêdetirî 30 hezar xwendekar li zanîngehê dixwînin ku herî kêm 5 hezar ji wan xwendekarên navneteweyî ne.
Kursa yekem a asta bilind
Şen Şêrwan mamosteya dersê ye û ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye.
Mamoste Şen Şêrwanê li ser dersa Kurdî ji Rûdawê re ragihand ku ev yekane kursa fêrbûna zimanê Kurdî ya li zanîngehê ye û taybet e bi asta bilind.
Kursên berê tenê ji bo asta destpêkê bûn.
Cara yekem Zanîngeha Harvardê sala 2023yan kursa fêrbûna zimanê Kurdî vekiribû.
Şen Şêrwanê mastera xwe di beşa Birêvebiriya Giştî de ji Zanîngeha Harvardê wergirtiye û heman bawername ji Fakulteya Bazirganiyê ya Zanîngeha Southern Indianayê bi dest xistiye.
“Perwerde yek ji amûrên herî bihêz e”
Şen Şêrwanê anî ziman:
"Cihê kêfxweşî û şanaziyeke mezin e ku ez vê dersê didim.
Bi ya min perwerde yek ji amûrên herî bihêz e ku wekî Kurd li hundir û derveyî Kurdistanê di destê me de ye."
Şen Şêrwanê amaje bi naveroka kursan kir û got:
"Ez di dersên xwe de balê dikişînim ser wêje, dîrok û çanda dewlemend a Kurdan.
Bi rêya xwendina pirtûk, helbest û nûçeyan, guhdariya podcast û muzîkê ya bi zimanê Kurdî yê Soranî hewl didim ku xwendekarên xwe bi pêş bixim."
“Armanca a sereke bipêşxistina şiyana axaftinê ya xwendekaran e”
Şen Şêrwanê her wiha da zanîn:
"Heftane sê gotinên pêşiyan ên Kurdan ji bo gotûbêjê pêşkêşî xwendekarên xwe dikim û armanca min a sereke ya dersan jî bipêşxistina şiyana axaftinê ya xwendekaran e."
Şêrwanê behsa wê yekê jî kir ku "paşxaneyeke xwendekarên min a Kurdî heye lê ew li derveyî Kurdistanê ji dayîk bûne û li malê fêrî Kurdî nebûne."
Şen Şêrwana ku 6 sal in li Amerîkayê dijî û bi zimanên Kurdî, Îngilîzî û Erebî diaxive û anî ziman:
"Wekî jineke Kurd, ez hest dikim ku divê ez bi rêya vê dersê ramanên nû bigihînim.
Ev saziyeke mezin e û ez hest dikim ku ji bo ez karibim dersê bi serkeftî bidim xwendekarên xwe piştgiriya min tê kirin."
Şen Şêrwan kursa nû wekî derfeteke girîng ji bo bihêzkirina zimanê Kurdî û nasandina zêdetir a çanda Kurdan a li yek ji zanîngehên herî navdar ên cîhanê wesifand.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin