
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
.
Tara Mamedova ku yek ji dengên xurt û resen ên muzîka Kurdî ye, rêwîtiya xwe ya muzîkê, paşxaneya xwe ya pirçandî û hêviyên xwe yên aştiyê bi temaşevanan re parve kir.
Hunermenda Kurd Tara Mamedova bû mêvana bernameya “Gel Anlat/Were Bibêje” ya kanala YouTubeyê ya beşa Tirkî ya Rûdawê û pirsên Rawîn Stêrk bersivandin.
Bername bi peyama germ a pîrozbahiya Cejna Qurbanê Tara Mamedovayê dest pê kir.
Hunermenda Kurd Tara Mamedovayê got, "Hêvîdar im ku aştî û aramiya ku em bi salan e li bendê ne, bê.
Daxwaziya me ya tenê ew e ku em hemû bi hev re di nava aştiyê de bijîn."
Mamedovayê girîngiya ziman û çandê anî zimên û got, "Em zimanê xwe ji bîr nekin, em lê xwedî derkevin."
Pênc ziman, çîrokek
Mamedovaya ku li Qirxizistanê hatiye dinyayê, li Rûsyayê mezin bûye û bi salan li Ewropayê jiyaye, Kurdî û Rûsî wekî zimanên xwe yên zikmakî bi nav dike.
Tara Mamedovayê da zanîn ku ew piştre Fransî, Tirkî û Îngilîzî hîn bûye û wiha got:
"Ez bi Kurdî ji dayîk bûm, li malê her dem bi Kurdî dihat axaftin. Zanîna zimanan enerjiyê dide ruhê min."
Wê her wiha diyar kir ku nasnameya wê ya pirzimanî bandorê li muzîka wê jî dike.
Stenbol
Mamedovaya ku 10 sal in li Stenbolê dijî, bajar wekî "kozmopolît û otantîk" bi nav kir.
Hunermendê got, "Ez li her derê 10 salan dimînim û diçim, nizanim gelo dora Stenbolê ye an na, lê ez vir gelekî hez dikim."
Wê her wiha şiyana xwe ya adaptasyonê bi jiyana koçberiyê ya ku ji zarokatiya xwe ve bi çenteyan derbas kiriye girêda.
Mamedovayê got, "Stenbol bajarekî kûr û cuda ye. Ez gelek tişt hîn bûn, min gelek zehmenetî kişandin lê têkoşîn di ruhê min de heye."
Ji Sirgûnê ber bi dikê ve
Mamedova keça malbateke ji Wanê û Bazîdê ye got ku 130 salan berê bapîrên wê ji aliyê Stalîn ve sirgûnî Erîvanê û dû re jî sirgûnî Qirxizistanê hatine kirin.
Hunermend dibêje "Dema dipirsin tu ji kû derê yî, ez nizanim çi bersivê bidim, ez xwe weke miroveke cîhanî hîs dikim."
Mamedovayê kêliyên hestiyar ên ku dema di sala 2010an de cara yekem çû Wanê û xizmên xwe dît wiha anî zimên:
"Ew ziman, ew ruh, ew germî... Çiya û baxçeyên ku bapîrê min behsa wan dikir li ber çavên min zindî bûn."
Muzîk û çand
Muzîka Mamedovayê ne caz, ne pop an ne jî ya kevneşopî ye; bi gotina wê "ez çi bim, ew e."
Paşeroja wê ya pirçandî bi awayekî xwezayî bandor li ser dengê wê û besteyên wê dike.
Hunermenda ku dibêje "Divê her hunermendek çîrokeke wî/wê hebe. Ez hewl didim ku dîroka xwe ya jiyayî di hunerê xwe de zindî bikim."
Bîranînên ji Qirxizistanê: Dendikên qeysiyan û dengên dawetan
Mamedovayê behsa bîranînên xwe yên zaroktiyê kir û diyar ku li baxçeyên xwe yên li Qirxizistanê ji dendikên qeysiyam gerdenî çêkiriye û bi dengên dawetên eşîrên Kurd ên li taxên wan mezin bûye.
Mamedovayê got, "Me ji dengê def û zirneyê dizanî ku daweta kîjan eşîrê ye.
Dayikên me li kêleka golê stran digotin. Em ji welatê xwe dûr bûn, lê me ji xwe re welatekî ava kiribû."
Li ser şopa dayika xwe: Mîrateke Xurt
Mamedova, bi serbilindî behsa têkoşîna dayika xwe ya ji bo ziman û çanda Kurdî kir.
Dayika wê ku damezrînera Navenda Çandê ya Elegezê ye, hîn jî li dikên Mamedovayê temaşe dike û rexne dike.
Hunermenda Kurd ji bo dayika xwe dibêje, "Ew hîn jî min perwerde dike, ez serbilind im ku keça wê me."
Mamedovayê da zanîn di navbera wê û bavê wê de têkiliyeke bi mesafe hebûye, lê bandora xurt a dayika xwe li ser jiyana wê hebûye.
Konsera li Bostanciyê û têkoşîna dikê
Tara Mamedovaya ku bi konsereke xweş li Bostanciyê deng vedaye, girîngiya estetîka dikê û bingeha muzîkê anî zimên.
Lê belê, hunermendê diyar kir ku di vê pêvajoyê de ji ber zehmetiyên aborî gelek ked daye û got:
"Em ji cihên din re stranan dibêjin û dahata ku em qezenc dikin di konseran de xerc dikin.
Kedeke bêbawer heye lê ez hêvîdar im ku em wekî gelê Kurd dê piştgiriyê bidin hunermendên xwe û zimanê xwe li cîhanê bidin nasandin."
Şano û dans
Mamedovaya ku li Rûsyayê perwerdehiya hunerê dîtiye û li ser şano, dans û deng xebitiye, got:
"Dik tevahiyek e. Şano û dans, bandoreke mezin li ser muzîka min û enerjiya min a dikê kiriye."
Hunermendê diyar kir ku ew li ser medyaya civakî wekî "rojnamegerekê" PRya xwe dike û got ev pêvajo westîner e lê serbilindî jî tîne.
Hêviya aştiyê
Mamedova hêviyên xwe yên li ser pêvajoya nû ya aştiyê ya li welêt parve kir û got:
"Em zarokên Kurd her dem di nava têkoşînê de mezin bûn. Tenê daxwaza me aştî ye.
Em ji bo zarokên xwe, dayikên xwe, bavên xwe aramiyê dixwazin. Jiyana bi kîn û nefretê ti tiştî baş nake."
Cejn û cudahiyên çandî
Mamedovayê diyar kir cejna li Qirxizistanê ji yên li Tirkiyeyê cuda derbas dibe û got:
"Li wir qurban dihatin serjêkirin, goşt dihatin belavkirin lê cejnên din jî hebûn ku zêdetir bandor dikirin.
Min li Tirkiyeyê ev atmosfer û germî hîs kir, keça min jî vê yekê dijî."
Çîroka Tara Mamedovayê rêwîtiyeke ji sirgûnê ber bi dikê ve ye, bi çand û têkoşînê ve hatiye hûnandin.
Muzîka wê, ne tenê hunerek e, di heman demê de hewldana parastina zimanê gelekî û gihandina ruhê wî bi pêşerojê ye.
RUDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin