Silêman Oso: Em amade ne bibin şirîkê Rêveberiya Xweser

Silêman Oso: Em amade ne bibin şirîkê Rêveberiya Xweser

.

A+A-

 Endamê Desteya Serokatiya ENKSyê Silêman Oso ji Rûdawê re ragihand ku ew bi Mezlûm Ebdî re civiyane û amade ne bibin şirîkê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê.

Endamê Desteya Serokatiya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) eşkere kir ku wan ji bo avakirina "lêvegereke siyasî ya Kurdî" projeyek pêşkêşî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî kiriye.

Oso diyar kir ku eger proje bi ser bikeve, ew amade ne bibin şirîkê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û got ku Ebdî proje bi erênî pêşwazî kiriye.

Wî her wiha hişyarî da ku gelek alî hewl didin yekrêziya Kurdî têk bidin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ENKSyê di projeyê de, daxwaza avakirina lêvegereke siyasî ya hevbeş a Kurdî kiriye.

Silêman Oso eşkere kir ku eger ev proje bi ser bikeve, ew amade ne li herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê yên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bibin şirîkên Meclisa Sûriyeya Demokratîk.

Oso da zanîn ku Mezlûm Ebdî projeya wan bi erênî pêşwazî kiriye û eşkere kiriye ku ew dê projeyê pêşkêşî PYD û partiyên din jî bike da ku gotûbêj li ser bên kirin.

Serkirdeyê ENKSyê her wiha hişyarî da û got, “Em di qonaxeke hestiyar de ne, gelek alî hene ku dixwazin yekrêziya Kurdî xerab bikin.

Ji bo ku ew yek bi ser nekeve, ENKS dê gavên ku yekrêziya Kurdî bihêztir bikin bavêje.

 Armanc û berjewendiyên me yek in.”

ENKS ji bo Şamê hatiye vexwendin

Li gorî zanyariyên Rûdawê, projeya ENKSyê ji 15 xalên neteweyî yên Sûriyeyê û 11 xalên neteweyî yên Kurdî pêk tê.

Pêşkêşkirina vê projeyê di demekê de ye ku îhtimala çûna heyeteke ENKSyê bo Şamê tê axaftin.

Berpirsên ENKSyê dibêjin ku Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ew dawetî Şamê kirine.

Ev yek jî pirsên li ser çarenivîsa yekrêziya Kurdan û şanda hevbeş a ku berê li Qamişloyê hatibû avakirin, derdixe holê.

Ev ne cara yekem e ku ENKS û aliyên Rêveberiya Xweser li ser mijara hevbeşiya siyasî gotûbêjan dikin.

Berî niha jî di çarçoveya diyalogên Kurdî-Kurdî de, ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) li ser tevlîbûna ENKSyê ya ji bo Rêveberiya Xweser li hev kiribû lê ew lihevkirin heta niha nehatiye cîbicîkirin.

Rudaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin